justice concept with gavel, book and scales of justice

Ew Herne Erş

Zalim çiqas hov û har bin

Ew herne erş wê werne ferş

Bi xezeba koremar bin

Ew herne erş wê werne ferş

 

Kufir dayo, zulim nayo

Zalim çiqas zulmê bajo

Ew herne erş wê werne ferş

 

Bê edalet dinya reş e

Lewra jiyan pê dimeşe

Agir ji zalim biweşe

Ew herne erş wê werne ferş

 

Ji heqê xwe kes nabore

Çerx digere dor bi dor e

Ketin heye, talî gor e

Ew herne erş wê werne ferş

 

Sebir tahl e, agirîn e

Fêkiyê wê hunguvîn e

Ey Tekoşîn vê bibine

Ew herne erş wê werne ferş

 

Mehmet Beytut AYDIN

(Tekoşîn)

 

15.03.3016

Batman

(Diwana 2yan Helbest/19)

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 30

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ 1. اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ 2. لَمْ …

Leave a Reply