Ciwanê hêja û keça dilovan
Dizanî ev im ez li vî warê xopan
Herdem disêwirim lê nayê ziman
War bûye kavil, rakirin li me tofan:
Xwişk û bira dipeyivin bi ezmanek cuda
Dilipikin ew ne li gor toreyê, bi Xweda
Têkdane hemî pîroziyên xwe weha
Ax û wax dikim, lê nayê derfeta destan
Dizanî, dil bûye kewara derd û kulan
Mêlak bûye êtûna dojeha Yezadn
Mejî bûye kulxaneya derdê bêderman
Qîr û girye dibarin li vî bextê wêran
Dermanê dil û mejî yek tişt e, ey delal:
Xwendin û zanîn e bo kesên kerr û lal
Ruhnkirin û pêşbîn e bo korên bêgopal
Rêzgirtin li zana û zanistiya xwendegehan
“Heta min xwe naskir, min emrê xwe xilas kir”
Heyf û xebînet li demçûyê ku me ne kar kir
Ne ziman, ne tore û ne jî pirtûk rewan kir
Îro berbanga me ye, bixwînin wek şêran.
Pêşiyên me gotine: “Şêr şêr e çi jin e, çi mêr e”
Ger nexwînî dibî pisîk, hertin ne jî dibî mêr e
Lê hevgirtin û hevhalan, karekî bi xêr û bêr e
Zindî ne kahin û ne jî şêx, lê serpêhatî bi xêr e.
Gundê Çirçirkê 12/ 03/ 2016