Xewn û daxwaza dewleteke kurdî kevin e. Ronakbîr û helbestvanên Kurd berî sedan sal girîngiya dewletê û pêwistiya hebûna wê ji miletê xwe re diyar kirin û di nav dîwan û berhemên xwe yên edebî de bicih kirin.
Bi taybetî Helbestvan û fîlosofê Kurd yê neteweyî Ehmedê Xanî berî nêzîka 400 salî, behsa dewleta kurdî kir û bi awayekî eşkere û vekirî pêdiviya dewletê ji gelê Kurd re anî ziman.
Helbestvan û zanyarê Kurd yê mezin, kurdperwerê bêhempa Ehmedê Xanî dabû pêşiya dema xwe û berî belavbûna bîr û baweriyên netewperwerî û dirustbûna dewletên neteweyî, ji gelê xwe wateya dewletbûnê bilêv kir û xwest ku Kurd şiyar bibin û hizr û ramanên neteweyî û evîna welat û niştimanperweriyê di nav wan de belav bibe.
Dema Kurdistan ji bo cara yekem bi riya Peymana Qesra Şîrîn hat parçekirin, Xanî ew peyman şiband tarîbûna roja Kurdan û bi peyvên watedar derd û hawara Kurdistanê wiha vegot: “Tasek ji vê ava zelal, nadim bi hewza kewserê. Levhatina Qesra Şîrîn, jê nabînim tu meferê. Piştî roja me bû tarî, mirin xweş e ji emberê.”
Di demekê de ku hê jî fikir û ramanên neteweyî li dinyayê baş zelal û belav nebûbûn, Xaniyê mezin û bîrbir pêşbînî kir wê Kurd ji ber nebûna dewleta xwe ya serbixwe çi êş û zehmetiyan bikişînin. Bi taybetî bi hebûna dijmin û neyarên pir li çarmedor û nebûna yekîtî û tifaqê di nav Kurdan bi xwe de.
Xanî tifaq û yekîtiya gelê Kurd dike mercê sereke yê avabûna dewleta serbixwe ya kurdî û wiha dibêje: “Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in. Daim bi temerrud û şiqaq in. Ger dê hebûya me ittifaqek. Vêk ra bikira me inqiyadek. Rûm û ereb û ecem temamî. Hemiyan ji me ra dikir xulamî. Tekmîl dikir me dîn û dewlet. Tehsîl dikir me ilm û hikmet.”
Xanî destana xwe ya nemir Mem û Zîn jî kir behaneyek da tê de fikir û hizrên xwe yên neteweyî bîne zimên. Armanca wî ew e ku Kurdan ji tamara xewê rake û berê wan bide rizgarî, serxwebûn û ronahiyê. Zîn sembola heyvê, azadî û Kurdistanê ye. Mem gelê Kurd e û Zînê di roja Newrozê de nas dike. Mem dixwaze bigihe Zînê, ango Kurd dixwazin bigihin azadiyê, dixwazin bigihin Kurdistanê.
Xanî dibêje: “Şerha xemê dil bikim fesane. Zînê û Memê bikim behane. Nexme we ji perdeyê derînim. Zînê û Memê ji nû ve vejînim.”
Rûdaw