Ercan Bîngol: Hêmanên muzîka me û afro-amerîkîyan hevpar in

Aya bluesa kurdî jî heye? Belê heye, ka werin vê şêwaza ji rojavayê Afrîkayê, xwe çawa gîhandîye muzîka kurdî em bi hevdu re bibînin. Muzîka blues celebeke muzîka Afrîkayê ye, dema afrîkî weke “karker” li nav zevîyan dixebitîn, di ber re jî bi awayekî xwezayî ev şewaza muzîkê kişf kirine û vejandine. Em dikarin bibêjin êş, keser û zilma li reşikan bûye tovên muzîka bules û blues şîn hatiye. Hunermendê kurd Ercan Bîngol dibêje ‘’êş û zilma li reşik û kurdan dibe wekî hev in û ev şewazeke civakî ye” û didomîne “Ev yek bû sedem kuez berê xwe bidim deryaya bluesê û min got çima blues bi kurdî jî nebe?” Ercan Bîngol ji gundê Xinzora Gimgimê ye, niha li Enqereyê mamostetîya îngîlîzî dike, lê ji alîyê din ve di muzîka kurdî de bi şêwazeke cuda derdikeve pêşberî me. Albûmeke wî bi navê Ron heye. Di albûmê de motîfên blues-country hene û ji 13 stranan pêk tê. Muzîkjen Ercan Bîngol ji heftenameyê Basê re behsa bluesa kurdî kir û raya xwe ye derbarê muzîka kurdî de ragihand.

Ercan Bîngol berê ji me re behsa dîroka bluesê dike û kurdên ku li nav zevîyan stran digotin û afrîkayîyên li nav zevîyan stran digotin muqayese dike û wiha dibêje: “Blues wekî şêwaz 200 sal berê derketîyê holê û muzîkeke afro-amerîkî ye; amerîkîyan koleyên afrîkî ji welatê wan dûr xistine û ew anîne Amerîkayê li ser erd û zevîyên xwe dane xebitandin. Dema dixebitîn jî çawa ku li Kurdistanê gundî tirpanê dike, wisa stranên xwe distrên û bi melodî û rîtmekê paleya xwe dikin. Li gundan, karên rojane çiqasî civakî be, di bin vê esaretê de muzîka blues jî ji hêla reşikan ve bi awayekî civakî derketîye holê. Stranên wan ên herî pêşîn bi navê stranên zincîrê ne, lewre dest û lingên wan zincîrkirîbûn û hem kevir dişkenandin hem jî stranên xwe distran. Yekî dest bi stranê dikir, koma pêy wî jî gotin li wî vedigerandin. Piştî ku min li ser dîroka wan lêkolîn kir, min dît ku ji hêla civakî ve gelek hêmanên me yê hevpar û afro-amerîkan hene: bindestbûna wan, neazadbûna wan bi min wisa hat ku ti ferqa wan û kurdan tune ye. Min got qey behsa kurdan dikin, ne behsa afro-amerîkîyan an welat û dîrokeke din dikin. Vî tiştî ez nêzî vê şêwazê kirim û ber bi bluesê ve çûm. Min got divê ev şêwaz bi gotinên kurdî jî were ava kirin. Ez dikarim bibêjim ew tarzeke civakî ye: ne wekî jazzê elîtîst e, ne wekî muzîka pop, populer e. Dema tu berê xwe didî Delta Blues an jî Chicago Blues gelek ji stranên wan behsa êş û keserên xwe dikin an jî henekên xwe bi êşên xwe dikin.”

 

Ez dikarim bibêjim tarzeke civakî ye; ne wekî jazzê elitist e, ne wekî muzîka pop, populer e. Dema tu berê xwe didî Delta Blues an jî Chicago Blues gelek ji stranên wan behsa êş û keserên xwe dikin an jî henekên xwe bi êşên xwe dikin.

 

Herwiha hunermendê kurd Bingöl destnîşanîyê bi muzîkjenîya kurdî jî dike û wiha diaxive: “Ez bi zimanê kurdî mezin bûm di malbatê de bi zimanê xwe em diaxivîn lê ez li Mêrsînê mezin bûm. Piştî destpêkirina dibistana seretayî, navendî û lîseyê mirov dikeve nav pergaleke din. Dema ez ketim nav wê pergalê, wê çaxê min fêm kir û got, Ercan tu ne aîdî vî warî yî, ji ber ku her tiştê vê derê ji te dûr e xerîb e. Heta ku mirov tiştekî din nasneke, nikare xwe jî nas bike. Loma min xwe û kesên ku min nas dikirin dan ber hev du û min serê xwe bi cûdahîyan ve êşand û min dît ku zimanê me ne yek e. Min dît ku ew hîn bi xwe bawertir dijîn, bi hereket û axaftinên xwe. Em çima di quncikekê de wisa belengaz rûdinîn. Min dît ku tiştê ku min û wan ji hev cihê dike, ziman e.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Bingöl behsa yekem strana xwe ya blues a bi navê “Bluesa Benda Sînê’’ dike û wiha dibêje: Berî min, kesin hebûn ku bi motîfên bluesê stran çêkiribûn. Mesela stran bixwe straneke gelêrî ye, an jî stran ber bi muzîka klasîk ya kurdî ve diçe lê bi motîfên bluesê hatiye neqişandin. Le me nedikar em bibêjin ev stran, straneke blues e. Bo nimûne stranên gelêrî yên bi navê “Zozan Zozan” û “Helîmcan” hene; tu dikarî van stranan jî bi motîfên bluesê bineqişînî, lê neqişandina van stranan bi vî rengî, vê stranê nake blues. Di albûma “Ron” de jî bi taybetî strana bi navê “Bluesa Benda Sînê’’ bi xwe straneke blues e, tu gotinên kurdî jê derxînî û gotinê îngîlîzî li ser binivîsînî tu dikarî li Amerîka an jî li Îngiltereyê belav bikî. Berîya ku me ev albûm çêkir gelek stran hebûn ku bi motîfên blues an blues-rockê, jazzê hatibûn neqişandin lê bi taybetî ji bo strana “Bluesa Benda Sînê’’ dikarim bibêjim ku straneke slow blues di muzîka kurdî de cara yekem hate çêkirin.”

 

Piştî ku min li ser dîroka wan lêkolîn kir, min dît ku ji hêla civakî ve gelek hêmanên me yên hevpar û afro-amerîkan hene: bindestbûna wan, neazadbûna wan bi min wisa hat ku ti ferqa wan û kurdan tune ye.

 

Pirsa siyasî çareser nebe, pirsa ziman û hunerê jî çareser nabe

Hunermendê kurd li ser polîtîzebûna muzîka kurdî gazinan dike lê vê yekê ne wek kêmasîyekê lê wek pirsgirêkekê dibîne û wiha dipeyive,  “Niha di muzîka kurdî de bazara muzîkê qels e, muzîka kurdî ne tenê muzîka kurdî ye, di heman demê de xwe-îfadekirin e. Dibe ku yek stranên pir populer bi zimanê tirkî, îngîlîzî muzîkê xwe çê dike û belav dike lê tu ne hunermend an muzîkjenekî wekî wî yî. Me dixwest her tiştê kurdî wek tiştekî polîtîk xuya neke. Di nav rastîyên vê erdnîgarîyê de tu bi zimanê kurdî distrê, çîrok û pirtûkan dinivîsînî. Ev ji alîyekî ve polîtîk e jî, tu nikarî ji vêya birevî. Me hîn pirsgirêkên xwe safî nekirine ku em muzîkê an hunerê tenê wek hunerê, di wê çarçoveyê de, pêk bînin. Gelek pirsgirêkên me yên bi vî rengî hene: heke tu nikaribî bi zimanê dayika xwe perwerde bibî, dema ku te bi zimanê kurdî muzîka xwe îcra kir, tu behsa evîn an hezkirîyê xwe jî bikî, bêguman ev tiştekî ji alîyekî ve ecêb polîtîk e. Tu nikarî ji vê rastîyê birevî. Xwezî wisa nebûya, xwezî dema ku me bi kurdî distra, tenê bi alîyê hunerî ve hatiba nirxandin. Di vê stran an albumê de behsa hêmanên hunerî bikirana, lê bêgûman tu çi bikî jî, alîyekî wê polîtîk e. Ev dezavantajek e bo muzîka kurdî. Ez nikarim bibêjim ev kêmasîya muzîka kurdî ye, pirsgirêka me yê kurda ye. Ji alîyê din ve jî heta tu pirsgirêkên xwe yên sîyasî çareser nekî tu nikarî pêşî li hunera zimanê xwe jî vekî. Ev tişt gelekî bi hevdu re girêdayî ye.”

Di berdewamîya sihbete me de Bingöl, behsa muzîk û komên salên 90î dike. Ligor Bingöl, di salên 90î de di warê muzîkê de berhemdarîyeke baş hebû û ew berhemdarîya hunermendên kurd ji şer dihat, lewre bi sistbûna şer re kom jî ji hev belavbûne û berhemdarîya hunermendan jî kêm bûye. Herwiha hin ji wan hunermendan jî dest bi çêkirina muzîka arabesk kiriye. Bingöl, albumên van salên dawîyê derketine rexne dike û wiha dibêje:” Çima dibêjim erebî û arabesk? Ji ber vî tiştî ji rastîyên gelê xwe dûr ketin, ji loma muzîkeke arabesk anîn pêşîya me. Niha hin kes dibêjin çima hûn bi çavekî elîtist li muzîka arabesk dinêrin. Mesela em çima dibêjin muzîka arabesk? Ji ber ku muzîka ereban e, ji loma. Muzîka arabesk kêfê dide ereban, ji bo wê hatîye çêkirin, bi keman û qanûnê ye; dema tu li yê orîjînal guhdar dikî, te dihejîne, derdê te bi te dide jibîrkirin. Lê ji bo kurdan ev pirsgirêkeke mezin e, ev jî kêmasîyeke muzîkjenên kurdan e ku muzîkekê bi vî rengî dûrî civata xwe tînin bi peyvên kurdî dineqişînin û didin ber me, ev dûrî rastîya civakê ye.”

Di dawîya axafitinê de, muzîkjenê kurd behsa albûma nû dike ku dê di pêşerojê derkeve û wiha dibêje: “Repertûwara albuma duyem amade ye, berîya tomarkirinê divê ez li ser aranjorîya wê bixebitim. Di wê albûmê de jî gelek tişt hene ku bala kurdan bikşîne, bi taybetî çend stranên suprîz hene. Bi min wisa tê ku dê ev albûm bêhtir ber bi bluesê ve biçe.”

Basnews

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply