Şerê Eliyê Pûrto û Dewazê Pirmûsi em li benda kilamê binhêrin û du re şiroveya wê bikin.ê pûrto û Dewazê Pîrmûsî her du jî ji herêmekî ne. Dewaz ji Bişêriyê Elî jî ji Xerzan, Bilîsê bûye. Dewaz kurdek Yezidî ye, di heremê de mirovek bi nav û deng bûye . Li cerda û di nava şer de bûye . Eliyê Purto jî di herêmê de li ser rêyan bacê û dirba girtiye .Bi vê awayê xwestiye ku rojek rastî Dewaz were û pê re şer bike. Bi vê awayê di nava gel de nav bide. Ji ber ku şerên nav xweyî bûne ji malbat û eşîratên xwe jî alîkarî girtine. Rojek salixê Dewaz distîne ku ew ê di geliyê Bilîsê re derbas bibe. Davêje pêşiyê deng lê dike “Ez Eliyê Porto me tu çewan di ser min re derbas dibî”. Elî û Dewaz şer dikin dewaz Elî dikuje û cil û bergê wî û bi tevî û çek û şûrê wî hildide û diçe. Ka em benda kilama Eliyê Purto ku dayîka wî li ser gotiyê mêzekin:
DAYIKA ELÎ
1/ Elî lawo dilê dayîka te bi deman e:
Genimê rasta Bişêriyê rabûne simbil dane/
Min ji te re got neçe pêşiya Dewazê pîrmusî,
Mêrek bi kefîl û deman e/
Şûrê xwe li bilîsê gire daye, li ser şûrê wî nivîsandiyê;
Qesasê serê bîst û pênc mêrên bisulmane/
1/ Şirove di vir de dayîka Elî dibêje ku Dewaz mêreke bi nav û denge. Heq û mafê wî naxwe. Li gorî kilamê ku mirov dibîne nayê wê wateyê ku Dewaz Yezidî ye, Elî misulman e, ji bona ol û baweriyê şer kirine. Lewre dagirkeran dema Kurdan kuştine negotine ev Elawî ye , Yezîdî ye an jî Misulman e. Ger wisan bûya Kurdên wek Qazî Mihemed, Evdilselam Berzanî ,Şêx Seîd û Seyîd Riza nedikuştin .Lê di herêmê de rastiyek hebûye Kurdên Yezîdî û Elawî bi du sedeman ferman û zulum dîtine. Yek ji ber ku Kurd bûne, serî hildane; Didu ku ji ber baweriya xwe ku Ezidî bûne. Vê mentelîte û Dewazê Pirmusî li ser şûrê xwe nivîsandiye ku qesasê serê bîst û pênc mêrên Bisulman e. Ji kuştina Eliyê Purto pirtir ev gotin bûye nerazîbûnek çewa bisulmanan dikuje? Lê şerê Filîtê Quto, Emê Etmanekî, Bişar û Emê Gozê ev eşîr û kes jî Bisulman bûne çima hevdu kuştine? Li ser şûrê wan çi nivîsandîbûn gelo?
Ev ne mijara min e ku van şiroveyan zêde vekim.kijan heq neheq, di bê mirov van eş û bendên di nava me Kurdan de ku çewan ava kirin bibîne. Rast e Alayên Hemîdiyan û komkujiyên bi destên nekesan bi hezaran Kurdên me sirgunên der ve bûn . Ev yek jî dibê em bi destên kî bûn û çima? Ka em li bende kilama Dayîka Eliyê Purto bibînin çi dibêje
DAYÎKA ELÎ
2/ Dayê dema dewazê Pirmusî li qêriya /
Dil û gurçik ji nav dilê lawê te qetiya /
Dayîka bû gurê serê çiya ? Hirça dev geliya/
Hêsirên çavê dayîka te weke çuçikên nav avê hêsir dibariyan /
Ezê cilû bergên Eliyê xwe bibim , Erzuruma rengî,
Bidim destê hakim ,Qazî û Terziya/
Bibêjim bextê we me hûn cilê Elî bixin nava curên pirtiya/
2/ Şirove di nava civaka me de, dema şînan de li ser kuştî û birandaran sitran digotin . cil û bergên wan, ciwanbûna çek û silihên wan dertanin li ser şîn dikirin. Ger ku keç bûna kofî û cihêzên wanan distiran . Her mirovek li gorên mirin û rewşa wan distiran . Li ser kêlik û gorên berê mirov gelek motifên wan dibîne. Xort be wêneyên xencer nîşanek wan hebûne. Keç bûna temezî û guliyên wan li ser kêlikanbûn. Dayika Elî li ser cil û bergê wî distirê . cil û bergên xortanî çewan digotin « botanî , Xerzanî her wisan ji ,cil û girêdana Elî di herê mê de bi nav û deng bûye. çeka wî dide desta her wekî ku nemiriye .Cil û bergên wî jî dixwaze ku bide destê terziya , an kesên ku qedir û qîmet bide cilê Elî. Her wekî ku Elî xwidan van cilan bûye bila winda nebin. Di ba dilê dayîkê Elî çima çûye pêşiya Dewaz gelo kîjan jı wan êrişî kî kiriye wana napirse . Bi tenê êşa Elî dibîne û li ser sitran dibêje . Ev yek jî heq û mafê dayîkeke .
DAYÏKA ELÏ
3/ Eliyê min deşta Bişêriyê wa bi sûse /
Xelkê hemu zevî û mêrgên xwe çinin ,kirin lûse/
Dewazê Pirmûsî Şûrê xwe li kambaxa Bilîsê,
girê daye bi donzdeh kîse/
Li ser Şûrê wî qesasê serê bîst û pênc mêrên ,
Bisulman dinivîse.
Ezê rabim Eliyê xwe ji erdê rakim cil û bergên wî lêkim,
Rext û tivinga wî bidim piştê/
Pişta wî bidim darê berê wî bidim rê
Her çî kesên ku di geliyê Bilîsê reterin tên/
Bila nebêjin ku Elî miri ye , hêj sax e,
Dixebitîne cerdê û curdê/
3,/ Tişta herî mezin ku mitov romana van dayîkan binivîsîne ev e?
Lawê wê miriye heqe neheqe li wê napirse li hemberî civakê û eşîratê , naxwaze ku bibêjin Elî miriye. Cilê wî lêdike, şûrê wî dide desta bila bibêjin Elî Cerdê dixebîtine . Li gorî îro û netewiyetê mirov bi fikirin û şirove bikin dibe ku mirov bifikire.. Lê gelo? Dayîkek halan dide ez naxwazim serî li ber kesan bitewînim . Di armanca we de netew û azadiya Kurdistanê nîne lê? Ew qas lehenenge, berxwedêre. Li ber Dewazê Pirmûsî û eşirên Xerzan,, wek Reman ? Elikan Etmanekiyan, Penceneryan, û Reşkotiyan ferman dixwîne. Em ji rexne û ditinên nifşa nû re vekirine. çima methên eşîr û van dayîkan didin , rast e. Lê Ku fikra netewî hebûya wek îro ew ê dayîkê wê Tîliyan le ser berxwedêran bigota. Van dayik û zarokên îroyên berxwedêr ji wan dayîkên ew rojin
Mebesta me ne ku ez eşîr û wan kes û dayîkan rexne û piçûk dibînim zarok û eşîretên van kes xwedanên van kilaman dilê xwe negrin. Zarokên wan ên bi hev re şer dikirin, îro jî bi hev re di ser û çeperek din de ne . Em ji van kilam û gotinên dengbêjan sûd wergirin û binivîsîn /
Feyzî Mîrhesen
Dewaz pirmusi, eliye pürtonun dayısıdır
Diya eliye pürto xüşka dewaz, dewaze pirmusi xalê eliye
rast e birayê hamza Dewaz bapiré min e ji kerema xwe ra adresa maila xwe bide min an ji min bigere 0543 656 3734 ez diroka kal û bavê xwe lêkolîn dikim slav u hurmet.
Yazıyı yeni gördüm instagram hamzaca1616 numaranı aldım inşaAllah arıcam seni
Ben Dewazê Pirmusi’nin torunuyum. Eliye purto Dewaz’ın yeğenidir. Aralarında kan davası vardır. Dewaz Eliyi öldürmek istese de Eli onu yaraladıktan sonra Dewazın öldürmekten başka çaresi kalmıyor.
Dewaz soyundanız Bitlis’te Pirmusi aşireti. Eskiden Geliya bilise bir Köy,de yaşiyorlarmış şuan da Bitlis Ahlat bölgesi yaşiyoruz
Aliye purto harzidir. Harzilerin Baleki kolunun Bidri kabilesinin beyt Bilal ailesindendir. Mutki Sason Kozluk besiri tarafında bu aile hala var.