Gelo ew nexweşî çi ne. Divê em xwe ji van nexweşîyan çawa biparêzên, li gor demsalê em ê çi li xwe kin? Bersîva van hemû pirsan me ji doktor pirsîn.
Demsala zivistanê rûyê xwe nişan da û li gelek cihan berf barî. germahî daket û herkesî cil û bergên zivistanê li xwe kirin.
Zekem, bihor di serî de gelek nexweşî di vê mehê de derdikevin û zû jî belav dibin. Dr Abdullah Aşar derbarê mijarê wiha got: Divê welatiyên me ji nexweşan dûr bisekinin.
Abdullah Aşar anî zimên ku nexweşiyên zivistanê bi taybetî, bi belavbûnê derdikevin û ji bo vê jî divê mirov ji cihê qelebalix dûr bisekine.
Ger ku yek bi nexweşiya wekî zekemê keve divê çawa tevbigere? Aşar diyar kir ku digel hemû tevdîran ger yek bi nexweş keve divê demildest biçe doktor.
Aşar li ser xwarina ser sewze û fikiyan jî sekini û bilêv kir ku di vê demasalê de bi taybetî jî ji bo tenduristiyê divê sewze û fêkî werin xwarin.
Doktor Abdullah Aşar hişyar kir ku divê şûna dermanan sewze û fikî were emîlandin. Dermanên ku xeletî tên bikaranîn ji bo tenduristiyê nebaş in.
Gelo welatî xwe ji nexweşiyan çawa diparêzin û ji bo vê çi dikin?
Çavkanî: trtnuce