Li dinyayê lez bi bezî
Li dinyayê naz bi nazî
Destan rake ber ve bazî
Şev û rojê bike gazî
Roj heye xatiran dixwazî
Dinya ji bo te mêjîne
Şerm bike ji bo Rebbê jorîn e
Şev dibe rojê tîne
Her saniyeyê te dibîne
Qet haya te ji te tinîne
Hesabê te pir çê bûne
Deryê tewbê vekirîne
Tu bisekine, bez bi bezî
Bes bike kîn û xerezî
Bimirî biçî axa tazî
Mar û aqreb tev bi te gezî
Çerm û hestiyê te tev bi rêzî
Bes bike dinyaya rezîl,
Bes bike kîn û xiybetê
Qencî bike çi qas ji te tê
Ew e zada axîretê
Mirin heye li pey te tê
Rojek diçî felaketê
Şerm bike ji Rebbê Îzzetê
Daye te av û nîmetê
Ku tu dixwî keyfa te tê
Qey tu nizanî qîmetê
Me ev dinya tev li hev kir
Helal heram me ber hev kir
Xelqê xwarin me zerar kir
Heya nefsê te çawa kir
Ez qerşîn bûm te deng nekir
Min ji Rebbê xwe min tewbe nekir
Vê dinyayê ez pîr kirim
Qîz û kuran ez ji bîr kirim
Milk û malên min temam birin
Rojek li min nafikirin
Wey felekê me çawa kir?
Dinya li te pir şîrîn e
Çerm û hestiyê te pût bûne
Tê de nema damlek xwîne
Yê te dîtin ka li ku ne?
Dost û ehbab wenda bûne
Qelbê te daîm bihar e
Roja te çûye wê êvare
Yê te ne dost man, ne jî yar e
Ax gazî te dike sê car e
Man e birçî mişk û mar e
Te ne girt kar û bar e
Hey hewar e, sed hewar e
Îro berya me bostan e
Yê me dixapîne şeytan e
Karê xwe bike firset man e
Bixwîne Yasîn û Qur’an e
Ew delîlê me hemûyan e
Heya nefsê nefsan pîrsî
Qet li halê xwe napirsî
Mirin heye, qet tu natirsî
Ezraîl li pey te direqisî
Qe guh nedin dinyayê
Kesê îmdada me nayê
Lewra ku qencan berdayê
Xwe xelaske ji sefayê
Hûn bitirsin ji Xwedayê
Ew tên te wê bibe fenayê
Umrê te ji dinyayê xelas
Tu nabî qet perçeyê lîbas
Çûyî qebrê tazî û pêxwas
Ji her tiştî bûyî xelas
Qebra te tarî û teng e
Nekîr û Minker dike denge
Nekîr û Minker têne qebrê
Qet li kesî nakin sebrê
Derba wan li ser me hazir e
Çavên wan wek agir e
Ne rûşwet û ne xatir e
Ya cennet e yan agir e
Ji herdukan yek hazir e
Weyla qebrê, mala min ê
Hemû çûn ez hîştim tenê
Mar û mişk tev hatinê
Mar û mişk li qebran dimeşe
Dixwin wê cîgera reş e
Qiyamet rojekê germ e
Roj da dikeve hin da ser me
Hestî heliyan nema çerm e
Me ji Rebbê xwe gelek şerm e
Ketine rêka qîyametê
Cîgera me agir ketê
Tev poşman in wê saetê
Îmdat ji Rebbê Îzzetê
Qîyamet rojek dengîn e
Zalim zilma xwe dibîne
Tev kirinên xwe poşman bûne
Cennet ji bo me war nîne
Cehnem dibê: “Ji min re bîne?
Roja min e ez birçî me”
Qîyamet agir û nar e
Gunehkar mane bê çare
Ne gazî ye ne hawar e
Îmdat jê re bê cebar e
Heya resûle ûmmetê
Xweyê mora nûbuwetê
Tu kes nakeve hicetê
Sebra me li navê te tê
Tu li me bikî şefaetê
Berê me bidî cennetê
Hewar roja qiyametê
Ya resûlê ummetê
Xweyî cuza şerîetê
Berê me da terîqetê
Ser xatira heqîqetê
Bike şev û roj taetê
Biçine bal Rebbê Îzzetê
Bikin keyf û lezzetê
Hawar roja qîyametê
Tu Resûlê pir şîrîn î
Tu Mihemed Emîn î
Ehd û soza xwe pêk dînî
Her roj Cebraîl dibînî
Emre Rebbê xwe dihêlînî
Şefaat ya Resûlellah
Tu Resûlê me hemûyanî
Nûra pêxemberan î
Destegirê feqîranî
Hafizê cûmle Qur’anî
Tu Resûlê pir mezin î
Him seyîdê îns û cinnî
Şev û rojê sebra min î
Şefaat ya Resulellah
Tu Mihemmed Emîn î
Te qezenç kir dînê mûbîn
Li exretê tu me bibînî
Şefaat ya Resûlellah
Ew Mihemmed xweyî tac e
Herkes ji bo wî mihtac e
Tu kes nabe îlac e
Şefaat ya Resûlellah
Ya Muhammed Mistefa
Te dît li Sîdretûl Munteha
Qab û qawseynê xwe giha
Şefaat ya Resulellah
* * *
Dinya dinya, dinya fanî
Li min xayîn bû, min nezanî
Rih û canê xwe li ser danî
Helal heram tev de anî
Nefsan ji rê deranî
Temam nebû kuçik û xanî
Te bi xwe dikî û tu dizanî
Gelek nema tu nîvanî
Kurik dibêje:
Hey lo babo ka tu rabe
Ser te bûye şîn û girîn e
Çavan veke me bibîne
Vê car neçe rûh şêrîn e
Xwe şaş neke şehde bîne
Wele babo ziman nayê
Sekerat de ketiye belayê
Bav bangê jina xwe dike:
Wey jinikê, wey jinikê
Tu heval bê yar dikî
Ez hê li dinê me min qijikê
Rûhê min hat ser sîngikê
Ez ditirsim vê gavikê
Li rex min rûne tu bi Xwedê
Ezraîl hat avê bîne
Li ser min bixwîne Yasîn e
Şeytan dûrke min dixapîne
Wey lê dayê, wey lê dayê
Rûhê min çû êdî nayê
Min ne destnimêj û ne nimêj e
Sekereta min dirêj e
Yasînê li ser min bibêje
Gelê bira neçin rûnin
Ezraîl hat hûn nabînin
Yekî sehwen min ditirsîne
Ew cîgerê min dikêşîne
Îro ez im sibê hûn in
Hûn bitirsin ji mirinê
Ezeb heye li vê dinê
Ezraîl ket ser sînga min
Xûrxûr xistiye bedena min
Naçe nayê nefesa min
Sekiniye çav û zimanê min
Firset firiya ji destê min
Fikirê rakin ji halê min
Feyda nade mal û milkê min
Hûn ketine keyf û sohbetê
Nakin e zîkr û îbadetê
Naçine nimêja cemaetê
Bigrin rêka heqîqetê
Sibê du sibê mirina we tê
Hûn ê poşmam bin li qiyametê
Ev mirina han gelek zor e
Dost û cîran digrîn dûr e
Li ser min digrîn hûr û hûr e
Qebr teng e, gelek kûr e
Marên mezin tê de ciwan in
Ser keçel in, bê wijdan in
Ez feqîr im rizqê wan im
Dîtina min li we hindik e
Hûnê min bişon kefen bike
Hêdî hêdî min rê bike
Min teslîmê qebran bike
Emaneta Rebbê min bike
Ew gewdêrê sewala ne
Nekîr û Mûnker jor de han e
Ketime derbê giran e
Dadikevin çi zoran e
Li min ne dost û ne biran e
Çavê min li Rebbê Rehman e
Cîran:
Wey mirinê, wey mirinê
Te çiqas xelkê hiştine tenê
Leş dirêzin, kûrm didinê
Warîs diçin malxwarinê
Jinikê êdî sebir nekir
Çavên xwe li mêrekê dî kir
Wey mirinê qebra xedar
Sara cemidî ya we ku dar
Ji herkesî re şerbet e
Mewt û mirin yek saet e
Caba mirinê cabê sar e
Ji herkesî re yek car e
Me nekir tu kar û bar e
Her roj roja me xisar e
Du car nayne dinyayê
Firseta xewş her roj nayê
Mirin heye heqê me ye
Azraîl tê bi keyfa xwe ye
Mirî dibêje:
Wey Ezraîl li min tewbe ye
Got: “Tewba te bê feyda ye”
Modet nade min yek saniye ye
Mûnker û nekîr:
Ya însan tu nîvanî
Hatî cihê îmtîhanî
Tu xeşîmî tu nizanî
Roj heye tu poşmanî
Mirovê li ser qebrê:
Tu lez bike bilezîne
Zîkrû wîrdan ji xwe re bîne
Tu Qur’ana xwe bixwîne
Dinya fanî derewîne
Alim rabû vî zemanî
Xwendina van wek stranî
Heqîqetê goh nedanê
Mala wan çû ye wêranê
Ew zaîf in ji îmanê
Hinek hene nîv mela ne
Ew ser navê xwe bela ne
Xwendina wan wekî wan e
Xewa me aşê wan e
Dînê Îslam şêrîn e
Qatikê masiyên wî tinîne
Hewcê Xwedênenasa nîne
Dîn yek e cudahî tinîne
Amedekar: Paşa Amedî
Gotin:Mele Hesenê Botî