Sêşem , 4 Tebax 2020

Ez Dilê Zarokekî Bûm – Rênas Roz

i.
Ez bi Xwedê re axivîm
Ez ne pexember bûm, ez dilê zarokekî bûm
Min got çima tu nahêlî zarok bijîn
Çima her zarok dimirin
Got ez poşman im
Ez bi dengê bilind keniyam
Fîq fîqa min meleyaket anîn derdora me
Bibîhîzin zarokino

Xwedê jî poşman e!

ii.
Xwedê hat gel min
Li min dirêj dirêj mêze kir
Min çavê Xwedê nedît, hîs kir
Nizanim çavê Xwedê heye an na
Ger hebe çima nabîne tiştên ku diqewimin
Ew Xwedê qey her tiştî dizane
Ji min re got; qey tu dibêjî ez kor im?
Min got
Heşa!!!

Kor ne ez ba ma, min ê çavên te bidîta

Ji min re got Xwedê
Tu çima ji odeya xwe dernakevî derve
Odeya te pir tarî ye bêhna min teng bû
Tu her bi tenê yî?
Min got
Çima tenêtî bes ji bo te ye?
Ger tu naxwazî ez tenê bimînim
Çima min ji kê hez kir te bi dûrê min xist
Te çima tixûb ava kir
Te çima dewlet kir rûyên vî erdê xwe?
Dinya te qey ji vê odeyê ronahîtir e?
Çima çavên te her li ser min in

Ka çavên te

Kenê min hat
Xwedê got tu çima dikenî
Ez dîsa keniyam, ruhstîn hat gel me
Min got
Ka pozê te Xwedêyê min
Bibîhîzin zarokino

Bêhna Xwedê jî teng dibe!

Ruhstîn ji min tirsiya û aciz bû
Berê ku biaxive, min got
Were tenê canê min heye ev jî devê te şil dike
Ev dil, min ji zarokekî emanet girt
Tu ji min bigirî?
Min got
Heyy zarokino
Bibîhîzin
Ruhstîn jî zaroka hez nake

Ew jî kal bûye

iii.
Xwedê gazî min kir
Ez çûm nik wî
Min digot belkî ji min aciz e
Êdî naxwaze min bibîne
Ji min re got
Min bêriya te kir
Bes nizanim çima min gotina wî bawer nekir
Qey Xwedê jî bêriya kesan dike?
Çi dilê te de derbas dibe ez dizanim ha, got Xwedê
Min lê vegerand
Ez çima nizanim di dilê te de çi derbas dibe?

Ka dilê te

Em çend deqeyan bêdeng man
Me nikaribû li hev mêze bikira
Min çavên wî nedidît
Xwedê çavên min didît ez dizanim

Tirsa min ji kesî tune bû ku çavên xwe veşêrim

Rojekê bes rojekê bide, min got
Min bike dewsa xwe, ezê bibim Xwedê
Ez naxwazim kes secdeya min bike
Ez naxwazim kes bi navê min kesî bikuje
Tu keyfxweşî bi navê te kuştina zarokan?
Ez ê hemû xirabiya bi dawî bikim
Belkî tu kal bûyî nikarî mijûl bibî
Dîsa ez li te difikirim Xwedayê min
Qey tu dixwazî zarok ji te hez nekin?
Ez ê hemû xirabiya dawî bikim, soz!
Dengê min dibe ku hinekî bilind derketibe
Îsrafîl hat gel me
An jî peyva dawî bala we kişandibû
Ew li benda dawî kirine dinêye bû, derveyî karê wî hebû?
Min got
Kanî hz. Mihemmed digot piştdawî qasî navbera
Du tillîya min nezike
Ger her der şer û pevçûn be
Tu çima pifî nakî Sûrê
Got, ez pir westiyam, ez ditirsim henasa min têrê neke
Min got ez dikarim dewsa te pif bikim
Xwedê keniya, min cara ewil dît Xwedê keniya
Devê Xwedê jî heye, ji min re got Xwedê
Ka berê çend deqeyan te dixwast bibî Xwedê
Niha çi bû?
Min jî got
Tu bêdeng mayî, min hîs kir ku tu hez dikî ji cihê xwe
Ez jî cihê te xirab bikim
Ez jî keniyam
Zarokino
Heyy zarokino bibîhizin
Îsrafîl jî westiyaye

Xwedê jî ji cîhê xwe hez dike

Rênas Roz
2ê Kanûna Pêşîn 2019
Hesekê

Derbar Mêvan

Mêvan

Dikarê vê jî bixwênê

Xesû û Bûk

Dinya bi dor e! Dibêjin carekê bûkek û xesûya xwe hebûne. Xesûya wê nexweş ketiye. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.