Van roja ji zanyarê meyî bi nav û deng: Prof. dr. Celîlê Celîl min diyarîke gelekî giranbiha: șeș cildê Ênzîklopêdiya Zargotona Kurda /EZK/, bi dîzayneke maqûl, șêwekî profîsyonal weșabdî stend. Her cild /bend/ bi 600-700 perî ye. Mirov hewas dike weșena wan cildên delal mêzeke.
Min zanibû, ku eva çend sale zanyar, serokê Înstîtûta kurdzanîyê (Austrya, Eichgraben) li ser wî karê pir mezin, giran û gelê Kurd ra pîroz dixebite… Bi rastî min bawar nedikir ew karê ku bi deha zanyarê zanîngehekê nikarin wa pirofîsyonal, rêk û pêk çend sala da pêk bînin, zanyarê meyê bi serfinyazî bîne sêrî.
Înstîtûta kurdzanîyê (Austrya, Eichgraben) dest bi weşandina EZK kirye.Çawa ez pê hisyam Ênzîklopêdiya Zargotona Kurda /EZK/ wê bi 25 cilda /benda/ be.
Bingeha vê weșena bi qîmet, xizna zargotina gelê kurd, keda Prof. Dr. Ordîxanê Celîl (fîlolog), Prof. Dr. Celîlê Celîl (dîroknas, êtnolog) û Cemîla Celîl e (mûzîkêtnologîn ) ya 60 salan e, ku wan li nava kurdên herçar parçê Kurdistanê (Turkya, Îraq, Îran, Surya), usa jî ji kurdên dîyasporê (li komarên Kavkasyaê, komarên Asya Navîn: Qazaxistan, Kîrgîzya, Xorasanê û Yêvropaê civandin e, ser amadekirin, șirovekirin û weșandina wan xebitîne.
Cildên /bendên/ pirhijmar ji hev cuda dibin bi bingeha malbatên- /janrên /zargotinê: Dastanên êpîkî (yên mêrxasiyê û evîndariye), stranên dîrokî, stranên evînyê, stranên şînê, qewl û beytên êzdîyan, dewrêşok (beyt- lêgêndên îslamê, ser esheba u sûfîya), destanên derheqa pehlewanan (şaxên êposa Rostemî Zal), çîrok, çîvanok, çîrçîrok; henek û laqirdî (anêkdot), gotinên pêşîya. biwêj; qelîbotk (fabêl); têderxistinok (mamika), stranên govand û dîlana, stranên kar û xebatê, zargotina zaroka û hw.
Bona her cildeke / bend/ çapbûyî pêşgotin, notanivîsar, awazên stranan, paşkok, nîgarên zarbêjan, gund û warên Kurdistanê, herêmên ji k‘u zargotin hatine civandin hatine amadekirin.
Heta naha ji vê rêzê şes bendên /cild/ dagirtî çap bûne: sê bend ser desatan û berhemên êpîkîyê, du bend diyarî çîrokan bûne, bendek jî ya heyranok, dilok û sêxişînyane.
Bona hine benda pêşgotinên rêberîyê ji alîyê Îsmayîl Bêşîkî ( bi turkî û kurdî), Prof. Dr. Reiner Eichnêr û Prof. Dr. Kristyan Leitnêr hatine nivîsandin.
Di dawîya her bendekê Fotoalboma taybet (16 rû bi rengê reş û rengîn) derheq jîyana kurdan li herêmên Kurdistanê, nîgarên zarbêjan jî cî digrin. Komêntaryan da bi fireyî ferhenga pêyvên bîyanî û kêm nas tê dayîn û wusa jî besa jîyana zarbêjan tê kirin.
Mêtodologya akademîsî û derskirina berhemên zargotî bi şaxên xweva, bervedanên kêrhatî, parastina taybetmendya axaftina zarbêja, nirxeke giring didin vê mîratê wekî ew bive çavkanîke giranbaha û bingehî bona zanyarîyê.
Her berhemekî zargotinê wusa piralî û kur hatye lêkolînkirin û weșandin, ku nava vê peyva kurt da mirov bêhunur e temamya naverok û qîmetê weșenê nîșan bide.
Vê dewra dijwer da, dema dewletên dagerkir her mecalî didine kêranîn, bo zimanê me, zargotin, erf-edetên meye miletyê bi hîm va holê rakin, ev berhema xizna ruhê miletyê, gerekê her maleke kurda da hebe, ku ziman û ruhê kurdewarî mala xwe, nav zarokê xwe da zêndî bêhêlin.
Ez biraye xwe zanyarê mezin Celîlê Celîl , xûșka Cemîle û Zîna Casim pîroz dikim bo vê xebata giranbiha.
Kê dixweze bibe xweyê vê xizna zargotinê ya mezin, kare tekîlya dayne bi van adrêsan:
Têl: 00436767355081
Jalile Jalil <jaliljalile@gmail.com>:
Eskerê Boyîk-Rewanbêj
07.02.2018