Edebiyata Sînornenas: Kejo û Handa

Di gotar û xebatên xwe de her ji min tê, dixwazim termên zanistî û akademîk bi kurdî bi kar bînim, hewl didim li ser kurdiya wan bifikirim. Gelek caran ji ber ku kurdiya wan tam ne bi dilê min e, wekî awayê resen bi kar tînim. Peyvên bi “post-” dest pê dikin yên herî zehmet in bo wergerê. “Li pey, pey, pişt” hin peyv in ku em di nivîsan de laqê wan tên. Esil ev pêşgira “post-“ê, ne bes tiştên li pey têne, li pişt wan tên pênase dike; di heman demê de sînorên termê li paş xwe derbas dike. Mînak modernîzm, sînorên xwe hene lê post-modernîzm wan sînoran şêlo dike, tev li hev dike. Roman bi xwe jî bêyî vê peyva post- janreke post-roman e. Sînorên wê berfireh in, gelek qalibên ku li bejna wê tê kirin, hildiweşîne. Di deh salên dawî de cureyên romanên kurdî jî zêde bûn, nîqaşên li ser wê jî. Di “zincîreçîrokên” xwe yên bi navê “Handa” de Sîdar Jîr di warê honak û nivîsa afirîner de berê me dide sînorên janrên edebî da ku em bi guman nêzî wan bibin. Li derdora sînorên romanê digere lê nabêje ev roman e. Belkî naxwaze bibêje, belkî henûnî dike, belkî wekî gelek çîroknûs “romanê” ji çîrokê bilindtir dibîne, belkî û belkî. Em nêta nivîskar nizanin. Lê berê jî min di nivîseke xwe de qala vê taybetmendiya berhema Sîdar Jîr a bi navê “Dozdeh Çirk” xwendibû. Ez vegeriyam wê nivîsê, min wiha nivîsîbû: “Yek ji taybetmendiyên vê berhemê jî ev e: di vê serdemê de popûlîzma romanê di lûtkê de ye û nivîskarek radibe ‘roman’a xwe ji hêla şiklî ve dişibîne çîrokê û navê kurteçîrokê lê dike. Ew nivîskar dixwaze derbek li hiyerarşiyên cureyan û li popûlîzmê bide.”* Ne şaş bim, di Dozdeh Çirkê de hin beşên ku wekî serê xwe, wekî çîrok bêne xwendin hebûn. Di vir benên di navbera çîrokan de, a rastir di navbera beşan de hîn xurtir e. Hin beş û gotinên di çîrokan de rasterast ancax bi beşa beriya xwe dikarin bên xwendin. Lowma ew renga ku di Dozdeh Çirkê de dişibiya romanê di vê berhemê de hin bêtir ber bi çav e. Helwesta nivîskar dişibe serboriya Kejo ya bi midbexê re. Kejoyê pisîk, hevalê me yê malê ye. Dema Kejo hat malê, me sînor danîn jê re. Yek jê ew bû ku dê nekeve midbexê. Ez di nav midbexê de li ser zemîna qehweyî, ew li zemîna spî disekînî. Her ku gav davêt min digot “Na”, îcar wekî kûçikên Pavlov, Kejo her ku zemîna qehweyî dibîne, disekine, gavek davêje zemîna qehweyî cardin dikişîne. Gavê din davêje cardin paş ve dikişîne. Wekî ku çahlekî li ber be ji tirsa ku nekevê. Piştî çend derbên ceribandinê an dev jê ber dide nakeve midbexê, an jî carinan ger ji midebxê xwarin bê xwarin li pey ceribandina xwe rasterast ji zemîna spî davêje ser xalîçeyê. Di van her du berheman de, nemaze bi Handayê re em dikarin bêjin ku karê nivîsandina Sîdar Jîr di sînorên janrên edebî de nahewe, gav bi gav sînorên wan diceribîne.

Di berhema ewil de bêtir mekanên vekirî, çîrokên Mîrşa hebûn. Di vir de şêweyeke Kafkaeskî ceribandiye. Ji bo şêweya Kafkaesk qesta eleqedaran bêtir atmosfer e. Lê bi min mekan e jî. Berhemên Kafka bêtir mekanên teng in. Di çîroka “Yuva (hêlîn, lan)” a Kafka de ev heye. Jixwe berhema Veguherîn bi xwe berhemeke bi vî rengî ye. Di Handayê de her du jî hene, hem atmosfer hem jî mekan. Di Handayê de mekan wekî jûrekî hatiye sazkirin. Çîrokên wê li ser eşyayên tê de kar dikin. Bi bîr û baweriya eşya û Handayê serekleheng re û bi riya şibakê re têkiliya cîhana derveyîn dibe û di heman demê de cîhaneke surreal jî heye. Sindoqa di jûr de rasterast wekî derhişa Handayê ye. Bi vê hêla xwe ve metafiksiyon jî tê de heye. Sindoq hem di berhemê de ye, hem jî di derhişa serekleheng de cihekî digire. (Sindoq jî teng e. Her tişt tê de bi awakî tepisandî cih digre.) Wekî ku sindoq di hundirê sindoqê de, berhem di hundirê berhemekê de. Gelek caran hema hema bi her çîrokê re, di her beşê de çîrok tê li anatomiya Handayê dikeve, pê dadikeve. Ev jî fizyolojiya metnê ye. Îcar dema bi hestên “tengezar” di ser anatomiyê de dixebite û pênase dike ew atmosfer jî saz dibe. Atmosfera “teng” hem ji mekanê ve hem jî ji hêla hestkirinê xwîneran dikşîne hundirê xwe.
Nivîskarê mêr, sereklehenga jin bivê nevê bang li hin peyvan dike li ser femînîzmê. Kodên nivîskar ên mêrane mîrasên me yên xerab in di hewza genên nivîskariya me(?) de. Ji bo nivîskarên mêr avakirina karakterên jin zahmet e. Hem rolê wan ên civakî di romanê de, hem ji wekî derûnî ku yekem şerta avakirina karakterê ye. Ev taybetmendî dike ku ji karakter ji “tîp”ê cuda dibe. Di romana Xatê Xanim a Eliyê Evdirehman de lehengên jin hene, lê ne femînen in. Zeynê jî Xatê Xanim jî wekî mêran tevdigerin. Di Handayê de belê rêyek heye ku meseleya namûsê li ser bedena jinan pêş çavê me dixe. Ev êdî ne tiştekî balkêş e di romanên kurdî de ku rexne li pederşahiyê bigrin. Jê bêtir tiştê ku bala min kişand her çiqas vegotin li ser bedena jinê ava bûbe avakirina karaketereke femînen karekî giran e. Jin heye, bedena wê heye, belê erotîzm heye tê de, di ser derhişa wê de “namûs” heye. Lê ew jin di bedena xwe de hepskirî ye, di sandoqa diya xwe de hepskirî ye, di odeyekê de hepskirî ye… Teng e, bêhna mirov diçikîne, wekî darbest, wekî goreke ye.

Rihê wê sînorên bedena xwe dixeritîne. Bi riya neynikê, ber bi bîra derhişê ve diçe, di avan tê wer dibe, di daristanan de, ji pencereyê dertê giş sembolê derhişê ne. Ne ez dibêjim, vebêjer dibêje:
“Çavên Handayê çûn ser neynika li odeyê. Ji neynikê aveke zelal ber bi wê ve dihat. Di navbera neynikê û pencereyê de dualî diherikî. Pencere û neynik dibûn sînorê av û êgir. Handayê mîna gelek çûn û hatinên hişî û binhişî li sînoran fikirî, ji bo  demekê çavên xwe girtin. Di binhişê wê de, sînor di hemû nexşeyan de tiştê herî diyarker û cirnexweş bûn.” (67)

Di pencereya biçûk a femînîst de bikaranîna bedena jinekê dikare bê rexnekirin, lê di pencereya mezin a femînîst de serketîna temsîliyeta wê bedenê dike ku em wê nebînin. Çawa ku wêneyên tazî li her derê nikarin bên weşandin, lê resamek wêneyeke wiha çêdike ku mirov dikşîne hundirê wê wêneyê ev vebêjera Handayê jî wiha ye. Vê yekê çawa dike, bi sêwirandin û xêzkirina dîmena Handayê re pêk tîne. Bi ziman pêk tîne. Bi şayesa di zimên de. Lê serketina di şayesan de, di îfadekirina rewşan de, di lêker de, di hêmanên esasî a zimanî de parikî zêdegavî kiriye. Ji bo mînak ji bo ku mirov bikşîne hundirê bedena lehengê xwe lazim e belkî gelek caran behsa pî, poz, dest û lêv bike. Lê peyvên mîna “mit bû”, “ho veda”, hwd. gelek car bêne bikaranîn ahenga nivîsê saz bikin jî, ahenga vegotinê xera dikin.
Bi giştî her ku di zimên de bilikume jî di warê janrên edebî (roman-çîrok), hem di warê teknîkê (kafkaesk) û şêweya şayesandinê de berhemeke bijare ye. Ji bo sazî û secereya nivîskariyê jî berhemeke hêja ye ku teqlek li ya pêşiya xwe (Dozdeh Çirk) zêde kiriye.

Ferzan Şêr

*https://ferzaname.wordpress.com/2013/07/20/guh-bidin-pistepisten-jiro

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply