“Ger neyarên min, min yek bi yek di rûçikê mezlûm û bindestên hemû dem û dewranan de nebînin, (tu bizane ku) ji zû ve mirî ne.” (Elî Şerîatî / Ebûzer)
Min evîneke wiha qet nedîtiye; Ji ber xatirê heq û heqîqet, îman û îslam, azadî û edalet, bindest û mezlûman germeke çilê havînê de û di nava çolê de tenê bi serê xwe mirovek di bin ewrên toz û xubarê de bijît û li benda mirina xwe be…
Navê wî ‘Ebûzer El Xifarî’ bû.
Ew di jiyana xwe de mirovekî sergerm bû, kelekela xwîna wî bû, dilpak bû, rast û durist bû. Wek teyrekî ku ketibe dava nêçîrê şikestî bû, xerîb bû, xerîb… Tê bêjî ku wê ji gerdûnê re ferman û meydanê bixwîne. Ew heqîqeta ku bihîstibû û pênas bibû dixwest ji hemî dinyayê re ferman û hawar bike, her li kê rast were jê re veguhêze û vebêje…
Ew pêxemberê xweşdivî û ezîzê ber dilê wî şîreta pêşgirî û tedbîrê pê kiribû. Lê belê ew ti carî di vê mijara tedbîrê de serkeftî nebû. Di her şert û mercan de gotina heq û heqîqetê bi dengekî berz, bê tirs û xof, bêyî nermkirin û boyaxkirin, ya rast e rast vebijart û ji xwe re kire sinc û rêbaz; hinek caran di hizûra xelîfe, caran li hember textê siltan, caran di dîwana zanyaran, caran di nava gel, caran li qada dijminan û caran jî li gel dost û heval û hogiran de…
Hîç bêdeng nema. Serî netewand. Gavek jî paşve neavêt ji riya ku bawerî pê anî bû, serî da ser her tiştî. Ji ber vê yekê asî û bexî hate binavkirin, mişextî dojeha çolê kirin, ji ber devê mirinê re hate avêtin lê belê dîsa jî radest nebû, dev ji eşq û rastiya xwe berneda, zillet qebûl nekir.
Em ji hêla Ebûzer (r.x.l) in, li ser şopa Pêxemberan tevdigerin. Em jî dest ji evîna xwe bernadin, serî xwe natewînin, zilm û zordariyê, zillet û bindestiyê qebûl nakin!
Di navbera êş û elem, şikestin û têkçûn, girtin û kuştin, hîle û xayîntî, sirgûn û mirinan de tên û diçin. Em di rojên tarî û kêliyên reş de dijîn. Em ne dilşa ne. Em nikarin dilê xwe jî ji kesî re vekin, dilê me bi ser hev de tê kuştin. Em bi tenê çola(azadiya) xwe digerin, li pey sirûda mirina xwe dimeşin…
Em zarokên hizn û kedera miletê xwe ne; qêrîn û girîna welatê xwe ne; heq û heqîqeta erdnîgariya xwe ne. Em dixwazin xewn û xeyalên bavûkalên xwe bibînin û paşê bimirin…
Dîrok û mirovahî, dem û demsal bûne şahid; ev e çarsed sal e miletê me di bin perîşanî û bindestiyê de dijî. Dijminên me kemîneke bêbext û dijwar daniye li ser riya me. Em hemû bi dayik û bav, keç û kurên xwe yên ezîz û bedew, spêhî û spîndar, fêdakar û cangorî ve di nav lepên dijminan de perçe perçe dibin, winda û tune dibin…
Bav û kalên me hemû ax û janên xwe bi xwe re birin. Xewn û xeyalên xwe, hêvî û dûayên xwe, eşq û evîna xwe ji me re hiştin. Lê gelek kurd nikarin her tiştên xwe; pozisyona xwe, perê xwe, malê xwe, pêşeroja xwe û canê xwe feda bike ji bo ku mirov alikariya miletê xwe bike û li dûv xewn û xeyala azadiyê biçe. Li gor wan bêaqilî ye mirov li dûv van tiştane biçe. Li gor wan ya herî baş ew e ku mirov di qalibê xwe de bimîne û tenê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bişixule.
Ew tenê xwe dixapînin. Ma çi jê xerabtir heye ku mirov xwe bixapîne…
Her xapandin perçekê ji rih û beden, ray û raman, hêvî û pêşeroja mirov ji xwe re dibe. Mirov dibe hezar perçe, paşê jî bêdeng û bêçare dinale. Bêfeyde ye…
Îro gelek alim û seyda, siyasetmedar û rewşenbîr, nivîskar û entelektuelên me jî xwe dixapînin, ji bo berjewendiyên xwe yên biçûk ji xelkê re xebat û xizmet, şîret û diayan dikin lê haya wan ji bayê felekê tune ye, ew nizanin û nabînin ku miletê wan û ew bi xwe jî li ber bayê mirin û xelasiyê ve diçin…
Mixabin!
Em ti caran ji xewa giran de hişyar nebûn, bi hemû reng û dengên xwe ve nebûn yek, nebûn kurd, nebûne xwedî û xulamê mala xwe; her dem bûne hezar perçe, me her dem xwe gorî dîn, îdeolojî, doz û berjewendiyên xelkê kir. Bêhna ilm û fêdakariya me, bêhna ked û dilsoziya me, bêhna xwîn û mirina me kete li her derekê, ji bilî daw û doza me, milet û welatê me, çand û zimanê me…
Em ne baş in; devê tivinga me di singa hev de ye, em ji dil amadene ku hev bikujin. Birastî em ne kêrî xwe tên, ne jî kêrî xelkê. Bazara me hê jî weke par û pêrar kesad e; qencî û dilsozî pere nake, her kes dijminiya bira û dostên xwe dike, her kes piştgiriya zilm û zordaran dike…
Paşê jî em gilî û gazincan dikin…
Roj bi roj kesayet û dilpakiya me kêm dibe, hêvî û baweriya me dişikê, rê û rêbazên me şaş dibin, çand û zimanê me ji dûrî me dikevin û pişt re jî hemû destkeftiyên me yek bi yek ji destên me tên stendin…
Axxx!!!
Bêhna guleke weriyayî tê difna me, ji kê re bêjin derd û bêçaretiya xwe, dê kê guh bide nalîna me…
Dizanin; em nikarin her mirovekî bînin li ser riya heq, ev derfet û quweta me tûne ye. Em nagihên, qedera me nahêle ku em wê roja pîroz bibînin. Mirin ji her dem nêzîkî me ye, benda saeta me ye…
Em jî wek Ebûzer bûne evînek, tenêtiyek û mirinek; mirineke bêpel û bêpar, şînbar û jandar, bêperr û bêbask, bêtext û bêbext, bêwext û bêkes… Feleka xayîn li me hatiye xezebê. Ewrên reş û tarî bi ser welatê me digire û em qet rojên xweş nabînin…
Belkî ti kes ji dengê me nebihîse lê em ê heta qiyametê maf û azadiya xwe bigerin, biqîrin û bilorînin…