Ehmed Qeya kî ye? 

Di 28ê Cotmeha 1957an de li Meletiyê hatiye dinê. Bavê wî kurdekî ji Semsûrê ye û diya wî jî tirkeke ji Erziromê ye. Malbata wî, ji bo xebatê ji Semsûrê koçî Meletiyê kiriye. Ehmed Qeya di malbata xwe de zarokê pêncemîn e.

1. Bavî wî di Bankeya Sûmerê de karker bûye. Hîn 6 salî ye bavê wî jê re sazekê tîne. Dibistana destpêkê li Meletiyê xwendiye. Di ber dibistana xwe de û di betlaneyan de li cem plaqfiroşan û li cem nasên xwe dixebitî. Dema 9 salî bû li kargeha ku bavê wî dixebitî de, di şahiya ji bo cejna karkeran hatibû lidarxistin de derketibû li ser dikê. Dema bavê wî ji febrîqeyê teqawit dibe ji bo jiyaneke xweştir koçî Stenbolê dike. Di sala 1972an de li Kocapaşa ya Stenbolê bi cih dibin. Ji ber astengiyên aborî Ehmed dev ji dibistanê berdide û di hin kar û baran de dixebite. Dibistana amadeyiyê ji derve ve diqedîne û piştre jî di enstîtuya perwerdehiyê de diçe beşa viyolîn(keman)ê. 16 salîyê xwe de ji ber weşandina afîşên qedexekirî dikeve zindanê. Piştre ew û çend hevalên xwe tevlî xebatên saziya Yekeyên Gel dibin. Di hin çalakiyên van xebatan de li tembûrê dixe. Ji ber ku ew bi xwe hînî lêxistina tembûrê bûye lewma şêweya wî naşibe ya tu kesî. Di sala 1978an de li Gelîbolûyê leşkertiya Tirkîyayê kiriye û di heman demê de jî berdewama karên xwe yên muzîkê kiriye. Piştî ji leşkertîyê vedigere bi Emîne Qeya re dizewice û di sala 1982an de keça wan ya bi navê Çîxdem çêdibe. Gelek ji Rûhî Sû hez dike û carekê derfet dibîne û diçe cem wî. Rûhî Sû guhdariya wî dike lê wî naecibîne û dibêje, mirov bi tembûrê re qirên nake. Mirov awayekî wisa nerm li tembûrê dixe ku mirov pê re direqise. Ehmed ji wir diçe lê dîsa bi ya xwe dike.Piştî çend salan bi alîkariya hinek hevalên xwe li çand û hûnergeha Hodrî Meydanê û li Bîlsakê derdikeve li ser dikê û bi gotinên xwe ji Sûphî Sû re peyam dişîne û dibê tembûr wisa jî tê lêxistin.

2. Dema 28 salîyê xwe de jî dibê êdî dem hatiye û bi tevî stranên xwe berê xwe dide rêya Unkapaniyê. Kesek guh nade wî û mizûka wî ya nûjen. Piştî demekê ji bo alîkariya hevalên xwe ji xwe re bandekê derdixe. Bandên wî yên ewil tev didin hev û îmha dikin û paşê qedeya li ser bandên wî radikin. Banda wî ya yekem ‘Axlama Bebegîm’ bû. Ya duyem jî ‘Acilara Tutunmak’ bû.

3. Piştî ku banda wî ya duyemîn derdikeve jî bi Gulten Xeyaloxlû re dizewice. Piştî ku bi Gulten Xeyaloxlû re dizewice birayê wê Ûsif Xeyaloxlû û helbestên wî jî nas dike. 1987an de banda bi navê ‘Yorgun Demokrat’ derdixe ku piraniya stranên vê bandê helbestên Ûsif Xeyaloxlû ne. 1988an de banda bi navê ‘Başkaldiriyorum’ derdixe. Du heb helbestên Ûsif Xeyaloxlû tê de hene, stranên din tev ji helbestên helbestvanên navdar pêk tên. Di sala 1989an de banda bi navê ‘Îyîmser Bîr Gul’ û di sala 1990an de jî banda bi navê ‘Sevgî Dûvari’ derdixe.

Ew û hevjina xwe biryara vekirina stûdyoyekê û saziyeke mizûkê didin û stodyoya bi navê ‘Gak+(Gûlten Ehmed Kaya’) vedikin. Hem bandan derdixe û hem jî konsertan lidar dixe. Carinan serê wî bi stran û bi bandên wî re dikeve belayê. Carinan bandên wî qedexe dikin û berhev jî dikin. Lewma navê banda wî ya nû ‘Başim Belada’ ye.

Di sala 1992an de muzîka filma ‘Tatar Ramazan’ û di sala 1992an de jî muzîka filma ‘Tatar Ramazan Sûrgûnde’ çêkiriye. Di sala 1994an de di Qenal Dyê de bernameya bi navê ‘Ahmed Abînîn Vapûrû’ lidar xistiye. Ev bername 13 hefte berdewam kiriye. Ehmed Qeya welatê Kubayê pir mereq dikir û lewma di sala 1993an de tevî hevjina xwe û keça xwe diçe Kubayê.

Li gelek welatên Ewropayê ji bo karkeran konsertan dide. Banda wî ya ‘Şarkilarim Daxlarda’ bi 2.800.000î rekorê derbas dike.

Di nav 22 bandên wî de bi tenê yek straneke bi kurdî gotiye. Navê strana wî ya bi kurdî ‘Karwan’ e.

Ji ber gotinên stranên wî gelek caran wî girtine û lewma wiha gotiye; girtîgeh bûne navnîşana min ya duyemîn.

Di sebata 1999an de ji destên saziya bi navê ‘Magazîn Gazetecîlerî’ li Hotela Prîncessê xelata hunermendê  herî hêja yê salê girtiye û gotiye, ez vê xelatê ji bo saziya Mirovahiyê ya Gelan, ji bo dayikên şemiyê, ji bo kedkarên çapemeniyê û ji bo gelên Tirkiyê digirim. Niha bandekî amade dikim û ez ê tê de straneke bi kurdî jî bibêjim. Ji wê stranê re klîbek amade dikim û dizanim ku hinek produksiyonên jîr jî hene dê biweşînin. Heke neweşînin jî nizanim wê çawa hisab bidin gelên Tirkîyê. Piştî van gotinan jî mirovên ku mîna wî mêvan bûn êrişê wî dikin û dijmînan jê re didin û tiştan(çetel û kefçî û wd çi dikeve destên wan) davêjinê. Ji aliyê hinek xebatkarên MSDê ve bi aweyekî bi lez ji salonê tê derxistin.

Piştî vê bûyerê di sala 1993an de li Berlînê li saziya Karsazên Kurd de konsertekê dide û ji ber ku wêneyên wê şevê di rojnameya tirk ya bi navê Hûrrîyetê de derdikevin jî ji aliyê dadgeha tirk ve bi navê alikariya PKKê hefsa Ehmed Qeya tê xwestin û ji ber vê yekê jî neçar dimîne û di Hezîrana 1999an de ji tirkîyê derdikeve. Piştî ku dadgeh biryara xwe didin, 3 sal û 9 meh ceza didin Ehmed lê ji ber ku Ehmed ne li Tirkiyê ye nakeve zindanê. Paşê eşkere dibe ku ew wêne derew in.

Di şeveqa sala 2000an de dema banda xwe ya bi navê ‘Hoşçakalin Gozûm’ amade dike li mala xwe, krîza dil derbas dike û diçe li ser dilovaniya xwe. Di vê bandê de strana bi navê Karwan dibêje.

Li Parisê 16ê mijdara 2000an de şeveqê di demjimêr 06an de dema dermanên xwe vedixwe krîza dil derbas dike û dimire. Gora wî hê jî li goristana Parîsê ya bi navê Pêre Lachaise ye.

Piştî mirina wî di sala 2002an de stranên wî ji aliyê 20 hunermendên navdar ve têne gotin û ev kom bandeke bi navê ‘Dinle Sevgîlî Ulkem’ derdixin.

Di îlona 2007an de li Êlihê maleke gel ya bi navê Ehmed Qeya vedikin.

Bandên wî:
  • 1984: Ya Riza Şîmdî
  • 1985: Axlama Bebexîm
  • 1985: Acilara Tûtûnmak
  • 1986: An Gelîr
  • 1986: Şafak Tûrkûsû
  • 1987: Yorgun Demokrat
  • 1988: Başkaldiriyorum
  • 1989: Resîtaller-1
  • 1989: Îyîmser Bîr Gûl
  • 1990: Resîtaller-2
  • 1990: Sevgî Dûvari
  • 1991: Başim Belada
  • 1992: Dokûnma Yanarsin
  • 1993: Tedîrgîn
  • 1994: Koçero (bi Selda Baxcanê re)
  • 1994: Şarkilarim Daxlara
  • 1995: Benî Bûl
  • 1996: Yildizlar ve Yakamoz
  • 1998: Dosta Duşmana Karşi
  • 2001: Hoşçakalin Guzum
Rehma Xwedê lê be.
Silav û rêz.
Şêx Zelala ji Fînê

Derbar Mêvan

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply