Exlaqê Qenc (Xutbe)

 

وَلْتَكُنْ مِنْكُمْ أُمَّةٌ يَدْعُونَ إِلَى الْخَيْرِ وَيَأْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَيَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنْكَرِ وَأُولَئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ (104) آل عمران

Bawermendên birûmet!

Xuda Teala, ji bo ku mirovahiyê ji tarîtiya kufr û şirkê derêxe û îman û exlaqê qenc di wan de bide bicîkirin, pêxember û kitêbên pîroz rêkirin.[1] Xuda Teala tu car mirovahî bê rêber nehiştiye. Di dawiyê de Qurana pîroz û pêxemberê xwe Muhammed Mistefa rê kiriye. Armanca dînê Îslamê ew e ku baweriya yekîtiya Xuda di qelbê mirovan de bi cî bike û wan bike xwediyê exlaqê qenc. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha ferman dike: “Gelî ehlê kitêban! Pêxemberê me hatiye bal we da ku ji we re gelek daraz(hukm)ên  ku we jê vedişart eşkere bike û gelek şaşiyên we jî dibore. Bi rastî ji bo we, ji cem Xuda Teala, ronahiyek (Muhemmed) û kitêbeke diyar (Quran) hatiye. Xuda Teala, bi Quranê kesê ku li rizaya wî bigere, dibe riya xilasiyê, bi vîna xwe wan ji tarîtiyan derdixe, ronahiyê û riya rast û dirust (îslamê) nîşanî wan dide.”[2] Pêxemberê Xuda sedema rêkirina xwe wiha tîne ziman: Encax ez ji bo temamkirina exlaqê qenc hatime rêkirin.[3] Qurana pîroz, pêxemberê me wiha bi me dide naskirin: ” Bi rastî tu, xwedî exlaqekî mezin î.[4] û “Sond be  ji bo we, di Resûlê Xuda de, ji bo wî yê Xuda û roja dûmahiyê  hêvî bike û Xuda Teala pir bi bîra xwe bîne, nimûneyek qenc heye.”[5]

Misilmanên birûmet!

Qurana pîroz, di gelek ayetan de, behsa eqîde, îbadet û exlaqê bi hev re kiriye. Ev jî girîngî û pêwendiya di nav îman û exlaqê de dide xuyakirin. Têgeh (peyv)a exlaqê, temamê hal û herekeyê mirovan di xwe de digre. Ji hikmeteke îbadetê ye ku berê mirovan dide bi bal exlaqê qenc ve. Ji bo vê yekê exlaq eyneya mirovan e. Pêxemberê Xuda wiha dibêje: ” Ji hêla îmanê ve, mirovê herî qenc, ew e ku li hember malbata xwe bi şefqet û merhemet û yên xwedî exlaqê qenc be.”[6]

Bawermendên birûmet!

Qurana pîroz, misilmanên qenc wiha dide nasîn.Ewên ku di rojên tengayiyê de  feqîran têr dikin, wesiyeta rastiyê li hevdû dikin, ew hidûdê ku Xuda Teala danî jê derbas nabin, nêzîkê xirabiyên xef û eşkere nabin, di terazî û şehînê de hîleyan nakin, soza ku didin lê xwedî derdikevin, li hember dayik û bav, eqreba, cîran û hevalên xwe exlaqê xwe qenc dikin. Parastina exlaqê qenc emrê Xuda Teala ye. Belê çi gava mirovek karek nebaş bike, ji malbata wî heta bigihîje civakê, tev zerarê jê dibînin. Ji bo vê yekê, çi gava mirov karek nebaş dît, pêwîst e li hember wê mirov bêdeng nemîne, lewre bêdengmayina li hember xirabiyan, dibe sedema belavbûna xirabiyê li nav civakê. Belê ya pêwîst ew e bi zimanekî xweş mirov wî hişyar bike û teşwîqa wî bike li ser exlaqê qenc. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeta me derbaskirî diqedînim: ” Bila hinek ji we hebin, emrê mirovan bikin bi qenciyê û men’a wan bikin ji neqenciyê. Ha ew in yên ku xilasbûyî.[7]

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1] – Hadîd 9.

[2] – Maide 16-17.

[3]– İmam Malik, Muwqetta,hunsu ‘l Hulk 8, 11/904

[4]–  Qelem 4.

[5]– Ehzab 21.

[6]– Et-Terxîb 182.

[7]– Alî  Îmran 104.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 30

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ 1. اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ 2. لَمْ …

Leave a Reply