Emanetên Pîroz – Zîwer Îlhan

Gelo dibe ku resûlekî navnetewî gotibe ez mûyên xwe ji we re dihêlim, ev emanetên minî pîroz in. Wan biparêzin heta qiyametê. Ku baweriya we kêm bû xwe bavêjin van mûyên min da ku dilê we bêtir bawer bike, ku we ew mû dîtin wê kêrî we û hestdariyê were. Emanet ha! binêrin hûn xwe ji bîr nekin, gûhdarê mûyên min bin, ku tiştek bi wan were, ez heqê xwe li we helal nakim. Ez bi xwe ji vê bawer nakim. Dilrehmiya resûl, vê ûmetê hesdar nake; lê ku mûyekî wî dibînin hêstir diherikin ji çavê wan. Ev bertîleke dîrokî ye: Şiklê serok pîroz dikin; lê tevger û ehlaqê wî ji jiyana xwe derdixin.

Gelo dibe ku nebiyekî navnetewî gotibe li cil û bergên min miqate bin, ku ez mirim wan maçî bikin û bila wilo ez bêm bîra we. Xweşik wan cilên min tewq bikin û veşêrin. Di rojiya remezanê de derxin bila umet pê şad bibe, emanetî we ev hirqayê min, yê ku wî biparêze wê biçe cinnetê. Na, sed carî na hezar carî na! Lewra ew rêberê ehlaqê xweş e, pêşengê têkiliyên rast e. Kesê ku jê hez bike bila ayetên Quranê bixwîne û cilên teqwayê heta mirinê li xwe bike.

Gelo dibe ku pêxemberê ku Dînê Xwedê pê hatibe temamkirin gotibe, şûna lingê min çêbikin û piştî min şanî bawermendan bikin da bi dûv min bigirîn û baweriya wan bêtir bibe. Hişê min bi xwe, vê çewt dibîne. Misilmanên ku xwe teslîmî Xwedê nekirine, ji aliyê rêbertî, dad û fermandariyê wî naşopînin; lê şûna şopa lingê wî li ku be diçin dibînin. Ev bertîleke klasîk e: tiştekî pîroz bike û maçî bike; lê wî serokî ji rastiya jiyanê biqewirîne!

Fitrat emanet e. Divê tişt bi emanetê neyê. Xuliqandina te ya ku li ser Îslamê ye, emaneta pîroz e. Teqwa, parastina fitratê ye. Ku tu ji Xwedê netirsî û zilmê bikî, tu pêşî zilmê li xwe dikî: beden dibe şergeh, dibe gunehxane. Dîwarê parastinê dikeve, zar diqete, keleh dikeve û rih dibe warê xerabe. Ûmet, xirqeyê resûl diparêze; lê fitrata xwe naparêze.

Hîsdarîya emanetê, pîvanga bawerî û hezkirinê ye. Tu çi biparêzî, hestyariya te bêtir li ser wê ye. Tu bêtir li çi miqate be dilê te bi wir ve ye. Xwezî kesên ku qîmet didin mûyekî pêxember aleyhîselam, qasî wî mûyî qîmet dabana ehlaq û tevgerên wî. Qasî ku cilên wî li pişt caman bi awayekî paqij diparêzin, tevgerên wî yên nimûne naparêzin; lewra ew tevger dûrî wan in.

Emanet, pirsiyarî ye. Pirsiyarî pîroz e. Divê tu bi awayekî hikmetî li xwediyê emanetê bigerî. Quran ji muteqîyan re hîdayet e. Ku tu ne parêzkarê fitratê be, tu nagihê xwediyê emanetê.Gihiştina xwediyê emanetê, hîdayet e.

Emanet, deyndarî ye. Tu deyndarê Xaliqê xwe yî. Sibê heta êvarî tu îbadetê bikî tu nikarî deynê xwe bidî. Hê ji zû ve te ev bar li xwe kiriye. Ji dayikbûnê heta mirinê tu şikirya xwe bînî jî deynê te xelas nabin; lê dîsa jî şikir û îbadetên te ji hest û baweriya te tê. Hesta pîroz, hesta deyndarîya xwediyê emanetê ye.

Vîna te emaneteke pîroz e. Emanetî Xwedê be.

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply