Sêşem , 4 Tebax 2020

Edebiyateke çawa?

Herçend xelkê ji mêj ve ye ev pirs kevin kiribe û li gorî ta û çiqan dabeş kiribe jî, di vê çarçoveyê de, pirsa “gelo edebiyat bo civakê; an edebiyat bo edebiyatê?” hê jî pirseke hilawîstî ye. Hê jî, herdu bîrûboçûn li ser ya xwe dienirin û li gorî pencereya xwe şîrove û nirxandinan lê dikin.

Jixwe ma ne ev karê dahênan û afirandinê ango edebiyat bi xwe jî, hinekî “şîrove” ye; Şîroveya nivîskaran a ser jiyanê… Li gorî min, berî mirov li bersiva van pirsên cot; a rastî yek pirsa dualî, duserî bigere divê em pirseke dî bikin: Ji bo çi?

Ji bo çi “edebiyat” mecbûr e an paleyê civakê; jêrbendên wê: Îde, raman, bîrewerî an jî paleyê “çemkekê” be? Aya mebest, xwe afirandinek e, an cihbicihkirina hin termîn û telşan e ku mane hilawîstî?!

Berî em bikevin pey siya vê pirsê, divê em bêjin ku berî tiştî edebiyat peyva mirovan e; bi peyvê afirandina xiyalê, dawerivandina nimûneyên jiyanê ne ku hiş û bîrekî civakî jê tête meydanê. Wê demê em bi bistehî dikarin bibêjin ku hemû dahênanên mirovan -ji rexekî ve- dawiya dawîn ji bo mirovan in. Mirov dawiya dawîn paleyê mirovan e û civak jî ji pirbûna mirovan pêk tên.

Di vê biyavê de, berî her tiştî edebiyat kar û xizmeteke mirovîn e û her li ser kîjan binemayê xwe deyne û rehên xwe daçikîne jî, dawiya dawîn; muxatabê wê mirov in û armanca wê ew e ku xwe bigihîne mirovan û hebûna xwe li hiş û bîra wan bide pejirandin.

Çawa ku di dem û heyamên dûvdirêj, qonaxên dîrokê de, her pêl û ekol wek bertek û nerazîbûna pêla li mazatê hêdî hêdî ji hal derketî, derketiye, her weha, pileya ku qonaxên van pirsên jorî dane peydakirin jî, her di encama pêdivî û nerazîbûna ya li pêşiya xwe hatiye pêş. Ango kengî edebiyat zêde mubalexe û romantîzm vegirtiye, rasteqînî û serrasteqînî jî bi ser de hatiye; daxwaza dûvçûna bêsînor her ku zor daye hest û hişê mirovan, pesta afirîneriyê hatiye pêş û modernizm û postmodernîzma ku dê pêla pêş xwe pêpes bikira, wek pêdivî xwe çespandiye. Lê her çi be, dawiyê, bang û hawara edebiyatê her hiş û dilê mirovan bûye.

Vêca li taxa me kurdan, pirsa edebiyatê, pirseke zêde serêş e. Zêde giran e. Çawa ku wek hiş û bîr civak di kaosa xwenasînê de ye, ev kelk û giranî bi carekê de bi ser vî baskî de dişkê û pirs û pirsiyara edebiyatê, ji pirs û pirsiyareke edebiyatî derdikeve û dibe pirs û pirsiyareke hebûnê; hebûna nasnav û aydiyetekê.

Ji bo vê jî, ez ê bi çend pirsan ku piranî di kombûn û civatên edebiyatî de dost û heval serê xwe pê diêşînin, li vê derê araste bikim:

Yek ji van pirsan ku tim tê ber min, -“Mamoste, ez kurdekî ciwan im, ji nifşê du hezaran û pêlel im, xema salên 90î ji min re çi; edebiyata we wî nifşî me difetisîne, em li pey tiştên nû ne!”
De îja were û ji navê derê; -Gelo çi zû têr bûn; ma te çi xwend û çi dît? Ma çi heye li meydanê?

Gelo pêdiviyên edebiyatê; sparîş û daxwaza xwêneran a bêdawî, beramberî wê, edebiyat û bi giştî zimanekî di meydana nivîsandinê de conega!.. ma dikare dabêne vê xetê û vî nîrî ragire?

-Pirsek min bo xwêneran, -Tu li çi digerî? Heman pirs bo nivîskaran jî çimkî nivîskar heman demê xwêner e jî, -Nexwe tu li çi digerî?

Bi ya min, ligel van hemûyan, pirsa herî girîng ku divê nûser û xwêner li pey biçin –Em ê çawa nikaribin bi hev re peyva vî zimanî ya ser axê, ya keldûmana giyanê vê civakê, giyanê vê dewr û dewranê, vê kawdan û hilperanê ji bin xirbe û kavilên kambaxbûyî derînin û peyva kurdî bilind bikin; Ji bîr neçe ku bilindbûna edebiyata kurdî jî bi ser bilindbûna peyva kurdî ye.

Ez ê peyvê necûm; bo dûmahîkê vê li gotina xwe zêde bikim: Heyrana we me, nebêjin tu çima salên 90, şer û trajediyên Kurdistanê dinivîsî, bêjin; erê ger dê binivîsî çê binivîse, heqê wê bidê! Divê em vê pirsê ji hevdu bikin: Binivîsin, her tiştî; binivîsin her deng û rengî, lê ligel nivîsê jî heqê wê bidinê!…

Ömer Dilsoz

Derbar candame

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Xesû û Bûk

Dinya bi dor e! Dibêjin carekê bûkek û xesûya xwe hebûne. Xesûya wê nexweş ketiye. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.