Şemî , 8 Tebax 2020

Etîketa qehweyeke ji dawiya salên 1700î mayî: Chicorée au Kurde

Ev nivîs cara pêşî ji aliyê Amed Çeko Jiyan ve ji ser bloga wî ya bi navnîşana https://amedcj.blogspot.com ve hatiye weşandin.

Sal 2010 yan 2011 bû. Min û xwediyê Pirtûkxaneya Sarayê, hêja Goran Candan, ku me hev bi riya birayê min ê hêja Can Êzîdxeloyê şarazayê zaravayên kurdî nas kiribû, li Amedê hev dît. Kekê Goran, mala wî ava, etîketeke berhemeke ku li serî “chicorée au kurde” dinivîsand li gel çarçoveyeke delal, wekî diyarî da min. Wî wê demê pêşniyar kiribû ku ez bikevim pey şopa çîroka vê etîketê. Wê demê ji bilî hin agahiyên negirîng, ez negihîştim ti agahiyan.

Min li ser dîroka qehweyê hinek lêkolîn kir. Lê li ti deverê laqî qehweyeke bi navê “Qehweya Kurdî” nehatim. Di nivîseke ji salên 1860î mayî de, behsa rêbaza çêkirina “qehweya Yemenê” tê kirin. Di nivîsê de tê diyarkirin ku qehwe di ser Dewleta Osmanî re hatiye Ewropayê. Lê qehweya hatiye Ewropayê, ne ew qehweya ku îro dibêjinê “Qehweya Tirkî” ye lê “Qehweya Yemenê” ye ku îro jî li Ewropayê dibêjinê “Mokka”.

Bêyî ku ji mijarê dûr bikevim, dixwazim bi kurtî behsa Qehweya Tirkî û Qehweya Yemenê bikim. Qehweya Yemenê ku di salên 1600î de hatiye Ewropayê û hê jî bi navê Qehweya Mokkayê tê naskirin (Mokka navê bajarekî Yemenê ye), ji Qehweya Tirkî hinekî cudatir e. Ya rast, Qehweya Tirkî ji Qehweya Mokkayê hinekî cudatir e. Tirkan, rêjeya qelandina libên qehweyê û hêrana wê hinek guhertiye û navê “Qehweya Tirkî” lê kiriye. Jixwe qehwe li her dera cîhanê heman qehwe ye, lê qelandin, hêran û rêbaza çêkirinê qehweyan ji hev cuda dike. Tirkan jî li gorî kêfa xwe hin guhertin çêkirine û navê wê danîne Qehweya Tirkî. Û xwedî li wê Qehweya Tirkî derketine.

Li gorî agahiyên di pirtûka nivîskarê birêz Mehmet Öncü ya bi navê “Meyîr”ê de -ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di serdema şaredartiya Osman Baydemir de çap kiribû, kurdan jî rêbazeke xweser ya çêkirina qehweyê heye û wekî birêz Öncü nivîsandiye, navê vê qehweya kurdî “Qehweya Malê” ye. Wekî “Nanê Malê”, “Rûnê Malê”. Taybetiya vê qehweyê ev e ku libên qehweyê bi kajîle û kakilê gûzan re tê qelandin û piştî kakilê gûzan ji navê tê derxistin, libên qehweyê û kajîleyê bi hev re tên hêran û bi rêbaza Qehweya Mokkayê tê çêkirin. Tarîfa Qehweya Malê ku pêkan e piştî xwedîlêderketinê navê wê bibe Qehweya Kurdî, li dawiya nivîsê ye.

Hêjayî gotinê ye ku li Sûriyeyê kurd û ereb jî kajîleya hêrayî dixin nav qehweyê û gelek markayên qehweyên erebî hene ku tê de kajîle heye. Ango çêkirina qehweyê li nav miletên Rojhilata Navîn kêm zêde dişibe hev. Lê qehweya di salên 1600î de gihîştiye Ewropayê, îro li Ewropayê bi gelek awayên cuda tê çêkirin.

Piştî kurtelêkolîneka li ser etîketa navborî, ez negihîştim ti encaman û min dev ji lêkolînkirina çîroka “chicorée au kurde” berda.

Paşê, van çend salên dawiyê min li ser înternetê nivîs û parvekirinên li ser vê etîketê dîtin ku ji bilî yekê didoyan, hemû bi tirkî bûn. Bi piranî digotin, ev etîketa pakêta “qehweya kurdî” ye. Mebest ji “qehweya kurdî”, wekî di wan nivîs û parvekirinan de dihat diyarkirin, “qehweya kizwanan” bû.

Di hin parvekirin/nivîsan de digot, “ewropiyan qehwe bi kurdan nas kiriye”, “Qehwexaneya Qehweya Kurdî ya pêşî ya li Fransayê di sala 1654an de li Marsîlyayê hatiye vekirin”, “qehweya ku dibêjinê ‘Qehweya Tirkî’ bi eslê xwe ‘Qehweya Kurdî’ bû” û gelek agahiyên din yên bêbingeh yên bi zimanê tirkî. Ya rast, tirkan ji me gelek tişt dizîne (stran, xwarin, takekesên dîrokî, pez, mirîşk û beşeke mezin ya welatî) lê ne qehwe.

Her çend mehan carekê li ser medyaya civakî bayek radibe û dibêjin nizanim kurdî wisa pêşketî ye, wisa xurt e, bi zimanên cîhanî re qayîşkêşanê dike, ji tirkî re dibêje de here bi wê de, nizanim çi û çi.

Meseleya Wîkîferhengê ku yek ji wan bayan bû, wê çendê hanê bû ku gelek kesan di parvekirinên xwe û di hin malperan de digot kurdiya ku di rastiyê de yek ji zimanên herî paşvemayî/paşvehiştî ye di nav hemû zimanên cîhanê de 9emîn zimanê pêşketî ye? Rastiya meseleyê ew bû ku xebatkarên Wîkîferhenga kurdî gelekî baş xebitîne.

Nizanim çima, kurdên tirkîhez ji bo veşartina tirkîheziya xwe her car serî li rêbaza pesindana kurdî û biçûkdîtina tirkî didin. Qey di meseleya “Qehweya Kurdî” de jî tişekî wisa hebû.

Li ser zêdebûna gelek agahiyên bêbingeh, ya rast min nedixwest li ser vê etîketa li serî “chicorée au kurde” ango “chicoreya kurdan” dinivîse lêkolînekê bikim. Heta ku di dawiya 2019an de, dilsoza kurdî birêz Incil Selçûk xanimê li ser Facebookê bi nivîseke kurdî girêdanka nûçeyeke bi tirkî parve kir. Di nûçeyê de behsa giyayekî ku digot navê wê yê bi tirkê “Hindiba” ye dikir û digot ev giya di nav 48 demjimêran de hucreyên kanserê parçe dike. Nivîskar û weşangerê kurdî birêz Roşan Lezgîn li bin parvekirina birêz Incil xanimê şîroveyeke têr agahî danîbû, ji bo navê wê yê bi kurdî jî nivîsandibû “vaşê zerencan’ yanî gihayê kewan” û gotibû ku ew vî giyayî pir dixwe. Şêxekî êzdiyan ku me hev li Almanyayê nas kiribû jî pir behsa vî giyayî dikir û wî digot, “ev giya dermanê min e”.

Giyayê ku di nûçeyê de digot navê wê yê bi tirkê “Hindiba” ye, gelekî bala min kişand. Loma ez li ser înternetê li çavkaniyên bi zimanê înglîzî geriyam. Di gelek çavkaniyan de behsa fêdeyên vî giyayî dikin. Fêdeya wê ya sereke, wekî birêz Roşan Lezgîn behs kirî, antîtoksîdaniya wê ye. Wekî bûme şahid, kurd belgên wî yan xav yan jî wekî pincariyê dipijînin û dixwin.

Lê qehwe û ev giyayî? Gelo ew qehweya li ser etîketa wê bi zimanê fransizî dinivîse, “chicorée au kurde” ev giya ye?

Dibêjin, derewên gelek caran tên dubarekirin, ji rastiyan zêdetir pêbawer dibin. Loma, dibe ku ji ber zêdebûna van agahiyên bêbingeh be, malpera Wikipediyayê ya bi zimanê fransizî jî heman wan agahiyên bêbingeh dide û dibêje “chicorée au kurde” “qehweya kizwanan” e. Di Wikipediyaya înglîzî û ya kurdî de di navbera Qehweya Kizwanan û “chicorée au kurde” de ti pêwendî nayê danîn lê di wikipedyaya fransizî de navê qehweyê bi sernavê tirkî “Menengiç kahvesi” hatiye nivîsandin û di naverokê de jî “chicorée au kurde” dinivîse. Li gorî ferhengê, wate “chicoréeya kurdî” ye. Heçî “chicorée” ye, ferheng dibêje înglîziya wê “chicory”, almaniya wê “Chicoree” û tirkiya wê û erebiya wê heman peyv e û “hindîba” ye. Ango ew gihayê di nûçeya parvekirî de behsa wî tê kirin. Di wîkîpedyaya kurdî-soranî de wêneyê heman giyayî heye û dibêje navê wî “çeqçeqe” ye.

Dibe ku ji ber ez zimanê fransizî nizanim, min şopa wê ya li Fransayê/Ewropayê nedît. Lê di malperên înglîzî de behsa qehweyekê tê kirin ku ji qurmê vî giyayî tê çêkirin. Di malpereka amerîkayî de rasterast tarîfa çêkirina vê qehweyê jî heye ku wisa ye: Chicory coffee is a beverage made using the roots of the chicory plant, which are roasted, ground and brewed into a coffee-like drink. (Qehweya giyayê kewan, bi qurmê giyayê kewan tê çêkirin ku qurm tên qelandin, hêrandin û dibe vexwarineke wekî qehweyê.)

Li gorî malperên Amerîkayê, qurmê giyayê kewan piştî tê qelandin û hêrandin, mirov dikare wê wekî qehweyê çêke û vexwe yan jî wekî kajîleyê li nav qehweyê bide û wisa çêke qehwe û vexwe.

Di malpereke din de jî li ser dîroka vê qehweyê dinivîse ku ev qehwe di salên 1800î de ji Fransayê hatiye Amerîkayê. Jixwe etîketa navborî jî bi zimanê fransizî ye. Ji nivîsên din yên li ser etîketê xuya dike, ev qehwe ji aliyê Marcel Godard ve li Awoingta Cambraiyê -bajarokeke Fransayê- hatiye hilberandin. Ji Kartvîzîta wî xuya dibe ku şirketa wî di sala 1792yan de hatiye damezirandin.

Piştî van lêkolînan, diyar dibe ku “chicorée au kurde” ne “Qehweya Kizwanê” ye lê qurmê giyayê kewan yê qelandî û hêrayî ye ku wekî qehweyê û di nav qehweyê de jî tê vexwarin.

Dibe ku ev qehwe demekê li Kurdistanê jî wekî “qehweya kizwanan” û wekî “qehweya malê” dihat naskirin û vexwarin. Her wisa dibe ku tenê ji ber başbûna aromaya giyayê kewan yê Kurdistanê, karsazê fransizî ev nav lê kiribe. Jixwe ji wêneyên gelek etîketên din diyar e, vî şirketî gelek berhemên din yên ji giyayê kewan hilberandine. Loma dibe ku îhtîmala duyemîn rast be.

Di vê lêkolînê de min dît ku di hin malperên modeyê de behsa vê qehweyê tê kirin û dibêjin ji ber ku tê de kafeîn tune ye, mirov dikare bişev jî vexwe û loma trenda nû ev qehwe ye. Vê qehweyê ne tenê li nav qehweya adetî didin, her wisa li nav qehweya ji zadên qelandî û hêrayî jî didin.

Beriya temamkirina vê nivîsê, min ji înternetê sparîşa vî qehweyê da û li malê çêkir. Tama wê ji tama qehweya adetî pir ne cudatir e. Wekî kajîleyê aromayeke wê ya gelekî taybet tune ye lê bi rêbaza qehweya fîltreyê gelekî xweş çêdibe.

Diyariya hêja Goran Candanî
Diyariya hêja Goran Candanî
Kartvîzîta xweyiyê şirketa
Kartvîzîta xweyiyê şirketa “chicorée au kurde”yê Marcel Godardî
Pakêteke Qurmê Giyayê Kewan yê qelandî
Pakêteke Qurmê Giyayê Kewan yê qelandî
Tovê Giyayê Kewan
Tovê Giyayê Kewan

Qehweya Malê – Melzeme: Dendikên qehweyê: 200 gr. / Kakilên behîvan: 4 heb. / Dendikên kajîleyê (kakule): 4 heb. Çêkirina qehweya malê: Hebên qehweyê bixin taweyeke sifir an jî teflon û bidin ser agir, paşê dendikên kajîleyê û behîvan tev bikin, bila di ber hev de li ser agirekî kiz biqelin û her tev bidin. Heger hûn bixwazin rengê qehweya we vekirî be hindik, na heger hûn dixwazin tarî û reş be îcar pir biqelînin. Gava qehwe li gorî dilê we qeliya, ji ser agir deynin. Kakilên behîvan jê derxin, di aşê qehweyê de bihêrin, piştre bixin merkaneyekê (qawanozekê) û hilînin.

  1.    Story of coffee, https://en.wikipedia.org/wiki/History_of_coffee, 11.01.2020
  2. Kurdish coffee, https://en.wikipedia.org/wiki/Kurdish_coffee, 11.01.2020
  3. Menengiç kahvesi, https://fr.wikipedia.org/wiki/Menengi%C3%A7_kahvesi, 11.01.2020
  4. Fransa’da Kürt Kahvesi, https://yeniozgurpolitika.net/fransada-kurt-kahvesi, 11.01.2020
  5. Kürt kahvesi, nasıl Türk kahvesi oldu?, https://anfturkce.com/kurdIstan/kuert-kahvesi-nasil-tuerk-kahvesi-oldu-134121, 11.01.2020
  6. The Beginnings of Coffee in France, http://www.web-books.com/Classics/ON/B0/B701/10MB701.html, 11.01.2020
  7. Mokka, https://de.wikipedia.org/wiki/Mokka_(Stadt), 11.01.2020
  8. Öncü, Mehmet, Meyîr (2013), Amed, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (Rûp. 67)
  9. چەقچەقە, https://ckb.wikipedia.org/wiki/%DA%86%DB%95%D9%82%DA%86%DB%95%D9%82%DB%95, 11.01.2020
  10. Kara hindiba nedir? Faydaları nelerdir?, https://www.saglikaktuel.com/bitki-ansiklopedisi-kara-hindiba-nedir-faydalari-nelerdir-1675.htm, 11.01.2020
  11. Here’s What Chicory Is, And Why It’s In Your Coffee, Julie R. Thomson, https://www.huffpost.com/entry/this-is-what-chicory-is-and-why-it-sometimes-shows-up-in-coffee_n_55918228e4b081449b4c95ff?guccounter=1&guce_referrer=aHR0cHM6Ly93d3cuZ29vZ2xlLmNvbS8&guce_referrer_sig=AQAAAKKDSVf82Fx0o28Os8LjBEL91fMo_rL0Fr4b6Q5OBPzt127xo3SiUu6hVkJa3W09P1u5wSnLHf6MTc4rKn2cuRPqOOSoH_yZknArZHIEc540mMfzGTBFD1nZqCVEwkszyeENg0qFrdsM7VVRhqbOh1AEhiz1OUhLdkp_i0iZhdRP, 11.01.2020
  12. Chicory Coffee: A Healthy Alternative to Coffee?, Rachael Link, https://www.healthline.com/nutrition/chicory-coffee#section1, 11.01.2020
  13. Chicory Coffee: Diese gesunde Kaffee-Alternative macht schlank!, MAGDALENA GRAUSGRUBER, https://www.elle.de/chicory-coffee, 11.01.2020

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

“Kujerên” çand û zimanê kurdî kî ne?

Ez vê kurtegotarê pêşkêşî zanistê navdar Dr. İsmail Beşikçi û hinek heval, rêheval (=hawrê) û …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.