Evîneke Melodramîk * Hesenê Metê

Bi navê sofî Bengî pîremêrekî gundî li perê gund, li hêla rohilata jorîn, bi qasî ses werisan ji kaniyê dûr, li ber dîwarê goristanê rûnistiye û eniya xwe daye taveke pasnîvroya payizî. Carina serê xwe dixe ber xwe, gopalê xwe di erdê re dide û dikeve ramanên kwîr. Di careke wusa de bi dengê pîrejinekê ji wan ramanên xwe dibe:
– Ez dinerim ku te wekî dîkekî pîr sîngê xwe daye tavê, sofî?
Bêyî ku dîkê pîr serê xwe rake, xwediyê deng nas dike û di ber xwe de dibê:
– Zela pîrejin, de ka tu jî were li kêleka min fena mirîskeke pîr sîngê xwe bide tavê.
Kenekî hûr û pîr bi herduyan jî digire. Zela pîrejin tê, benê tûrê xwe sist dike, ji pista xwe dixusikîne xwarê, li ser lingan hinekî xwe ji hev vedikisîne, li kêleka sofî Bengî rûdine û bi pilepil dibê:
– Bi navê Xwedê ez ji çogan de ketim îro. Ev çi ye, gidî!
Sofî Bengî li tûrê wê dinêre û bi manedarî dibê:
– De tu jî çogên xwe bisikîne û li mala xwe rûne. Çi ye, di vî salî de jî hîna tûr li pista te ye û tu digerî!
– Ê… ez çi bikim, sofî? Min tûrek pîvaz bir gundê jorîn. Ez dibim ji xwe re bi girar û sorbê didim û têm. Çi bikim? Ku min du sê carên din jî bibira, êdî têra min û vê zivistanê dikir. Rewsa min dest nade, ha. Lêê!… ma xema te ye! Te zarok hene, te rez û pez hene… Xwezila min bi dilê te! Ca binêre, tu jî li vir rûnistiyî û ji xwe re li keç û bûkên ser kaniyê temase dikî. Ma xema te ye!
– Tu gunehê min dikî hustuye xwe, Zelê. Xwe gunehkar neke!
Zelê herdu desten xwe ber bi gornên hawurdor vedigire û dibê:
– Sikir ji Xwedê re heta nuha jî… ez bi van hemû ruhen pîrozwer sond dixwim ku gunehkariyeke heri piçûk jî ne bûye para min. Dema ku pîvazan jî dipîvim, hertim çar pênc seriyan zêde didim. De ka tu li xwe mikûr were û bibêje! Bêbêje bê te çi gunehkarî kirine.
Bi vê gotina Zela pîrejin re tistekî mîna gunehkariyê bi sofî Bengî ve xuya dibe, serê xwe ber bi jor radike, keserekê vedide, vedigere ser pîrejinê û dibê:
– Ma xortaniya te tê bîra te, Zelê?
– Çawa nayê bîra min? Xortanî xwes bû.
Di wê navberê de çavên herdu pîran li kaniyê dinerin û dibînin ku keç û bûkên gund avê dikêsin, bi hev henekan dikin û dikenin. Pisirîneke sivik li ser lêvên sofî Bengî diyar dibe û di ber xwe de dibêje:
– Ma di xortaniyê de dilê te jî ne ket kesekî, Zelê?
Zela pîrejin bi kenekî saxikane destê xwe li ba dike û dibêje:
– De êdî sal li me bûn sêst. Ez nizanim çima tu çêlî van tistan dikî, lê dilê min ne ket kesekî, na. Ma bavê min î rihmetî tew ne hist ku! Ez çend salî bûm, Xwedêyo! Çardeh… an jî panzdeh. Ez dam Pûto û tu dizanî bê ew jî bi çi rewsê mir… min ne zarok û ne jî pasmêrek. Ketin ber gunehên min. An ne ma çima min ê anuha tûrê pîvazan bavêta piyê xwe û gund bi gund bigeriyama.
Li vir mina ku dilê sofî Bengî bi Zela pîrejin bisewute, bi çavekî dilovane li ruyê qermiçî dinêre, dîsa keserekê vedide, du sê caran serê gopalê xwe li erdê dixe û dibêje:
– Ez nizanim bê Xerziye kurê Leto tê bîra te an ne.
– Xerzî? Xerziyê Leto… erê, wîî… Xaltiya Leto! Çawa nayê bîra min, fitîl û dezî difirotin.
– Rast e, xwediyê dikaneke piçûk bûn. Dikana Xerziyê lawê wê bû. Anuha jî li bajêr li kuça pês mizgefta kesk mêrik xwediyê dikaneke mezin e. Lê êdî ne gund û ne jî gundî li ser guhê wî ye. Di wan deman de ji vir bar kirin û anuha hertist ji bîra kiriye.
Kuxukeke bêwext bi Zela pîrejin digire û dibê:
– Erê, erê… ihi ihii… ez dizanim anuha bas tê bîra min. Di salê me de bû.
– Belê, gunehkariyeke bêmane ye. Heta nuha jî min ji kesekî re ne gotiye. Lê ez ê anuha ji te re bibêjim…
Pêsiyê tirseke bêyom bi lasê pîrejinê digire ku sofî Bengî ê çi bibêje. Lê dû re ev tirsa dibe weke dilpekiyeke xwes, loma bi mereqdarî xwe ber bi sofî Bengî dike û guhê xwe lê radigire. Sofî Bengî gotinên xwe didomîne û dibê:
– Bi xwî û tevgerên xwe, wekî Xerzî xortekî din jî di gund de tune bû. Xortekî piçekî seyr bû. Hertim xerîkî xwe bû. Di çav herkesi de baqilekî wusa tune bû. Bi tiliyan nîsanî hev didan û digotin: “Me jî lawekî wusa hebûya!” Dema ku bav an jî dêyekê bixwesta nerindiya kurê xwe bida ber pozê wî, ew ê bigota: “Ma tu jî law î! Ca li Xerziyê kurê Leto binêre!” Gelek caran bavê min gotinên weha didan ber pozê birayê min î mezin. Xortên di hemsalên Xerzî de li wî dinerin, ji hêlekê ve jê hêrs dibûn û ji hêlekê ve jî çavnebarê wî dibûn. Ji ber vê yekê birayê min î mezin carekê bi xençerê heta hundurê malê da pey wî. Diya wî werîs hanî di hewsa me de havêt giliyê dara tûyê, xiste hustuyê xwe û ji bavê min î rihmetî re got: “Ez ê xwe di ser we de bixeniqînim!” Wusa kir û hemû sêniyên gund hanî temasa xwe.
Mîna ku li wan demên buhurî temase bike, pisirîneke sivik li ruyê pîrejinê peyda dibe, vedigere ser sofî Bengî û dibê:
– Wey Xwedê te bihêle, sofî, mêze van gotinên te ez birim wan deman û anuha bas tê bîra min, lê ev tistên weha çawa di bîra te de mane?
– Tu guhdar bike, ez ê anuha ji te re bibêjim bê çawa di bîra min de mane. Rasterast sitranek e, sitraneke dirêj e. Di wan deman de Xerziyê Leto dilketiyê te bû…
Xwedê dizane di jiyana pîrejinê de ev cara pêsîn bû ku tistekî weha dibihîst. Dibihîst ku dilketiyekê wê jî hebûye. Bi vê hevokê re pêsiyê mîna ku di aveke sar de bibe, dû re ev ava ha lê germ dibe, tistên xwes di ruhê wê de dilivin û bi mitûmatî ji niska ve dibê:
– Dilketiyê min?
– Erê, dilketiyê te bû.
Mîna ku bixwaze careke din jî û yeke din jî û hertim vê hevoka ha bibihîse, dibê:
– De tu jî ji xwe re henekan dikî, lo! Ma anuha dema van gotinan e tu ji min re dibêjî?
– Ez bê henek dibêjim, Zelê. Ez dizanim êdî vegotina van gotinan jî pere nake, lê dîsa jî ez dixwazim bibêjim û… wusa biçim hafa Xwedê.
Tistên weke mitûmatî, tevlihevî û dilpekî li pîrejinê diyar dibe, ji bo bihîstina vê arsîva kevin xwe amade dike û hinekî din jî ber bi sofî Bengî tê.
– Belê, dilê wî keti bû te. Her cara ku ba lê dihanî, dihat li ser vê kaniyê, di riyên avê de li bendî te disekinî ku te bibîne. Dema ku çav li te dixist, pêjnên dilê wî dipekiyan û evîna wî lê diaziri.
Zela pîrejin serê xwe xistiye ber xwe mîna ku li wan demen xwe binêre û heyfa xwe pê bîne, di ber xwe de:
– Haya min jê tune bû, dibêje. Çima rojekê yek ne sand û ev evîna xwe bi min ne da zanîn! Di tevayiyê jiyana xwe de min jî weke herkesî mizgîneke weha dipa. Lê…
Sofî Bengî didomîne:
– Lê… ji ber hinek astengên seytanî, dildariya dildarekî hertim dûrûdirêj dajo û dû re dikeve rewseke serhildanê, Zelê. Tew ne girîng e ku te hay ji vê evîna wî hebû an ne. Bi awayekî diviya bû wî bala te bikisanda ser vê dildariya xwe. Lê bi kîjan rê? Ji bilî Xerzî û Xwedê kesekî bi vê yekê nizanî bû.
Dilê pîrejinê tenik dibe û bi rewseke xemgîn dibêje:
– Bila dismalek daniya ser riya min, bila moriyek bavêta satila min.
– Na! Ji bo haydariyê, riya ku keti bû serê wî ev bû: Diyîna zarokekî ku bi kêrî vî karî were. A ew zaroka jî wê çaxê ez bûm, Zelê.
Sofî Bengî hinekî li hawurdora xwe dinêre, ciyê xwe xwes dike û gotinên xwe didomîne:
– A li vir, rasterast li ber vî dîwarî û weke anuha tê bîra min ku ew jî li vir rûnisti bû. Li kaniyê temase dikir. Ez jî ji nav rezan û di vê riya ha re dihatim. Bi dengekî sermest banî min kir. Ez hatim û li vir, li pês wî sekinîm. Pistî ku hinekî li min nêhirî, ji min re got:
“- Ku ez ji te re tistekî bibêjim, tu ê bikî an ne?” Min jî bi awayekî zarokane gote:
“- Ez ê bikim.”
Li gel vî ciyê xewle jî Xerziyê xortûxama bi tirs û dengekî nizm ji min re got:
“- Lê divê kesek pê nizani be, ha!” Min pê da zanîn û gotê:
“- Ez ji kesekî re nabêjim.” Lê ji bo ku Xerzî bas ewle be, gotinên xwe duçar kirin û got:
“- Binere, Bengo! Ez ji te re dibêjim, lê bila di navîna min û te de bimîne. Ku ji devê te derkeve…” Vê carê min serê xwe jî ber bi jor kil kir û gotê:
“- Na, ez ji devê xwe dernaxim.” Xerzî bi tirs û dilpekîn keserek veda û bi dudulî got:
“- Lê ez newêrim bibêjim…” Min jê ne pirsî ka ew çima newêre bibêje. Bi tevgera zarokekî ez li pêsberê wî bêdeng sekinîm. Lê mereqdariya dilê min ji ya mezinekî jî bêtir bû. Nola ku bixwaze tistekî ji min fam bike, Xerzî li nava çavên min nêhirî û li gotinên xwe zêde kir:
“- Ez ditirsim ku li deverekê ji devê te derkeve û ez bihetikim.”
Min dîsa dengê xwe ne kir û sozek ne da wî. Êdî min li wî jî mêze ne kir, mîna yekî ku ji anuha ve xwe gunehkar bibîne, tenê di ber xwe de min li pozikên solên xwe nêhirî. Lê ji aliyekî ve jî ez bas pê ewle bûm ku ew ê ji min re wê daxwaza xwe ya vesartî bibêje. Wusa jî bû. Wî gotinên xwe domand û got:
“- Ma tu ê sozê bidî min ku tu ê ji kesekî re nebêjî?” Min serê xwe ber bi wî bilind kir û gotê:
“- Erê, ez sozê didim ku ez ê ji kesekî re nebêjim.” Bi vê hevoka xwe re min destê xwe li hemêliya piyê xwe jî xist û gotê:
“- A bi vê hemêliya ha, ez ê ji kesekî re nebêjim.” Li vir min dît ku ew di rewseke çawa dijwar de ye. Mîna ku daxwaza mêranî an jî dilovaniyekê ji min bike, bi hêviyekê li min nêhirî û got:
“- Binere, Bengo, ne ku ez bi te bawer nakim… Bi Xwedê dema ku ez li te dinerim, ez dibêm qeyê tu birayê min î piçûk î. Lê divê tu bizani bî ku ev ne karekî zarokan e. Divê ji devê te dernekeve.” Min dîsa serê xwe tewand û di ber xwe de gotê:
“- Ez dizanim ku divê ji devê min dernekeve.”
Nola ku ez germiya xwîna di lase wî de hîs bikim, resbûna berên çavên wî û sorbûna ruyê wî bibînim, min hevokek bihîst:
“- Ez ji Zelê hez dikim!”
Li vir bi bihîstina vê hevoka derengketî re xwîneke xortanî di lase Zela pîrejin de digere, dilê wê dipeke, du sê dilopên bêserm ji çavên ximamî têne xwarê û di dilê xwe de dibê: “Çima min çel sal berê ev tista ne bihîst!”
Sofî Bengî didomîne:
– Lê Xerzî ewqas ji niska ve û ewqas zûzûka ev pênc peyvikên xwe gotin ku bi xwe jî bi guhên xwe bawer ne kir… bawer ne kir ku wî çawa got. Ez têgêhîstim ku ev hevoka wî ji dev filitî. Bi gwînekî zer tavilê li ber min geriya û got:
“- Lê ez bi gorî, divê tu ji kesekî re nebêjî. Divê ev pir û pir bi dizî be. Binere, ez dizanim ku tu ne wekî wan zarokên nerind î, baweriya min bi te heye û loma… loma min ji te re got. Ji bo min tu ji birayê min î piçûk jî çêtir î. Bi Xwedê ku ji deve te derkeve, êdî… êdî ji bo min mirin e. Divê ez êdî biçim û rasterast xwe bikujim…”
Zela pîrejin bêyî ku li sofî Bengî binêre, destê xwe davêje pêsa fîstanê xwe, bi fiskefisk dev û pozê xwe paqij dike û dîsa di dilê xwe de dibêje: “Çima te serm dikir, Xerzî? Ma tistekî ewqas bi tirs bû, beranê min?”
Sofî Bengî bi boça gopalê xwe dilîze û dibê:
– Min didît bê ev dildarê reben çiqasî bi tirs e. Lê ez bi xwînsarî li pas xwe zivirîm û min jê re got:
“- Na, ez ji kesekî re nabêjim.” A di wê gavê de min dît ku tu jî li ser kaniyê yî. Bi kulîlkên gir û zer fîstanekî sînokî li te bû…
Zela pîrejin bi çavên silekî li sofî Bengî dinêre, peyva wî dibire û bi xemgînî dibêje:
– Ew fîstanê min anuha jî li ber çavê min e. Min pir jê hez dikir. Xelkê jî digotin: pir li te tê.
– Belê, Xwedê dizane çavê Xerzî jî di wê gavê de bi te ket.
Xwedêyo, Xerziyê dildar çawa diricifî, çiqas nerihet bû! Ji wî wetrê min ê devê xwe ber bi kaniyê vekira û biqîriyama. Tavilê bi lêvên lerzok vegeriya ser min û got:
“- Li min bibore, birayê min î sîrpak. Ku te divê, dev jê berde û ji bîr bike. Lê ku ji devê te dernekeve…” Bi vê gotina xwe re destê xwe di bêrîka xwe de kir. Min jî ew hevoka wî dubare kir û gotê:
“- Na, ji devê min dernakeve.” Xerzî ji bêrîka xwe seyekî sor derxist, dirêjî min kir û got:
“- Bila ji nuha ve ev seyê ha xelat… ewk… bila yê te be. Min digot tu ê bikevî navîna min û Zelê ku bizani bim ka ew jî ji min hez dike an ne.”
Çavên Zela pîrejin zîq li tûrê wê ye. Lê guhên xwe wusa daye ser sofî Bengî ku ew guhên giran anuha bêyî kêmasî hertistî xwes dibihîse û di dilê xwe de jî weha dibê: “Min ê çawa ji te hez nekira, Xerziyê min! Ma tew min hay jê hebû, berxê min!”
Ev xemgînî û bêdengiya Zela pîrejin bala sofî Bengî dikêse, dizivire ser vê rewsa wê û dibê:
– Ez dizanim bê vekirina vê bûyerê êdî bi kêrî tistekî nayê, Zelê. Bûyera ku di demekê de vatiniya min bû! Ji bo pêkanîna vê vatiniyê, Xerzî gelekî ji min lava kir û got:
“- Ku te ev karê ha bikira, te çi bixwesta min ê bida te. Ez di dikanê de me, ku pêwîstiya te ji çi hebe, tu were ba birayê xwe û ji min re bibêje. Ne pêwîst e ku tu bikirî. Ez ê bê pere bidime te…” Dû re destê xwe di ciyê berê de kir, vê carê neynikeke piçûk û çargose derxist, got:
“- Viya jî bide Zelê.” Min se û neynik herdu jî berdan bêrîka xwe.
Mîna ku min bisîne ser mirine an jî devereke wusa, destê xwe di serê min re da û got:
“-Jê re bibêje ku Xerzî ev neynika ha ji te re sandiye. Ji te hez dike.”
Li vir êdî Zela pîrejin bi deng digirî, sofî Bengî jî mîna ku destanekê kat bike, didomîne û dibê:
– Herweha sev û rojên Xwedê dan pey hev û li hev buhurîn. Gelek caran min jî xwe da serê riya avê û li bendî te sekinim, li hawurdorê kanî û bîrê geriyam, bi mebesta tîbûnê min ji satilên te av vexwar, lê tu carekê jî tirsa dilê min rê neda ku ez neynika çargose dirêjî te bikim û evîna dilê wî rebenî ji te re vekim, Zelê.
Zela pîrejin berê xwe bi sofî Bengî de dike û di nava giriyê xwe de dibê:
– De ka bibêje bê tirsa te ji çi bû, sofî kurmî! Bi kêmanî te dikanî bû li ciyekî xewle ji min re bigota.
– Ev ne tistekî ber bi aqilan bû. Erê, ez hinekî piçûk bûm. Lê di wî salî de êdî min jî dizanî bû ku dil û dildarî çi ye, bi gotineke din min jî êdî dizanî bû çima jin û mêr ji bo hev hatine afirandin. Ji ber vê yekê heta demeke dirêj jî, min ji Xerzî serm kir û xwe jê vesart. Lê êvara rojekê ez çûm dikana piçûk, pistî ku min dît dikandarê me bi tenê ma, min bi dengekî nizm gotê:
“- Min Zelê dît. Min jê re got… min got, Xerzî ev neynika çargose ji te re sandiye. Pir ji te hez dike.”
Zela pîrejin bi hêrs û enirin di ser sofî Bengî de dibê:
– Te ruyê xwe res kiriye!
– Belê, pistî van gotinên xwe, ji rûresî min rabû hêdîka paçekî soravî ji bêrika xwe derxist, dirêjî wî kir û min gotinên xwe yên xêrê jê re vekirin:
“- Zelê ji min re got: Ez jî ji wî hez dikim, pir jê hez dikim… loma ez vî perçê pîneyê piçûk weke diyari jê re disînim.”
Zela pîrejin bi rewseke bêhêvî destên xwe vedigire û di ber xwe de dibê:
– De ka çi xêr di van gotinan de heye?
– Belê, dikandarê ku çav li pînê soravî xist, mîna ku his û aqil ji serê wî biçe, sar bû û bi devjihevî heta demekê jî bêdeng ma. Xwedê dizane di xeyalên xwe de bi te re li newalên kwîr û ciyên xewle digeriya. Dû re bi dilekî sa zivirî ser min, ew pîneyê ha ji dest min girt û got:
“- Ez çavên te bixwim, Bengo! Bi rastî jî tu jîr î, tu çavê min î! Bavê lawikan!”
Zela pîrejin êdî nikane enirîna xwe vesêre, berê xwe bi hela din ve dike û dibêje:
– Bavê kûçikan!
Sofî Bengiye bavê kûçikan bêyî ku bitengije didomîne:
– Çi dibe bila bibe, Zelê. Lê wî, pîne di destê xwe de bir û hanî, dû re bi kêfxwesî mista xwe di sûsa sekirê nokan de kir, destê xwe ji wir dirêjî qutiya piskivitan kir, çi sekir û sêrînî di dikanê de hebûn, destê vî dikandarê comerd li ser hemûyan jî geriya û ber bi min dirêj bû. Bêrîkên min ji tistên xwarinê hatin dagirtin. Têgêhîstim ku li vê dunyayê perê herî giranbuha jî bi qasî vî pîneyî, li ba dikandar ne bi nirx e. Ca bifikire, bi pînekî weha meriv bikani be ewqas sekir û sêriniyan bikire!
Dîsa ufînek bi Zela pîrejin dikeve û dibê:
– Li te bi jahr û xwîna kûçikan be!
– Belê, wek kûçikê ku carekê dev li xwînê bikeve, serî çend rojan carekê min paçek dibir û dida Xerzî, bêrîkên xwe ji tistên xwarinê tije dikir û diçûm. Ne tenê tistên xwarinê, herweha sûsên lampan, findên rengîn, sabûnên bi bêhn.
Mîna ku ew hemû tistên wê demê anuha ji tûrê Zela pîrejin derkevin, bi ês û tengijîn dike pilepil û dibê:
– Kurm di te keve û tu genî bibî, sofî!
– Hemû jî bê pere, ango bi perçê paçekî, bi girîsekî. Xwedê dizane ew hemû paç, pîne û qursikên ku min ji dikandarê dildar re dibir, wî jî bi kêf û dilekî xwes heta du sê rojan bi xwe re digerand, li devernê xewle pê dilîst, bêhn dikir û dû re jî wek perên rûmetdar dibir di ber biskuvên balîva xwe re didewusand hundurê wê. Min ewqas paç û pîne kisandin ku! Ez bas dizanim ku wê çaxê ji wan paç û pînan ew balîva wî çiqas werimiye, dibe ku carina dema ji xew siyar bûye hustuyê wî jî êsiyaye.
Dîsa pilepil bi pîrejinê dikeve û dibê:
– Hustuyê nerindan bisikê!
Sofî Bengî nabihîse û didomîne:
– Dema ku te mêr kir û tu çûy ez jî êdî ne çûm dikanê. Heta ku ji min dihat, min xwe ji dikandar jî dûrdixist. Pistî ku êdî hertist diqede, ew jî diçe ber balîva xwe ya evînê, di kêlekek biskuvî re, hemû paç, pîne û weslên ku tê de ne, derdixe, yek bi yek bi keservedan lê dinere û ji nav hev dide alî. Dema ku di nava wan de ji salê mêran çavên wî bi paçekî dikeve, bi sûn de diveniciqe û tavilê têdigêhîje. Têdigêhîje ku ev hemû paçên ha rengên evîneke derewîn e. Paçekî herî piçûk jî bi deste Zela wî, bi gotineke din bi deste te ne hatiye sandinê. Têdigêhîje ku min ew xapandiye. Min ji malê, ji qutiya diya xwe, ji devernên din ev paçên ha berhev kirine û hanîne. Heta roja ku ji vir bar bikin jî, min hertim xwe jê vedizî û min ne xwest em raserî hev bên. Carina ku em rastî hev jî bihatana, mîna ku tew tistekî weha ne bû be, wî jî çêlî çîrokê ne dikir. Ez bawer im ne dixwest bi bîr bîne, an jî dixwest ku ez ji bîr bikim û hîn jî ji kesekî re nebêjim.
Ev evîna melodramîk li wir tê gotin û diqede. Lê dibêjin her dawiyek destpêkek e. Ji bo Zela pîrejin jî bûyereke nû dest pê dike. Mîna ku ew dilê wê ji bedena wê ya pîr derkeve û di nava qefesa sîngê keçeke bîstsale de bi cî bibe, ji vir û weha dilpekî lê radibe, dikeve gumanan û carina xwe bi xwe dibê: “Aya ew daxwaza wî ê anuha jî hebe? Ma dil ne dil e?” Lê dema ku li ser pîrbûna xwe û wî difikire jî, bi tevgereke gunehkarane serê xwe li ba dike û di dilê xwe de dibê: “Xwedê ruhê min ji van pêjnên seytanî bisitirîne!…”
Lê dû re ev pêjnên seytanî carina lingên Zela pîrejin ber bi bajêr dikisine. Di her carên weha de jî di bîra wê de ye ku riya xwe bi kuça pês mizgefta kesk bixîne. Di her seredanên weha de dibîne ku pîremêrekî nola van meleyên mizgeftan serûguhê wî paqij, hustuyê wî sitûr û zikmezin di dikanekê de rûnistiye. Bi hêviya ku ew ê dîsa bala wî bikêse û bibe evîna wî ya wextekê, Zela pîrejin kirîna tistekî dike sedem, dikeve dikanê û hertim jî bi sirîteke dezî derdikeve. Lê tu carekê jî ruyê wê nagirê ku ji Xerziyê dikandar re bi lêv bike ku ew Zelê ye. Û pistî her seredanên weha di dilê xwe î sewutî de dibê:
“Anuha ez têdigêhîjim bê çiqasî dijwar e. Çiqasî dijwar e ku meriv vê daxwaza dilê xwe bi lêv bike.

 

Çavkanî: beroj.de

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply