EHLAQ, OL Û FELSEFE

Mijarên ehlaqî di esasiya xwe de tevger û têkiliyên mirovahîne. Ev du beşin, yek jê oliye, ya dinê civakiye.

Yên olî li gorî esasiyên olî bi demê re cihê xwe di nabêna civak û neteweyan digre û didome û xwedî bandoreke giringe. Li gorî erken olî dema dijî zagonên olî tevgerek pêk bê guneh e, tê rexnekirin û car caran siza kirin. Dema ku li dijî  ehlaqê ji dem û dewrana di nabêna tevgerên civakî cihê xwe sitendine, rû dide şerme û eybeke ku mirov pêk neyne. Civak jî car caran vê tevgerê bi şêweyek civakî siza dike.

Qaîdeyên olî bi bawermendiya xwedavend, yan jî bi zagonên afirîner ve girêdayîne û xwedî bandor û tesir in. Li dijî van zagonan hereket kirin û pêkhatinên mirovan bi gunehkarî tê tometbarkirin. Belê pêkhatiyên li dijî qaîdeyên ehlaq yên civakî, dema ku pêk tên tê şermezarkirin û eybek civakî û mirovahiye.

Ji vî awayî, di dîroka pêkvejiyana mirohahiyê di mijara fikir û ramanê de dirûvên jiyanê (yaşam biçimi) de, ev mijara giringe û ji teref fîlozofan hatiye şîrovekirin. Fîlozofên civaknas (felsefî) bi vê babetê serê xwe êşandine

Spînoza di pertûka xwe ya bi navê Etica, Platon di pertûka xwe ya bi navê Dewletê, Francis Bacon, Thomas More û  Tommaso Canpponella  di berhemên xwe yên navdar de ev mijar, dûr û dirêj şîrove kirine.

Di destpêktiya Ronesans (serdema Nûjen) ya ewrûpî de civaknas û Fîlozofên demên berê, bûne rêberên hişyar û zanyarên nûjen yên wê demê. Ku li dijî qaîdeyên (Etîkên) filetî yên kevnar yan jî kevneperest derketine û tekoşîn kirine. Van qaîdeyên kevnar ku di hemi demên rabirdû de li ser civakan di salên dûr û dirêj de bûne xwedî bandor û tesir kirine. Ev xebat û tekoşîna fîlozofên nûjen û hişyaran bûye sedema ku Ewrûpî dev ji van qaideyên ku bi sed salan bandor li ser gelên wan kirine, dûrî van bikevin û dev jê berdin.

Loma piştî Ronesans (serdema Nûjenî û guherandina civakî) Ewrûpî gihiştine astek aşitîxwaz û mafên mirovahî.

 

Têbînî; Ev mijar bi piranî ji pertûka Ûcdanê Gerdûn (Küresel Vicdan) ya M. Altan, jêwergere û min werger kiriye.

 

Mamostê Baqî

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply