Elînewêrek – Zeynep Taş

Hebû tûne bû. .Elo yê newêrek hebû ji tirsa qet nikaribû derkeve derê malê. Edî vusa bûye jina wî danavî bûye .

Ez ê vî mêrî çawa derxînim derê malê Xwedê yarebbî ! Edî mal de xwarin xilas bûye û tiştekî nemaye bixwin . Elo jî naxebite kar ê wî jî tine her tim di nav mal de ye. Jinik dibê ‘ hay lo loo ez ê çi bikim . Ez ê herim cem cînarê xwe ez ê bêjim filankes tû here ser bana tû yê wan kaxiza ser bana birêjînî.

Cînarê we dibê ‘ Erê ez ê birêjînîm ‘ . jinik diçe hindirde , cînarê wî jî diçe ser bana kaxiza dibarîne dibê ‘kade dibare !kade dibare! ‘ Jina Elo dibê ‘ Elo Elo ! derkeve derê mal ê kade dibare ! ‘ Elo dibe çawa kade dibare jinik.’ jinik dibê ‘ yaw were kade dibare ! ‘ Elo dibê ‘ jinik ez newêrim derkevim derê mal ê. Ez nikarim. ‘ Jinik bersiv dide dibê were ez tera me ‘.

Elo yê newêrek temam dibeje û derdikevin derê mal ê. Elo dibêje’ jinik ev na kaxizin dibarin ne kade ne . Ez çawa beravkim van kaxiza?’ jinik dibê ‘Na tû berav bike têxe nav pêşa xwe ev na bibine kade.’ Çavê jinik derî ye bila bireve bikeve hindirê mal ê bila Elo pey wî neçe . Jinik direve dikeve hindirê mal ê û derî hindirve kilîd dike. Derî digire Elo digirî direve tê ber derî dibêje’ Jinik ez newêrim derî li min veke .’ jinik bersiv dide dibêje ‘Elo welleh heta tû neçî ji min re kûpekî zêr neyînî ez te hilnadim hindirê mal ê. ‘mêrik tê ber pacê mal ê ,jinik şûr wî şapqê wî dide dest ê Elo , dibê tû yê herî heta qezancekî neyînî ez te hilnadim. Elo çi bike ? here kû derê? newêre jî ! .

Elo dikeve rê dimeşe diçe înê mirîşka xwe re mirîşkekî serjêdike ser ê şûrê xwe xwûn dike şapqe xwe dixe ser ê xwe dikeve rê. Dikeve rê êpêce diçe. Mêze dike rêwî derdikeve pêşîya Elo. Dibêje ‘Elo tû ye kû derê herî ?’ Elo bersiv dide hal mesele waha , jina min waha got. Rêwî dibê ‘çawa yaw tû newêrî  ti çawa di nav mal de derketî .’ Elo yê newêrek dibê ‘welleh mecbûrî ez ê herim min çi peyda kir kar ê min e.’ Elo dimeşe diçe mêze dike heft pehlivan li ser çîyakî xwe re mal çêkirine.

Pehlivan jî çi pehlivan. Pehlivan qet ê xwe diavije daristan ê hildide tîne . Elo dibê ez ê xwe re li vir tişta dikarim peyda kim. Diçe cem pehlivana û xwe tîne nasîn dibê ‘ez pehlivan im’ , li kû hatiye diçe kû ji wan re diaxive. ‘Ez pehlivantîyê dikim û xwe re karekî digerim . ‘Pehlivanan dibêjin Baş e. Were bibe mêvanê me . Elo yê newêrek dibê’ ser çawa ser sera’.

Her pehlivanekî karekî dike îja çi kar dikin. Yek daristanek tîne yek diçe avê bi kanî tîne yek dara bi dest ê xwe dişkîne. Elo difikire ez çi bikim Xwedê Yarebbî! Ez xwe bidime der de pehlivanan min bikûjin. Dibê welle êdî ez çi bikim ez ê bêjim ‘ ez pehlivan im.’ Belkî ez jî bibim e hevalên wan . Pehlivanan dibê’ Em ê te tercube kin. Eger tû weke me jîhatî bî em ê te hildin . Tû ye bibî birayê me yê mezin . ‘ Qetekî didin dest ê Elo yê newêrek ‘ tû yê herî daristanekî hildî werî. ‘ Elo newêre hê çawa daristan hilde bîne. Elo difikire çi bikim çawa bikim . . .

Diçe qetê xwe pirtî pirtî dike tê. Dibêjin ‘Elo te çi kir ? Te tiştekî neanîye ?’ Elo bersiv dide ‘ Xwîlî ser we keve ser qetê we ! Ka qetê we min çawa avîte daristan pirtî pirtî bû !’ Pehlivavan şaş dibin , heyret dibin . Dibêjin ‘Hay lo loo ! Elo waha be hê pehlivatîyê dest ê me bistîne . ‘ Yekî din dibêje ‘ Elo tû yê herî av ê bînî . ‘ Cerekî terikî didin dest ê Elo dişînin ber av ê.  Elo dikeve rê û difikire .  Yarebbî ez ê çawa av ê bînim pişta min bikeve ber min.

Difikire,difikire… Dibê ez ê binê cer ê qul kim . Qul dike û diçe. Pehlivanan jê dipirse ‘ Elo te av neanî?’ Elo bi hêrs bersiva pehlivan ê dide. ‘ Xwîlî ser we be ser cer ê we be ! Min çawa cer ê da ber avê av hemû rijiya erd ê. Ez çawa bînim avê ?’ Lê ditirsin dibên em çi bikin em ê ev merivê wekî birayê xwe yê mezin bihesîbînin. Ev meriveke mezin e. Em pê nikarin. Heft peklivan Elo yê newêrek dixin birayê xwe yê mezin. Edî Elo yê newêrek nîne. Ew Elî pehlivan e! Pehlivanan çi karî dikin Elî xwe re hildide para zehf jî xwe re hildide. Salekî du salan derbas dibe Elî pehlivan qazanca xwe hildide û pehlivanan re dibê ‘Ez ê herim mala xwe. Jina min heye hûn jî min bibexşînin êdî ez nikarim biratî bikim.’

Pehlivanen wir qebûl dikin dibêjin bila birayê piçûk te behere gundê te. Elî pehlivan qebûl dike. Birayê piçûk Elî re dibê ‘ Tû were pişta min , tû mezinê min î. Ez ê te beherim. ‘Elî çawa kû xwe dide ser pehlivan ê pehlivan dibê ‘ Elî tû ça sivik î ! ‘ Elî ‘ welleh ez giraniya xwe nadime ser te , eger giraniya xwe bidim ser te tû nikarî ber vê êş ê bimeşî ‘ Birayê piçûk dibê ‘ Na na ! giraniya xwe bide tişt nabe !’ Elî kêra xwe derdixe pişta wî pehlivan ê re çik dike.

Pehlivan dibêje ‘Elî zû peya be ! Ez nikarim. Tû wûsa giran hatî pişta min şewat ketî!’Elî peya dibe û mêze dike ‘Birayê piçûk! Gûndê min waha dixûyê.Ez dikarim edî herim.’Xatirê xwe hev dixwazin.Elî rê dikeve tê gûndê xwe. Rewî diçe ber pahlîvanê piçûk jê re dibêje ‘ Ew Elo çima li ser pişta te bû ?’
Pehlivan bi hêrs bersiv dide’ Tû çawa birayê me yê mezin re Elo dibêjî! Ew Elî pehlivan e!’ Rewî pê dikene ‘Yaw Elo yê newêrek e çawa bû pehlivan? ‘ Birayê piçûk re her tiştî diaxive dibêje Elo nikaribû here ber derî, bê jina xwe pêştir nediçû mala tû kesî.

Çawa bû pehlivan ez jî nizanim.’Pehlivan diçe ev meselê ji birayê xwe yê mezin dike. Dibêjin em ê herin perê xwe jê bistînîn. Elî diçe derî dixe jina wî derî venake deng dike ‘Tû ke yî ?’ Elî bersiv dide ‘Ez Elî me !’jinik dibê ‘ Elî kê ye ? ‘Elî dîbê ‘Ez im ez! Elo yê mêre te! ‘ Jinik derî vedike mêze dike çi! Elo yê newêrek yek parçe ye, kûpekî zêr dest dane. ‘ Elo tû çi kir? Te dizî kir ?’ lê dipirse. Elo ser da çi derbas bûye behsa jina xwe dike. Dibê jinik hal mesele waha.’ Ez bûm pehlivan ê heft pehlivan ê. !
Min wan a waha xapandiye. ‘ Elo û jina wî ber derî diaxivin pehlivan tên ber derî yê wan. Elo jî edî wek pehlivanek ber dest ê wan hatiye perwerde kirin. Elî Elî ye, Elo nîne. Dîwere ji. Şûr ê xwe derdixe derdikeve pêşî ye wan. Çawa şûr ê xwe ba dike heft pehlivana erd ê dixe . 

Bila sê sêv ji cinnetê werin. Yek civatê re, yek ji we re, yek jî min re.

Elînewêrek – Zeynep Taş
Candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply