Esasên Dozê – 3

6-EM ÊN Dİ RÊYA XWEDÊ DE WENDA DIBIN IN:

Ancax ew kesên ku doza me îdraq dikin, ên di wê rê de canê xwe , malê xwe, wexta xwe û sihata xwe bexş dikin li vê dozê tên. Em hezdikin ku milleta me vê rastîyê bizanibin. Wede Teala di ayetî celîleyekê de wuha ferman dike:

“Gelî ew ên bawerî anîne! Ji we kî ji dînê xwe vegere (bila bizanibe ku), wê Xwedê di pirr nêzîk de di şûna wan de civateke wisan derxîne ku ew (Xweda) ji wan hez dike û ew jî, ji wî hez dikin. Ji mu’mînan re muşfîk (bi rehm) in û li hemberî kafiran jî şedîd û bi rûmet in. Di rêya Xwedê de cîhad dikin û ji lome û gazinên lomevanan jî natirsin. Ev fezl û rehmeteke Xwedê ye. Ji kî re bixwaze dide wî. Xwedê, (bi rehmeta xwe) fireh e û zana ye.

7-METODÊN ME EŞKERA YE:

Em însanan gazî dozek eşkera, vekirî û ji alîyê herkesî de tê qebulkirin dikin. Ew jî Îslam e. Hemu însanîyet vê dozê pir baş nasdikin, bi wê bawerî tînin, bi bilindîya wê bawer dikin, hizûr û saadeta xwe di wê de dibînin. Bawer dikin û dizanin ku rêya xelasîya wan di Îslamê de ye.

Tecrubeyên mirovatîyê piştgirîya vî fikri dike. Dîrok jî hikum dike ku, nîzama Îslamê layiqe ku heya roja qiyametê baqî bimîne û wê hemu hebunan islah bike.

8-FAHMA ME YA BAWERÎYÊ EV E:

Di bawerkirina esasê Îslamê de bawerîya me û milleta me wek heve, lê bawerîya milleta me bawerîyek tevizî û di xewê de ye. Milleta me îcabên bawerîya xwe naynin cî.

Bawerîya me birayên misliman jî, bawerîyek bi alav, hêz hişyar û zindî ye. Psîkolojîyek me xelkê şerqê ya sosret heye. Dema em fikrekî xwe yê ku me bawerî pê anîye em ji însanan ra dibêjin, ew li bendene ku em di rêya bawerîya xwe de malê xwe, canê xwe feda bikin û di vê rê de li hemberî her tadeyê sebir bikin, di vê rê de çîya ser û binê hev bikin û ji bo serkeftina bawerîya xwe yan xwe feda bikin yan jî bawerîya xwe biser bixînin.

Mixabin dema peyv xelas dibe her tişt jî xelas dibe. Her kes bawerîya xwe jibîr dike. Dev ji tefekkurê berdide. Êdî ji bo bawerîya xwe naxebite û di rêya bawerîya xwe de cîhadek piçûk be jî nake. Hetta dikevin xew û xefletek wûsa kûr ku – bizanebun yan nezanebun- di aleyha doza xwe de dixebitin. Ji bo xerabkirina wê xîret û xebatê dikin.

Ma ne sosret û rewşek heyîrandîye ku mirov, insanekî xwedî fikir, di eynî rojê de saetekî bi bêbaweran re û di satek din de bi bawermendan re wek abidekî bibîne?

Ha vê zilletê, vê xefletê, vê xewê, vê şaşîtîyê hewl daye me ku em, wê bawerîya ku milleta me qebul kirîye ji nû ve de şîn bikin û ên di xewê de hişyar bikin.

9-DOZÊN CÛRBECÛR:

Ez dîsa dubare dikim ku doza Birayên Misilman li ser esasên saxlem ava buye.

Îro hem li rojhilat hem jî li rojava gelek dozên cûrbecûr, prensîbên cûrbecûr, îdeolojîyên cûrbecûr û doktrînên cûrbecûr hene. Heryekê ji wan aqlê mirovan tevlihev kirine û ji bona her yekê hinek mirov dixebitin. Herkes ji bo doza xwe bi awayekî propaganda dikin û ji bo ku di çavê însan de doza xwe, xweş nîşan bidin dixebitin û îddîa dikin ku doza wan hê biserketî ye.

10-ZİLAMÊN DOZÊ ÊN ÎROYÎN:

Îro ew kesên ku xwedîyê dozêne, ji ên doyîn pir bi cuda ne. Îro kesên ku xwedyê dozê ne pirtir xwedî kulturin, bi perwerdene û amadekar ın. Teybetî li rojava rewş ev e.

Her grubên ku ji bo îdeolojîyan hatine amadekirin hene. Dixwazin ku alîyê îdeolojîya xwe yê ne eşkere îzah bikin. Alîyê wê yê qenc îzah dikin. Ji bo îdeolojîya xwe rêyên propagandayê û weşanê îcad dikin. Ji bona ku îdeolojîya xwe bi însanan bidin qebulkirin, li rêyên herî hêsan, rêyên herî nêz û  xweşik digerin.

Hesen El Benna / Werger: Fikrî Amedî

Jêrenot: Ev werger di kovara Ozedonuş’e hejmara 4. de hatiye weşandin 

Derbar Çand Name

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply