În , 10 Nîsan 2020

ELIYÊ PURTO Û DEWAZÊ PÎRMUSÎ -1

Şerê Eliyê Pûrto û Dewazê Pirmûsi em li benda kilamê binhêrin û du re şiroveya wê bikin.ê pûrto û Dewazê Pîrmûsî her du jî ji herêmekî ne. Dewaz ji Bişêriyê  Elî jî ji Xerzan, Bilîsê bûye.  Dewaz  kurdek Yezidî ye, di heremê de mirovek bi nav û deng bûye . Li cerda û di nava şer de bûye . Eliyê Purto jî di herêmê de li ser rêyan bacê û dirba girtiye .Bi vê awayê xwestiye ku  rojek rastî Dewaz were û pê re şer bike. Bi vê awayê di nava gel de nav bide. Ji ber ku şerên nav xweyî bûne ji malbat û eşîratên xwe jî  alîkarî girtine. Rojek salixê Dewaz distîne ku ew ê di geliyê Bilîsê re derbas bibe. Davêje pêşiyê deng lê dike  “Ez Eliyê Porto me tu çewan di ser min re derbas dibî”.  Elî û Dewaz şer dikin dewaz Elî dikuje û cil û bergê wî û bi  tevî û çek û şûrê wî hildide û diçe. Ka em benda kilama  Eliyê Purto ku dayîka wî li ser gotiyê mêzekin:

 

DAYIKA ELÎ

1/ Elî lawo dilê dayîka te bi deman e:

Genimê rasta Bişêriyê rabûne simbil dane/

Min ji te re got  neçe pêşiya Dewazê pîrmusî,

Mêrek bi kefîl û deman e/

Şûrê xwe li bilîsê gire daye, li ser şûrê wî nivîsandiyê;

Qesasê serê bîst û pênc mêrên bisulmane/

 

1/ Şirove di vir de  dayîka Elî dibêje ku Dewaz mêreke bi nav û denge. Heq û mafê wî naxwe. Li gorî kilamê ku mirov dibîne nayê wê wateyê ku  Dewaz Yezidî ye, Elî misulman e, ji bona ol û baweriyê şer kirine. Lewre dagirkeran  dema Kurdan kuştine negotine ev Elawî ye , Yezîdî ye an jî Misulman e. Ger wisan bûya  Kurdên wek Qazî Mihemed, Evdilselam Berzanî ,Şêx Seîd û Seyîd Riza  nedikuştin .Lê di herêmê de rastiyek hebûye Kurdên Yezîdî û Elawî  bi du sedeman  ferman û zulum dîtine. Yek ji ber ku Kurd bûne, serî hildane; Didu  ku ji ber baweriya  xwe ku  Ezidî bûne. Vê  mentelîte û Dewazê Pirmusî li ser şûrê xwe nivîsandiye ku qesasê serê  bîst û pênc mêrên Bisulman e. Ji kuştina Eliyê Purto pirtir  ev gotin  bûye nerazîbûnek  çewa bisulmanan dikuje? Lê şerê  Filîtê Quto, Emê Etmanekî, Bişar û Emê Gozê  ev  eşîr û kes jî Bisulman bûne çima hevdu kuştine?  Li ser şûrê wan  çi nivîsandîbûn gelo?

Ev ne mijara min e ku  van şiroveyan zêde vekim.kijan heq neheq, di bê mirov  van eş û bendên di nava me Kurdan de  ku çewan ava kirin bibîne. Rast e  Alayên Hemîdiyan û komkujiyên bi destên  nekesan bi hezaran  Kurdên me sirgunên der ve bûn  . Ev yek jî dibê  em bi destên kî bûn û çima? Ka em li bende kilama Dayîka Eliyê Purto bibînin çi dibêje

 

DAYÎKA ELÎ

2/ Dayê dema dewazê Pirmusî li qêriya /

Dil û gurçik ji nav dilê lawê te qetiya  /

Dayîka bû gurê serê çiya ? Hirça dev geliya/

Hêsirên çavê dayîka te weke çuçikên nav avê  hêsir dibariyan /

Ezê cilû bergên Eliyê xwe bibim , Erzuruma rengî,

Bidim destê  hakim ,Qazî û Terziya/

Bibêjim bextê we me hûn  cilê Elî bixin nava curên pirtiya/

 

2/ Şirove di nava  civaka me de, dema şînan de li ser kuştî û birandaran sitran digotin . cil û bergên wan, ciwanbûna çek û silihên wan dertanin  li ser şîn dikirin. Ger ku keç bûna kofî û cihêzên wanan distiran . Her mirovek li gorên  mirin û  rewşa wan distiran . Li ser kêlik û gorên berê mirov gelek motifên wan dibîne. Xort be  wêneyên xencer   nîşanek wan hebûne. Keç bûna  temezî û guliyên wan  li ser kêlikanbûn. Dayika Elî  li ser cil û bergê wî  distirê . cil û bergên xortanî  çewan digotin «  botanî , Xerzanî  her wisan ji ,cil û girêdana Elî  di herê mê de bi nav û deng bûye. çeka wî dide desta  her wekî ku nemiriye .Cil û bergên wî jî  dixwaze ku bide  destê terziya , an  kesên ku qedir û qîmet bide cilê Elî. Her wekî ku  Elî xwidan van cilan bûye  bila winda nebin.  Di  ba dilê dayîkê  Elî  çima çûye pêşiya Dewaz gelo kîjan jı wan êrişî kî kiriye wana napirse . Bi tenê  êşa Elî dibîne û li ser sitran dibêje . Ev yek jî  heq û mafê dayîkeke .

 

DAYÏKA ELÏ

3/ Eliyê min   deşta Bişêriyê wa bi sûse /

Xelkê hemu  zevî û mêrgên xwe çinin ,kirin lûse/

Dewazê Pirmûsî  Şûrê xwe li kambaxa Bilîsê,

girê daye bi donzdeh kîse/

Li ser Şûrê wî  qesasê serê bîst û pênc mêrên ,

Bisulman dinivîse.

 

Ezê rabim  Eliyê xwe  ji erdê rakim  cil û bergên wî lêkim,

Rext û tivinga wî bidim piştê/

Pişta  wî bidim darê berê wî bidim rê

Her çî kesên ku di geliyê Bilîsê reterin tên/

Bila nebêjin ku Elî miri ye , hêj sax e,

Dixebitîne cerdê û curdê/

 

3,/ Tişta herî mezin ku mitov romana van dayîkan binivîsîne ev e?

Lawê wê miriye  heqe neheqe  li wê napirse  li hemberî civakê û eşîratê , naxwaze ku bibêjin Elî miriye. Cilê wî lêdike, şûrê wî dide desta bila bibêjin Elî Cerdê dixebîtine . Li gorî îro û netewiyetê mirov bi fikirin û şirove bikin dibe ku mirov bifikire.. Lê gelo?  Dayîkek halan dide  ez naxwazim serî li ber kesan bitewînim . Di armanca we de  netew û azadiya  Kurdistanê nîne lê? Ew qas lehenenge, berxwedêre. Li ber Dewazê Pirmûsî û eşirên Xerzan,, wek Reman ? Elikan Etmanekiyan, Penceneryan, û Reşkotiyan  ferman dixwîne. Em ji rexne û ditinên nifşa nû re vekirine. çima  methên eşîr û van dayîkan didin , rast e. Lê Ku fikra netewî hebûya wek îro ew ê dayîkê wê Tîliyan le ser berxwedêran bigota. Van dayik û zarokên îroyên berxwedêr ji wan dayîkên ew rojin

Mebesta me ne ku  ez eşîr û wan kes û dayîkan rexne û piçûk dibînim zarok û eşîretên van kes xwedanên van kilaman dilê xwe negrin. Zarokên wan ên bi hev re şer dikirin, îro jî  bi hev re di ser û çeperek din de ne .  Em ji van kilam û gotinên dengbêjan  sûd wergirin û binivîsîn  /

Feyzî Mîrhesen

 

 

 

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Kovara Folklora Me: Zargotin pişt e, folklor her tişt e

Kovara “Folklora Me” ya ku folklora kurdan digîhîne mala xwîneran roja Newrozê dest bi weşana …

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *