Şemî , Gulan 25 2019
Destpêk / Wêje / Jînenîgar / Ehmedê Xanî Kî ye?

Ehmedê Xanî Kî ye?

Ehmedê Xanî Kî ye? – Kurdî

Di sala 1601e koçî/1650-51ê zayînî de li Bayezîdê hate dinê. Navê bavê wî Îlyas, navê diya wî Gulnîgar e. Li Bayezîdê dest bi xwendinê kiriye; xwendina xwe li navendên ‘ilm û kulturê yên wê demê mîna Xelat, Wan, Riha û Bedlîsê domand; li Wanê li cem Mele Camî, seydayê Medreseya Xoşabê, îcazet girt. Di seraya Mîrektiya Kurd ya Bayezîdê de wekî katibê fermî wezîfe kir. Bi saya perwerdahiya medreseyê û katibiyê wekî zimanê xwe yê zikmakî (kurdî) di zimanên ‘erebî, farisî û tirkî de jî bû şareza. Di Dîwana wî de hinek helbestên ku bi van her çar zimanan hatine gotin hene ku ji van cureyê helbestan re tê gotin “mulemma”.

Xanî wekî mezhebê fiqhê Şafi’î ye; wekî mezhebê baweriyê Sunnî/Eş’erî ye; wekî terîqet Neqşîbendî ye û wekî ramana tesewwufî jî parêzkarê wehdetul wucûdek pîvandar e. Berhemên Xanî yên ku bi misogerî xwe malê wî ne û gihaştine roja me ji berê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêbên dersê hatine xwendin û jiberkirin.

Ev rêberê gelê kurd yê dînî û neteweyî û ‘alimê wan ê bijarte yê piralî di sala 1707an yan jî 1709an de li Bayezîdê, li cihê jidayîkbûna xwe, wefat kir. Tirba wî ya ku Se’îdê Nûrsî gava li Bayezîdê dixwend hinek şevan heta sibehê tê de dima îro ji aliyê hezkiriyên wî ve tê ziyaretkirin.

Kuliyata Ehmedê Xanî

– Nûbehara Biçûkan: Evberhema ku di sala 1683an de hatiye nivîsandin, ferhengek menzûm e; wekî ‘erebî-kurdî hatiye amadekirin û tê de nêzîkî 220 malik hene.

– ‘Eqîdeya Îmanê: Disala 1687an de bi awayê “mesnewî” hatiye nivîsandin û ji 70 malikan pêk tê. Wekî mijar li gorî rêbaza Sunnî/Eş’erî bi kurtahî behsa bingehên baweriyê dike.

Mem û Zîn: Ev şahkara Xanî ya ku ji 2656 malikan pêk tê û 7-8 sal piştî ‘Eqîdeya Îmanê hatiye nivîsandin temamê ramanên Xanî yên civakî, dînî, siyasî û felsefî nîşan dide. Mijara wê, serpêhatiya evînekê ye ku ev evîn di sala 1393an de li Cizîra Botan di navbera du evîndarên bi navên Mem û Zîn de wekî mecazî dest pê kiriye, paşê bûye heqîqî/îlahî. Çawa ku Xanî dibêje, ji bo ku xelqên din nebêjin “kitêbên her kesê hene, yên kurdan tenê tunene” û “kurd ji ‘eşqê bêpar in” ev berhem nivîsandiye.

– Dîwan: Ji helbestên Xanî yên ku di demên ji hev cuda de û li ser mijarên curbecur gotine pêk tê. Ev Dîwan hem ji aliyê ziman û huner ve, hem jî ji aliyê naverokê ve wekî xezînekî ku hên tam nehatiye kişfkirin.

@pirtukbihust (Lavîn)

—————————————————–

Ehmedê Xanî – Türkçe

Hicrî 1061 / Miladî 1650-51 yılında Doğubeyazıt’ta doğdu. Babasının adı İlyas, annesinin adı Gülnigar’dır. Doğubeyazıt’ta başladığı eğitimini Ahlat,Van, Urfa ve Bitlis gibi dönemin ilim ve kültür merkezlerinde sürdürdü ve icazetini Van-Hoşab Medresesi müderrislerinden Mele Camî’den aldı. Dönemin Kürt Bayezîd Beyliği’nde resmi kâtip olarak görev aldı. Medrese eğitimi ve kâtipliğin sağladığı avantajlar sayesinde Arapça, Farsça ve Türkçeyi de anadili Kürtçe gibi kullanabildi. Dîwan’ında bu dört dille yazılmış “mülemma” türü şiirler vardır.

Fıkıh mezhebi olarak Şafiî, itikadî mezhep olarak Sünnî / Eş’arî, tarikat olarak Nakşibendî, tasavvuf anlayışı olarak da ılımlı bir “vahdet-i vücûd”çu olan Xanî’nin kendisine ait olduğu kesin olan ve günümüze ulaşan eserleri, Kürt medreselerinde öteden beri birer ders kitabı olarak okutulmakta ve ezberlenmektedir.

Kürt milletinin dinsel ve ulusal bir öncüsü olan bu çok yönlü seçkin bilge, doğduğu yer olan Doğubeyazıt’ta 1707 veya 1709 yılında vefat etti. 1960 yılında vefat eden Said-i Nursî’nin Doğubeyazıt’ta eğitim görürken bazı geceleri sabaha kadar kaldığı türbesi bugün de sevenleri tarafından ziyaret edilmektedir.

Ehmedê Xanî Külliyatı

– Nûbehara Biçûkan: 1683 yılında yazılan bu eser, Arapça-Kürtçe olarak hazırlanmış yaklaşık 220 beyitli manzum bir sözlüktür.

– ‘Eqîdeya Îmanê: 1687 yılında yazılmış olup, İslam dininin inanç esaslarını Sünnî/Eş’arî ekolün görüşleri doğrultusunda özlü bir şekilde açıklayan ve mesnevî tarzında yazılan 70 beyitlik manzum bir eserdir.

– Mem û Zîn: Eqîdeya Îmanê’den 7-8 sene sonra mesnevî tarzında yazılan ve Xanî’nin sosyal, siyasal, dinsel ve felsefî bütün dünya görüşlerini de yansıtan 2656 beyitlik bu şaheser, 1393 yılında Cizre’de Mem ve Zîn adlı iki aşık arasında “mecazî” olarak başlayan ve daha sonra “ilahî”leşen bir aşk serüvenini konu edinmektedir. Xanî bu eserini kendi ifadesiyle “eloğluna ‘herkesin bir kitabı vardır fakat Kürtlerinki yoktur’ ve ‘Kürtler aşktan mahrumdur’ dedirtmemek’ için yazmıştır.

– Dîwan: Şairin değişik dönemlerde değişik konularda nazmettiği şiirlerinden oluşmaktadır. Hem dil ve sanat değeri, hem de içerik açısından henüz tam olarak keşfedilmemiş bir hazinedir

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Mahmûd Baran (1922-1975)

Mahmûd Baran serra 1922yî de Dewa Bargenî ya Xozatî (bi tirkî: Karabakır) de amo dinya. Dewa …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *