Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh bi hejmara xwe ya duyem derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de gelek nivîskar bi gotar û helbestên xwe li ber we ne.
Win dikarin ji girêdana jêr eKovara Bernamegehê dabar biikin û bixwînin.
Agahiyên Kovarê
Koordînatorê Kovarê: Occo Mahabad
Edîtor: Mihemed Keskîn, Cîhan Soylu
Rûpelsazî: Rezan Kaya
bernamegeh@gmail.com
www.bernamegeh.org
Nivîsa ji edîtor ya jimara 2.
Merheba xwendevanên hêja û qedirbilind. Em bi kêfxweşiyeke mezin hejmara xwe ya duyemîn derdixin. Di roja me de kovarên dîjîtal digihîjin girseyên mezin lewma ji bo amedekirinê tê tercîhkirin. Armanca me ew e ku di warê çand, hûner û wêjeyê de fikr û ramanên nivîskarên me bînin pêşberî we. Lê divê bê fêmkirin ku kovarên dîjîtal bi ked û emegên mezin û zehmet tên amadekirin. Çawa ku em bi dildarî ji bo çand û milleta xwe vî karî dikin û dimeşînin divê hûn jî bi hişmendiyeke neteweyî kovarên heyî biparêzin, belav bikin û lê xwedî derkevin.
Di vê hejmarê de gellek nivîskar bi gotar û helbestên xwe yên rengîn di jiyana we de bibin tehm û wateyek. Hêvîdar im hûn ê herdem li dijî asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê bi Kurdî bijîn wek Kurdekî zimanperwer jiyana xwe bidomînin.
Wekî hejmara me ya yekê me nexwest ku em nivîsên nivîskaran redakte bikin û biguherînin. Ji ber ku hin nivîskar li gorî Celadet nivîsên xwe şandibûn lê hin nivîskar jî li gor Rêbera Rastnivîsê lewma me nexwest ku em gotar û helbestên wan biguherînin.
Îro ev mesele di zimanê me de bûye pirsgirêkeke mezin. Mixabin eyarên zimanê Kurdî bi awayeke mezin hatine xerakirin. Hin kes û saziyên Kurdan wek otoriteyekê derketin holê lê fêm nekirin ku mijarên wisa cidî bi biryarên çend kes û saziyan nayên hildan. Divê Kurdên me demildest vegerin eyarên berê ku ev anarşiya mezin ji holê rabe.
Ez ê gotinan zêde dirêj nekim kerem bikin bi naverok û saziyeke nû kovara Bernamegeh li ber destê we ye.
Naveroka jimara 2.
- – Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de / Konê Reş
- – Helbestvanekî azadîxwaz, welatperwer û sosyalîst: Qanî / Occo Mahabad
- – Şikeft / Omer Dilsoz
- – Vê Sibehê Sivik Wekî Per im / Mervan Serhildan
- – Rivîna Dilê Min / Laleş Qaso
- – Şin, Işt, Gîn / Qendîl Şêyxbizînî
- – Jiyana Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî
- – Çîrokên Civakî û Toreyên Kevneşopî / Lokman Polat
- – Boxê Gulan / Mihemed Hemkoçer
- – Jiyana Zeynelabidîn Han
- – Ola Zerdeştî / Yaqûb Kurmanc
- – Ji Welatê Xwe Hiz Dikim / Têngîz Siyabendî
- – Min Hest Kir, Name / Bawer Yekta
- – Payîz / Eskerê Boyik
- – Zimanê Standart Ango Kurdiya Akademîk / Îhsan Bîrgul
- – Helbest / Şêro Dalînî
- – Jiyana Behlûlê Mahî
- – Ka Rola Întelecinsiya Kurdî? / Mihemed Hesko
- – Newaya Rengîn / Mehmûd Badilî
- – Kurdistan / Elind Mizûrî
- – Heyîvokî ya me, Feminizma Cihanî û kapîska Swêdî / Nesrîn Rojkan
- – Karîkatûrên Kurdî
- – Çîroka Kerekî Mirarî / Yasemîn Elban
- – Di Dîroka Kurdistanê De Bê Bextî û Bê Tifaqiyek – Remezan Bakur
- – Helbest / Cîhan Hesen
- – Kedîkirina Tirsê / Sedat Yurtdaş
- – Tofana Dil / Bahadin Robar
- – Pîr Şalyarê Zerdeştî Yan Pîr Şalyarê Yarsanî Yê Feylesof?
- – Soran Hemereş Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr
- – Şevêdî / Melevanê Baranî
- – Li Serhedê Rojên Zivistanê / Yücel Aslan ( Koçer)
- – Berawirdkirina Çîrokên Duh û Îroyê, li ser ên Qedrî Can û Mehmed Dîcleyî / Ahmed Kanî
- – Qedera Hevpar / Ayhan Erkmen
- – Helbest: George Trakl Wergera ji Elmanî: Ciwan Qado
- – Salihê Biro behsa Gilîdaxê dike / Nihat Gültekin
- – Biryar / Hecî Ehmed Bêrkiyatî
- – Evîna Pîrê / Dilbirîn Dilo
- – Li Xewlegehên Bajarê Min / Gernas Roderîn
- – Serdûpişk / Metîn Arî
- – Hemedê Qutikspî / Amed Çeko Jiyan
- – Ceng , pêt û kena şervanekê / Sakar Kamil Osman
- – Hezkirina ji jîyanê û tirs û xofa ji axîretê! / Ikram Oguz
- – Cîgerxwîn û Dêrika Çiyayê Mazî / Eyyup Guven
- – Subehî dê mirim / Kurteçîrok: Xwan Xusîh Miyas / Wergêr: Hesenê Silêvaneyî
- – Helbest / Zana Taş
- – Silûka Sofî û Qerentînaya Civakê / Hejarê Farqînî
- – Dengbêj Resoyê Gopalan / Dengbêj Evdirehîmê Mûşî
- – Ey Balindo / Mehmûd Birîmce
- – Payîzê Welatê Ma / Enwer Yilmaz
- – Kerkûk – Helbest: Letîf Helmet Ji Soranî: Yasîn Hisên