“Ez ê yan Ezê herim”; “Min ê yan Minê”; “Ehmed ê were” yan “Ehmedê were” û hwd…?

“Ez ê yan Ezê herim”; “Min ê yan Minê”; “Ehmed ê wereyanEhmedê were” û hwd…?

Heke em amraza dema bê ‘ê/dê/yê’ bi cînavk an navdêr ve binivîsin, çi dibe?

Gelo hevokên A. yan ên B. rast in, çima?

  1. Ew ê pirtûkê bixwîne.
  2. Ewê pirtûkê bixwîne.
  3. Wî/Wê bigota…
  4. /Wê bigota…

êamrazek[1] e, alîkarîya avakirina dema bê dike, loma ew ne tewang e, ne jî veqetandek e, anku ne paşpirtikek[2] e, tu sedem tuneye ku bi cînavk an bi navdêr re were nivîsandin, heke bi wan re were nivîsandin, gelek tevlihevîyan pedya dike, mijaran serobino dike, ka em bi hev re bibînin ku çi gêre peyda dibe.

Ji boyî ku mijar zelaltir bibe, em ê li şûna cînavkên hevokên B. navdêran bi kar bînin:

  1. Dîlanê pirtûkê bixwîne.
  2. Gulê bigota…
  3. Dilyarî bigota…
  4. /Wê bigota…
  5. Ewê pirtûkê bixwîne.

Ji xwe heke tîpa dawî ya navdêr bi xwe dengdêrek be, wê gavê sergêjîyeke mezintir peyda dibe:

  1. Perî bigota…
  2. Ronî bigota…

Çi bû?

  1. Di hevoka 1. de kirde[3]’ wergirt, loma wek paşpirtika bangê yan tewangê jî tê xuyakirin, ew hevok jî di dema nuha de ye û em zanin ku divê kirde xwerû be, lê ew bi xwe ne paşpirtik e û ne jî yek ji wan paşpirtikan e, amraza sazkirina dema bê ye, lazim cuda wer nivîsandin ji boyî ku serê mirov gêj nebe, ji alîyekî din ve jî, lêker jî ji rewşa dema bê ket rewşa raweya fermanî, de vêca werin vê ecêbê.
  2. Di hevoka 2. û 3. de, ‘-ê’ û paşpirtikên tewangê ne, yê’ çi paşpirtik e û li wir çi dike? Binêrin ku yê’ jî wek paşpirtikekê xuya dike, lê ew bi xwe ne paşpirtik e, bi dîtina we çi ye? Ji alîyê din ve, heke yê’ bi serê xwe neyê nivîsandin, bêhna dema bê ji wê hevokê nayê.
  • Di hevoka 4. de dirûvê cînavkan gelekî guherîye, gelo ew çi paşpirtikin ku bi wan ve bûne, loma lazim cuda bin ji boyî ku bêhna dema bê ji wan were.
  1. Di hevoka 5. de, hevok bi tevayî guherî, êdî nema ma dema bê jî, bû raweya fermanî, “Ewê pirtûkê” li vir ‘Ewêjî bû rengdêra şanîdanê, ji xwe kirpandina van her du hevokan jî ne yek e:
  • ‘Ew êpirtûkê bixwîne. (Dema bê)
  • ‘Ewêpirtûkê bixwîne. (Raweya fermanî)
  1. Di hevoka 6. û 7. de, her du navên nêr dirûvê peyvên mê li xwe girtiye.

De ji kerema xwe vê tirşik û hewdelê safî bikin û zimanê xwe di rêzên zimanên akademî de bibînin dema ku hûn amraza avakirina dema bêê bi cînavk û navdêran ve binivîsin. Wek encam jî, divê amraza dema bê bi serê xwe were nivîsandin, loma ka em mînakên jorîn serrast bikin:

  1. Dîlan ê pirtûkê bixwîne.
  2. Gulê bigota…
  3. Dilyarî bigota…
  4. /Wê bigota…
  5. Ewê pirtûkê bixwîne.
  6. Perî bigota…
  7. Ronî bigota…

Hin mînakên din:

  1. Ez ê biçim
  2. Ew ê here( here).
  3. Tu birevî( birevî).
  4. Elî                  
  5. Delalê         
  6. Min ê nên bixwara.

Têbinî: Di mînaka 9. û 10. de cînavk û amraza dema bê pev re kelijîne û bi dirûvekî kurtkirî wek ‘wê’ û ‘tê’ hatine bikaranîn, ev bikaranîn jî di nav gel de gelekî berbelav e.


HOŞENG NÎZAR NÛH
Îlon 2016

[1] Amraz: edat; daçek; أداة.

[2] Paşpirtik: paşgir; parkît; لاحقة; suffex.

[3] Kirde: subject, الفاعل.

Derbar Rêvebir

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply