Em Bi Zimanê Xwe Kurd In!

Kurdên kafkasyayê bi taybetî jî kurdên li Ermenîstanê ji bo pêşveçûna çand, ziman û edebiyata kurdî kar û xebatên hêja kirine. Xebatên wan û afirandinên wan di nav dîroka kurd û Kurdistanê ya sedsalên dawî de cih girtine. Ji xwe cihê radyoya Erîwanê girînge û ciheke payebilinde , hêjayê pesnê ye.

Qanadê Kurdo di hêla zimanzanî, zimannasî û lêkolîneriyê de, Areb Şemo, Aliyê Evdirehman û Askerê Boyik di hêla romana kurdî de, Celîlê Celîl di hêla berhevkirina zargotina kurdî de, Amerîkê Serdar û gelekên din di hêla helbestê de, Tosinê Reşîd, Têmurê Xelîl û hinekên din di hêla çîroknivîsînê de kar û xebatên hêja kirine û edebiyata kurdî dewlemend kirine. Ew û berhemên wan nirxên kurdanin û nemir in. Ji wan kesên ku salên dûr û dirêj xizmetî ziman û çanda kurdî û her wiha, rojnamevanîya Kurdî kirîye, yek jî Tosinê Reşîd e.

Piştî van çend gotinên gelemperî, ez dixwazim bi kurtahî behsa Tosinê reşîd û pirtûka wî ya ku navê wê ”Em bi zimanê xwe kurd in” bikim. Bi rastî jî kurd bi zimanê xwe kurd in. Heger ziman nebe werqa fizîkî a kurdekî û yekî ji neteweyeke din tune. Zimanê neteweyek hebûna wî ye. Ziman hebe gel jî heye, ziman tunebe gel jî tune. Weke ku zanyar û pêdagogê rusî K. Ûşînkî jî dibêje : ”Her tiştî ji gel bistîne, gel ê dîsan dewsa wî tijî bike, lê zimanê gel jê bistînî, ew êdî wî zimanî çê nake.” Neteweye ku xwe ji pişkavtinê, asîmîlebûnê biparêze dikare hebûna xwe bidomîne, nexwe berevajê wê be, ziman ji dest biçe û asîmîle bibe, êdî ew netewe mirî ye.

Ev pirtûka hêja û giranbiha di nav weşanên ”Do” de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 157 rûpel e û ji 36 gotaran pêk tê. Gotarên ku di pirtûkê de cih girtine li gor nivîsîna dîroka dema wan hatine rêzkirin. Nivîsa ango gotara yekem a pirtûkê di sala 1983-ê de li Yêrêvanê hatiye nivîsîn. Gotara dawîn a di pirtûkê de jî di sala 2009-ê de li bajarê Medbourne hatiye nivîsîn. Di pêvajoya 26 salan de nivîsên ku hatine nivîsîn weke guldesteyeke hatine amadekirin û pêşkêşê xwendevanan hatiye kirin.

Naveroka nivîsan curbecur in. Hinek gotar li ser sexsiyetên navdar ên kurd in. Nivîskar weke afirînerînerekê portreyan portreyên sexsiyetên kurd pêşkêş kiriye. Wî behsa Cigerxwîn, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Şekroyê Xudo, Qanadê Kurdo, Amerîkê Serdar, Sihîdê Îbo, Egîtê Cimo û Şikoyê Hesen kiriye. Herweha wî derbarê lêkolînerên rusî yên ku derheqê kurdan de gelek tişt nivîsîne û ji bo kurdan kar û xebat û xizmetên hêja kirine, nivîsiye.

Dostên gelê kurd ku Tosinê Reşîd di pirtûka xwe de behsa wan kiriye ev in; Margarîta Rûdênko û H. Orbelî ne. Ew dibêje M. Rûdênko li ser kurdan gelek lêkolîn, werger û çapkirina destnivîsên kurdî kiriye. Wê herdu tezên xwe yên doktorayê derbarê kurdan de amade kiriye. Wê gelek berhemên edebiyata klasîk a kurdî wergerandiye rusî. Di rojnama ”Rîya Teze” û radyoya Yêrêvanê de gelek gotarên wî yên li ser pirsên kurdnasiyê hatine weşandin. Nivîskar T. Reşîd ji bo H. Orbêlî jî dibêje ”di pirsa ziman, dîrok, wêje û çanda kurdî de Orbelî zanyar bûye…..Li Yekîtiya Sovyetê H. Orbêlî zanyarê yekemîn bû, ku ”Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî bilind nirxand….Wî di berhemên xwe de navê Ehmedê Xanî danî ber navên mezintirîn şaîrên Rojhilata navîn.”

Pirtûk bi gotara sernavê”zimanê me yê dê” dest pê dike. Ew di gotara xwe de girîngiya parastina ziman, pêwîstiya axaftina zimanê zikmakî û nivîsîna wê tîne zimên. Ew dibêje : ”Xwendin û nivîsara zimanê kurdî îmkanekî pir mezin e ji bo parastin û bipêşvebirina zimanê me yê netewî.” Di gotarek din de jî ew xeterên asîmîlasyonê ya li pêşberê zimanê kurdî rave dike.

Weke min li jor got, di pirtûkê de 36 gotarên curbecur hene û di hemû gotaran de bal dikşîne ser mijarên girîng. Ew rexne li partiyên kurd digre ku civînên xwe bitirkî pêk tînin. Dibêje ;”ta xewnên me jî divê bi kurdî bin.” T. Reşîd ji bo berxwedana gelên bindest dibêje ; ”ziman, girîntirîn çeka berxwedanê ye.” Di pirs û pirsgirêka alfabeya kurdî de jî ew dîtinên xwe pêşkêşê raya giştî a kurdan dike û dibêje; ”Divê yek alfabeya kurdî hebe!” Di pirtûkê de, derbarê kurdên êzîdî de jî agahdariyên gelek giranbiha hene. Divê xwendevanên kurd van gotaran bixwînin û ji ola kurdên êzîdî hayidar bibin. Wek mînak; pîroziya zimanê kurdî di ola kurdên êzîdî de ciheke girîng digre. Ji bo kurdên êzîdî zimanê kurdî pîroze û lewre jî qewl, beyt û duayên wan bi kurdî ye. Tê gotin ku; Melekê tawis bi Adem û Hêwayê re bi kurdî peyivîye.

Ez behsa yekoyek naveroka hemû gotaran bikim dê nivîsa min gelek dirêj bibe. Mexseda min ne ku bi berferehî ez analîza pirtûkê bikim. Min xwest ez danasîna pirtûkê bikim û bala xwendevanên kurd bikşînim ser pirtûkê ku bikirin û bixwînin. Herweha ez bi vê kurtenivîsa xwe ya danasîna pirtûka Tosinê Reşîd 70 saliya wî pîroz bikim û jê re temeneke dirêj bi dilûcan daxwaz bikim.
Weke rexne na, lê weke têbiniyeke balkişandinê, ez dixwazim vê bibêjim; Xwezî gotarek, du gotar derbarê romana kurdî û romannivîserên kurd yên Sovyeta berê de hebana. Wek tê zanîn romana kurdî a yekem ji alî Areb Şemo ve hatiye nivîsîn. Herweha Aliyê Evdirehman jî çend romanên hêja nivîsiye. Romanên wan destpêka afirandina romanên kurdî ne û divê behsa wan bê kirin. Nivîskar Tosinê Reşîd di pirtûka xwe de –wek mînak – çawa ku behsa Heciyê Cindî û berhemên wî dike, herweha divê behsa romannivîserên kurd Areb Şemo, Eliyê Evdirahman û Eskerê Boyik jî bikira. Belê, divê bahs bikira, lewre cihê şanazî û pesnê ye ku nivîskarekî kurd (Areb Şemo) li ermenîstanê romana kurdî a yekem nivîsiye û hemû kurd bi vî berhema wî serbilind in.

*  * *

Min di rêzên jorîn de, di derbarê pirtûka Tosinê Reşîd ya bi navê ”em bi zimanê xwe kurd in” dîtinên xwe pêşkêşê xwendevanan kir. Min bi kurtahî behsa naveroka pirtûkê kir. Niha jî bi çend gotinan dixwazim behsa nivîskarê kurd ê hêja Tosinê Reşîd bikim.

Nivîskar Tosinê Reşîd di sala 1941’ê de, ji malbateke Kurdên Ezîdî li gundê Kûrekendê, li Ermenîstanê hatiye dinê. Wî pêşî di gundê xwe de û paşî di gundeke ermeniyan de di dibistanê de xwendiye. T. Reşîd di sala 1964’an de, fakûlteya fîzîk-matêmatîk ya Enstîtûya Yêrêvanê ya Pedagojîiyê temam kirîye.

Tosinê Reşîd di sala 1975’an de têza xwe doktorayê nivîsîye û bûye doktorê zanyarîya kîmyayê. Salên dirêj li Zanîngeha Yêrêvanê û Enstîtûyên Akadêmîya Ermenîstanê kar kiriye û gelek gotarên zanyarî çap kirine.

Gotara Tosinê Reşîd ya yekê li sala 1961’ê li rojnameya Rîya Teze çap bûye ku rojnameya herî temen dirêj ya Kurdî ye. Gelek gotar, helbest û çîrokên wî li heman rojnamê hatine çap kirin û di Para Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê de hatine weşandin.

Berhema wî ya yekê ”Dîroka Helbestan” di 1975’an de çap bûye. Paşê, dîwana wî ya bi navê ”Zozan” çap bûye û dû re jî, berhemeke wî ya biçûk bi navê ”Jan” çap bûye. Pişt re dîwaneke wî ya din, bi navê ”Nîvro” çap bûye.

Tosinê Reşîd her wiha, li bajarê Tîflîsê piyesekê bi navê ”Sîyabend û Xecê” nivîsîye ku li ser sahne hatiye lîstin û vîdeo û kasetên wê jî hatin belav kirin. Ew pîyes, li sala 1998’an de li Swêdê wek pirtûk hatîye çap kirin. Li sala 2000’î berhevoka kurteçîrokên wî ya bi navê ”Şeva Bêxew” hatîye çap kirin.

Xêncî wê jî dîsa li sala 2000’î de Tosinê Reşîd û zimanzan Husên Hebeş ji bo bîranîna Kurdzan û zimanzanê mezin Qanadê Kurdo ku apê T. Reşîd e, pirtûkeke taybet çap kir.

Ew her wiha, dora 12 salan bi sedan nivîsar di Ansîklopedîya Kurdî ya heman radyoyê de weşandine ku tevahîya wan li ser dîrok, edebîyat û çanda Kurdî bûne.

Nivîskarê Kurd Tosinê Reşîd bi nivîskar û folklorazan navdar Nûra Cewerî re zewicî ye û du qîzên wî hene.

Tosinê Reşîd ji sala 1993’an vir ve li Australyayê dijî û îsal 70 salîya wî ye. Ew weke xortekî bi hest û rihê ciwaniyê ê dînamîk kar û xebata xwe ya kurdayetiyê û afirandina berhemên kurdî didomîne.

Berhemên Tosinê Reşîd yên çapbûyî ev in :

1 – Kilamê Rê (helbest, 1975)
2 – Zozan (helbest, 1984)
3 – Nîvro (helbest, 1987)
4 – Sîyabend û Xecê (şano, 1988)
5 – Şeva bê xew (çîrok, 2000)
6 – Jibo bîranîna Qanatê Kurdo (tevî Husên Hebeş, 2000)
7 – Êzdîyatî Oleke Hê Jî Nenaskirî (lêkolîn, 2004)
8 – Min bêrîya şevên spî kiriye (çîrok, 2005)
9 – Mestûre, Serê Hêjayî Tac Bû (romana dirokî,2005)

10 – Em Bi Zimanê Xwe Kurd in – 2010

Wî hîn berhemên A. Pûşkîn, L. Tolstoy, A. Çêxov, A. Bûnîn, A. Voznêsênskî, A. Îsahakîyan, P. Sêvak wegerandine zimanê Kurdî û çap kirine.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply