Endîşe – Fikar

Jiyan bê endîşe nabe, di jiyana me de, carinan rewşên bi endîşe rûdidin; ev rewşa bi endîşe, tiştekî asayî/narmal e. Bi rastî, endişe,j i bo berdewamkirina jiyana rojane, hesteke pêwîst e û ji bo ku em jiyaneke bi serfirazî berdewam bikin, me hêzdar û konsantre jî dike.

Însan, ji her asta jiyana xwe de li rastî pirskirêkên ku li hêviya çareserkirinêne tê. Endîşeyên rojane jî, yek ji wan pirskirêkan e. Xêncî endîşeyan di jiyana însanan de, yên ku dibin sebebe endîşeyan hinek pirskirêkên din jî he ne. Mînak: Fikara ji serfiraziya perwerdehiyê, pirskirêkên rojane, biryargirtinên girîng, zewac, nexweşî, mirin…hwd.

Di jiyana me de, pirskirêkên ji endîşeyan, cîhekî taybet digrin; em dikarin bêjin ku : “kesekî bê endişe tune û ji endîşeyan re jî tu sînor tune.” Ango, endişeyên di jiyana însanan de bêhejmar in.

Asta endîşeyan bi pirskirêk û dema wê xwe re eleqedar e. Li gorî pisporan, ferqa însan û heywanan yek jî endîşeyê ji pêşerojê ne. Gelek bûyerên ku ji bo me dibin sebebê endîşeyan, heman demê de ji bo çareserkirina pirskirêkan, me konsantre û hêzdar jî dikin. Gava ku em bi erênî bifikirin û ji bo pêşerojê planan bikin, endîşeyên me jî kêmtir dibin. Pirskirêkin ku dibin sebebê endîşeyan, carinan yên honandî ne.

Bûyerên ku pêkhatina wan îhtîmaleke biçûke jî em ji wê endişe dikin. Lêbelê bûyerên ku me di mêjiyê xwe de honandine, yên rasteqîn kêmtir diqewimin. Lewra planên me yê ji bo pêşerojê hene û gelek bandorên ku yê derkevin pêşiya me jî, em hesab nakin. Mînak: Em bi gelemperî bi endişe ne , gava ku eqrabeyekî me dimire, em dibêjin: ”Gelo em ê bi xemgîniya mirina vî xizmê xwe, çawa bijîn?” lê paşê diyar dibe ku, gava xizmên me dimirin, em bi awayekî bi lez hînî tunebûna wan dibin. Ev dide nişan ku, xeyalên di mêjiyê me de, wext tê li hember rastiyan têk diçin.

Em nizanin ku, emê li hember bûyereke honandî an jî li hember bûyereke rasteqîn çawa bifikirin û wan çawa binirxînin. Divê em ji ber xeyalan nekevin fikaran û ne pêwiste ku em ji ber xeyalan xemgîn bibin. Mixabin, mêjiyê me bi gelemperî ji bûyerên xemgîn re amade ye û zêdetir neyênî difikire. Dibe ku ya em xeyal dikin, gava ku qewimî , bi hêsanî bê pêşwazîkirin û bi awayekî normal bê çareserkirin. Fikar/endîşeyên xelet bi zirar in, gava ku em bi endîşebin mêjiyê mi dikeve rewşeke awarte; ji ber vê yekê,çav mezintir dibin, dil bi lez diavêje, xwedan destpê dike…hwd.

Bûyera ku em jê endîşe dikin, tiştekî honandî be, ne pêwiste ku em ji bo çareserkirina wê têbikoşin an jî ji wê birevin, eger em em wisa bikin bandora endîşeyan dê dubare bibe û dibe ku em li pêşerojê rastî wê pirskirêkê bên.

Tenê xeyal, têra başfamkirina pirskirêka nake, heyanî mirov rastî pirskirêkekê neye, nikare pirskirêka baş fahmbike. Her însan bi hestên xwe ji însanê din cûda ye. Hinek endîşe tên hîndibûn, hinek ne ji destê me ne; hinek ji me rewşa herî xerab difikire, ji henek me jî zêdetir bi awayekî erênî difikire.

Endîşe hesteke normal e, lê belê jiyana me ya rojane de dibe sebebe astengiyan. Ji bo ku jiyana însanan a rojane de nebe asteng, divê bê tedawîkirin. Pispor/doxtor wiha dibêjin: “însanên zêdetir bi endîşe divê bên tedawîkirin, lê belê divê însanên me çareseriyê ji dermanan de nebînin, derman ne çare ne..

Werger: Cüney Yazıcı

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply