Emeliyatên Danê Êvarê Baştirin Ji Yên Danê Sibê

Emeliyatên danê êvarê têne kirin, ji emeliyatên danê sibehê têne kirin, him baştir him jî ewletir in. Li gor xebateke nû emeliyatên danê êvarê têne kirin û ahenga/rîtma biyolojîk ya laşê mirov bi awayeke pirr baş li hev dihên.

Lêkolînêrên Fransî xebatên xwe li ser daneyên 600 kesên nexweş yên derîçeyên dilê xwe nû kirine, pêk anîn. 500 rojên li pey roja emeliyatê, rîska nexweşiyên dil yên kesên nexweş ku danê sibehê deriçeyên dilê xwe nû kiribûn, li beramberê kesên danê êvarê emeliyat bûbûn, bi qasî 2 caran zêdetir bû.

Ji kesên nexweş yên danê êvarê emeliyat bûbûn, ji sedî-neh (%9) ji ber qeyrana dil, rawestana dil an jî nexweşiyeke din çûne ber rehma Xwedê. Lêbelê hejmara kesên danê sibehê emeliyat bûbûn, ji sedî-hijdeh(%18) bû.

Lêkolîner David Montaigneê ji zanîngeha Lilleyê wiha dibêje; “Di vê serdemê de hê jî bijîjk nikarin rê li ber rîska nexweşiyên dil yên piştî emeliyatê rû didin, bigirin. Bêguman, pêdiviya me bi teknîkên nû heye daku em bikaribin kesên nexweş biparêzin û ji lêkolîna me jî dihêt dîtin ku pêkanîna emeliyatên danê êvarê dikare rê li ber nexweşiyên dil û mirinê bigire.”

Lêkolîner xebatên xwe li ser 30 heb nimûneyên raçînka dil yên ji her yek kesê nexweş hatibûn girtin, pêk anîne. Ji analîza genetîkî hatiye ditîn ku 287 genên pêwendiya wan bi biyorîtmê re heye hene, ji kesên danê sibehê emeliyat bûne, baştir û çalaktir bûye. Lêkolîner raber dikin ku têkiliya dil bi biyorîtmê heye û di bandora biyorîtmê de dimîne.

Dîsa dihêt dîtin ku dil, danê êvarê baştir xwe nû dike.

Çavkanî:
The Telegraph

Metîn Eser

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Sûda Kenînê/Beşişînê Çi Ye ?

-Sîstema jibexşînê xurt dike -Beşişîn gerdûnî ye -Dema ku em dibeşişin 53 masûlkê rûyan dişuxilin …

Leave a Reply