lê lê gewra çavbelekê
bi kelecana rojên stewr
bêrîkirinên xwe diyarî te dikim
li ber pêlên bayê serê sibehê
li henasa te ya bêhnqurnefilî
digerim
xeyalên şeveder mayî
li ser balgiya qefesa te
radimedînim
xewnereşkên bêxewiyê
li dûmanê cixareya xwe
dipêçim
kovanên çilmisokî
konê xwe di giyanê min de
vegirtine
li şevistanên bêkes
êş û keservedan dibin mêvanê
odeya min
li dûrî hesretkêşiya te
pelên daristana hinavên min
weşiyan
li nav koretariya kendalên dirinde
fermana dîtina bejna te ya fîdanî
derdixim
her şev
di hembêza bêdengiya wêran de
dikevim zikirê
û li perestgeha Laleş
îbadeta pêrgîhatina te dikim
zikat û fitreyên xwe
ji bo çirûskên awirên te yên efsûnî
belav dikim
li bendemana siya gavên te
dil û gurçik li min hatin xwarê
rayên stûyê min qetiyan
qalpaxên kortika çavên kelegirî
qerimîn
rindikê ma çima te
lezeta tiriyên baxê hinarikên xwe
ji min êvişand
nizanim ji te re çi bêjim
li ser zimanê lihevgeriyayî
bêje dişemitin
hevok dilikumin
gotin dixeniqin
toza çolistanên xewle
kumişiyê ser hestên bedena min
pisûla qederê
riya kelem û striyên xopan
nîşanî min dide
xêrnexwazan
li ser dilê reben xençera xwe
tûj kirin
li bajarê êşa hesretê
baskên şadiya demsalên min
şikandin
di bîbikên çavên te yên reşbelek de
lal û gêj bûme
li kolanên xerîbiyê
gilî û gazincên xelk û elemê
dadiqurtînim
gewriya min
di îskeîska tenêtiya rondikan de
fetisî
di tunebûna te de
dîwarê sewdaseriyê
herifî
ava çeman
berovajkî diherike
ewr
dilop dilop xwîn vedirişin
keştiya sebirê
li nav deryaya balûpal asê ma
ez
siwarê axîn û nalîna salên
westiyayî me
tu
şênayiya şevbihêrkên bihara min
ya rengîn î
rindikê were
perdeya cama dilê şermok
ji hezkirina min re veke
bi xunava lêvên peritî
birîna kezeb û cîgera min
bikewîne
peşkên barana payîzên xwe
li ser deşta laşê ziwa bûyî
bibarîne
jana hêsirên xeman rawestîne
bi şewq û şemala rûyê xwe yê mesûm
agirê tenûra hêviyên pûç
geş bike
coş bike
bi xweşikiya dengê xwe ya nermik
kilama ”lawê Misto û sermesto”
di guhên axa tirba min de
bilorîne
Xizan Şîlan
2013-11-01
Stockholm