Sêşem , 29 Îlon. 2020

Eşîra Reşkotan – Pirtûknasîn

Eşîra Reşkotan (Eşîreka Nandar-Warê Dengbêjan)

Mihemed Seîd Temel

Di cîhanê de bi hezaran netew hene û her netew, li gorî xwe xwedî taybetmendiyên serbixwe ne. Hinek li ser ziman, hinek li ser jiyana rojane, hinek li ser kevneşopiyên xwe, ji hevûdu cuda ne. Gelê Kurd jî di nava xwe de gelek cudahî û taybetmendiyan nîşan dide. Yek ji wan hebûna eşîran e. Herçiqas peyva eşîr ji Erebî jî were, lêbelê bi girseyî di nava zimanê Kurdî de cih girtiye, ewqas ku di nava Kurdan de bûye peyveke sereke û rojane.

Di roja îro de herçiqas gelek Kurd bi eşîrên xwe têne naskirin jî, lêbelê di tevgerên eşîran de gelek guhertin çêbûne. Di dema borî de her eşîrek serokekî wê hebû. Ew serok, bi serê xwe her tişt bû, lê îro rewş cuda ye; gelek eşîr hene bi tenê navê wan maye. Hinek eşîrên hêla Colemergê, Şernexê belkî hîna jî wek berê ev kevneşopiya wan didome, bi taybet yên ku bi eşîrên ser xeta navbera Îraq, Îran û Sûrî ve cînar in. Herçiqas di eslê xwe de ev eşîr yek in, lêbelê dagirkeran ew ji hev qetandine.

Eşîra Reşkotan jî di roja îro de, guherînên zahf mezin tê de çêbûne. Eşîra Reşkotan, eşîreke ji heft bavikan pêktê, her bavik, çend heb gundên wan hene. Herçiqas di roja îro de, her bavikek serokekî wan jî hebe, lêbelê ev serok di eşîrê de ne her tişt e. Mînakeka ber bi çav, di roja îro de ev eşîrên ku em behsa wan dikin, di hilbijartinan de serok bigota çi, ya rast ew bû. Lê eşîra Reşkotan ne wisa ye; herkes dikare di her partiyê de cih bigire û ev jî ne sedemê nakokiyê ye. Ez bi xwe ji eşîra Reşkotan zahf ne dûr im. Yek, dayika min ji bavikê Reşkotanan, Balîcankî ye. Duyem, gundê ku ez lê mezin bûme cînarê Reşkotan e. Bavê dayika min di salên piştî heştêyan de mir. Dayika wê jî di salên piştî nodan de mir. Min ew zahf dîtine. Di nava pirtûkê de, tiştê ku ji min re gotine ezê binivîsim. Ez karim bibêjim, bi saya ev bapîr û dapîra xwe, ez ji Reşkotiyekî zahftir bi halê Reşkotan dizanim. Belê, ji boyê ku ez eşîra Reşkotan û heft bavikên Reşkotan baş nas bikim, li tevekê Reşkotan, li bal van bavikan geriyam. Min bi rûspiyên van bavikan re yek bi yek hevdîtin pêk anîn; tiştê ku wan gotin, min jî nivîsand û carna jî min gotinên wan datanî ber yên ku min ji bapîr û dapîra xwe bihîstibûn. Li Reşkotan, mala ku ez çûmê, min vexwandin goştê berxan û elokan. Ez ji malekê bi tenê jî bêyî xwarina goşt ranebûme; lêbelê ji vanan yek nayê jibîrkirin: Dema ku ez çûme gundê Balika cem bavikê Şêxikan, ew roj daweta kurê malê bû. Beroşa goştê berxan li ser agir bû, ji min re gotin, Ma tu ne birçi yî? Min got, Na, ez ne birçî me. Li dîsa gotin, hema hinek dohnê berxê, goştê berxê em ji te re bînin. Min bêyî dilê xwe got, neynin, lê anîn. Ma ez çi bibêjim; min gotibû, ez ne birçî me, lê ew dohn û goştê berxê dilê meriv dikêşa, min nanekî tenûrê bi wê firaqa dohn û goşt re xelas kir…

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Pirtûka Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê Ya – Osman Özçelik

1-Tim navroj e, mela banga nimêja nîvro dike. Ez bi xemginîyeke kevnar ketime canê xwe. …

Şiroveyek

  1. Avatar

    Xwedê dizanê bêhna vê nanê û goştê pir xweş hat. Ezê vî pirtûkê bikirîm
    Spas

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.