Xwedê jê razî be, Bedîuzzeman Mele Saîdê Kurdî; Muceddîdê esra bîstan e.
Sê xesletê Ustad ê bitaybet hene, lê belê wekî din li tu kesê zanyar û alim tune bun.
Ew taybetmendîyana tenê ayîdî Mele Saîdê Kurdî ne.
- Hafizaka biquwwet, li ser hebû, qet bîra nedikir.
- Cesareteka mezin lê hebû, û qet ne ditirsîya.
- Şehewet; Yanê xwesteka, mal, milk, jin , zarokan lê tune bû, micerret bû.
Ew sê xesletana bi tevayî heta naha li kesekî ne hatine dîtin. Ew hersê taybetmendîyana bi hev re ayîdî Ustad in.
Li ser taybetmendîya yekemîn; Di kitêba xwe ya Tarîxçeyê de dibêje;”Min heştê kitêb xwendinû hifz/jiber kir. Her sê mehan carê ew heştê kitêba min di hifza xwe da bi tekrarî bi bîr dihanî û di sê mehan de xilas dibû.
Dîsa di wê kitêba xwe da dibêje;” Ez demekê,li ser Qur’ana Pîroz xebitîm. Rojane, du cûz, 40 rûpel min ezber dikir,piranîya Qur’anê min jiber kir, duvra min got bila bi bez xwendina li hember Qur’anê bê hurmetî nebe, ew hifz- kirina min terikand.”
Ustad, teqrîben;130 kitêb, 6000 rûpel nivîsandîye. Çaxa nivîsandinê de dibêje; “Ew mesela di filan kitêbê de, di filan heqîqetê de di filan noqtê yê de min nivîsandîye, hewaleyî wê derê dike. Ev buyerena hafizakî pir î bêhemta dixwaze.
Li ser taybetmendîya duyemîn, li ser tirsê, di Mektuba sêzdemin de dibêje;” Serguzeşta jiyana min şahîde ku eger min meslega heq dîtibe tirsê nikane destê min bigre û min asteng bike, nikare astengî jî bike.” “Him ma ez ê ji ber çi bitirsim? Ji bilî ecelê min tu pêwendiya min bi Dunyayê re tuneye; Qeyta zaro û zêçê min tuneye, ya mal û milkê min jî tuneye, pêwendiya şeref û xanedana xwe jî nakim.”
Di Mektuba 29an de; ”Tirs li du sê çar îhtimalan yek be , hetta ji pênc, şeş îhtimalan yek be îhtîyatkirin lazim e.” Dibêje.
Di Mektuba 29an de dibêje;” birayê min çaxa hukûmeta Îngilizê cebbar û dagirker li Sitembolê, bi devê çapemenîye li dijî wan peyîvandin, li sedî sed tehluke bû, dîsa tirsê destê min ve nekişand min bersîv bi tifekê da papazê wan.”
Bûyere ka, ku di esaretê de bi mirovê Çarê Rûs re Nîkola Nîcolawîçra derbas dibe û çaxa ku li Enqerê M.Kemal re hevpeyvînê dijwar çê dibe, li sedî sed tehluka xwe hebû, dîsa jî, peyva xwe, bê tirs li ruyê wan dixist.
Li ser taybetmendiya sêyemîn, ku şehewet û xwesteka beşeri ye. Ustad ne malek çê kirye û ne jî, zewiciye. Her tim li sirgun û esaretê, li heps û zîndanan jiyana xwe derbas kir ye.
Dîsa di kitêba xwe ya Mektubatê de dibêje;” Ne malê min, ne milkê min , ne xanedana min heye.” Her tim temamê mal û milkê xwe di sepetekê de bi tilya ka xwe hildaye. Di Mektuba 16mîn de dibêje;” Hem madem dostê Dunyayê û rutbeyên wê heta ber deryê gorê ne, (naxwe) yê herî bextîyar ew ê ku; Ji bo dunyayê axreta xwe wenda neke. Axreta xwe fedayî dunyayê neke, jiyana xwe ya sermedi ji bo jiyana dunyayê xerab neke. Xwe wekî mîvan qebul bike, li gor fermana Xwedyê misafirxanê tev bigere. Bi selametî deryê gorê veke û têkeve bextîyarîya ededî.” Di vê jîyana xwe ya temen dirêj de, jiyana wî ya jîndeyî delîlê wê taybetmendiya wî ye. Xwedê Rehma xwe leke.
Adem OGAN