EDEBÎYATA KLASÎK A ÎSLAMÎ/ROJHILATÎ

Edebîyata klasîk, ji edebîyata nivîskî ya ku di serdema îslamî de, di bin bandora îslamê û zimanên erebî, farisî çanda Îranê de maye, tê pê[1] Ev edebîyat, li gor xwe xwedîyê usûl û qayîdeyên kifşkirî ye. Bingeha xwe ji edebîyata erebî digire û bi bandora îslamê ev edebîyat pêşî li Îranê di nav farisan de belav bûye û ji wir gihîştiye edebîyata gelek miletên misilman. Bi vê rêyê miletên ji xeynî ereb û farisan serê pêşî ketine bin bandora zimanê erebî û paşê jî farisî.

Dîroka edebîyata klasîk a îslamî vedigere heta serdema îslamê. Piştî ku serdestîya îslamîyetê li Rojhilat dest pê dike, edebîyata klasîk a îslamî jî digel wê, qadekê ji xwe re vedike.

Edebîyata klasîk a îslamî xwedîyê taybetîyên wisa ye ku em dikarin bibêjin hemû sînorên wê hatine tayînkirin. Di vê qada edebîyatê de helbest ji pexşanê bêhtir li pêş e. Meyla nivîskarên edebîyata klasîk li ser nezmê ye, ji ber ku ev edebîyat razber e û armanca endamên vê edebîyatê huner e, ne hînkirina ‘ilman e. Helbestkarên vê ekolê di hunerê de bi hev re berberî (reqabet) kirine û ketine pêşbazîya bikaranîna peyvên xemilandî yên edebî. Ji ber vê hindê di helbestnivîsînê de xuyakirina jiderve ya helbestê esas e. Di avakirina helbestan de teşe girîng e û ev teşe bi qayîdeyên dîyarkirî ve hatiye girêdan. [2] Helbest zêdetir bi malikan, carinan jî bi bendan (ji parçeyên ji du rêzan zêdetir) tên nivîsandin. Şairê ku bi malikan binivîse divê tiştên ku bixwaze bibêje di nav du rêzên malikekê de bibêje.[3]Anku qayîde çi be şair jî divê li gor wê tevbigerin.

Di helbesta vê ekolê de hest girîng in, raman di helbestê de xuya nakin. Behsa tiştên şênber nayên kirin, razberî li pêş e. Helbest bi wezna erûzê tên nivîsandin. Ji alîyê hizrî ve jî çavkanîyên edebîyata kurdî ji alîyê Abdurrahman Adak ve di bin banê çar sernavan de hatine civandin: Hêmanên îslamî, hêmanên erebî, hêmanên farisî û hêmanên çanda Îranê.[4] Li gora ku Adak behs dike, wek binbeşên hêmanên îslamî; Xweda û Qurana Pîroz, cenabê pêxember û hedîsên wî, eqaîd û kelam,  fiqih,  kesayetên dînî-tarîxî, hêmanên tesewifî jî bûne çavkanîyên hizrî yên edebîyata kurdî ya klasîk.[5] Kurd jî yek ji van miletên misilman in (bi piranî ji vî dînî ne) ku edebîyata wan a klasîk heye. Van çavkanîyên jorê yên edebîyata klasîk a îslamî, wek miletên din ên misilman edebîyata kurdan a klasîk jî xistiye bin bandora erebî û farisî. Lescot, di gotareke xwe de ji bo edebîyata kurdî ya klasîk wiha dibêje: “Rastiya vê edebiyatê ev e ku nivîskarên wî zimanî xwe kêm caran nedidan bi zimanê erebî farisî û tirkî. Wan ji dêvla zimanê xwe zimanine din tercîh dikirin, digel ku zimanê wan li herêmên bêhtir hûnandî û baş reşandî bû jî. Li ser vê tespîtê, meriv dikare behsa mînaka Şeref Xanê Bedlîsî bikê ku wî Şerefname bi farisî nivîsîbû û ev berhem, şahesereke dîroka kurdî ye.”[6] Bi qasî em ji gotinên wî fehm dikin li gor wî edebîyata kurdî ya klasîk, digel erebî û farisî ketiye bin bandora tirkî jî. Herçiqas bandora tirkî li ser edebîyata kurdî ya klasîk hebe jî wisa xuya ye ku ev bandor li gor bandora erebî û farisî lawaztir e.

Li alîyê din Adak ji bo edebîyata kurdî ya klasîk wiha dibêje: “Ji edebiyata Kurdî ya nivîskî ya ku di serdema Îslamî de di bin bandora dînê Îslamê, unsurên Erebî û Farisî û çanda Îranê de li gorî hinek rêzikan hatiye meydanê re edebiyata kurdî ya klasîk tê gotin.” [7] Wek tê dîtin, dema Adak behsa pênaseya edebîyata kurdî ya klasîk dike, behsa tirkî nake û vê edebîyatê wek edebîyateke di bin bandora çanda Îranê de dibîne. Herçiqas edebîyata klasîk a hemû miletên misilman hebe û ev tev di bin bandora îslam-erebî-Îranî de bin jî hin taybetîyên karakterîstîk ên van edebîyatan hene. Edebîyata kurdî ya klasîk kêm zêde wek edebîyatên klasîk ên neteweyên Rojhilatî ye, lê ji hin alîyan ve ji wan diqete. Wek mînak, herçiqas digel modernîzmê îcar edebîyatên Rojhilatî hêdî hêdî berê xwe dabin edebîyata Rojava (Ewrûpa) jî edebîyata kurdî ya klasîk li ser xeteke din çûye. Edebîyata kurdî ya klasîk digel ku berê xwe daye edebîyata Rojava jî dîsa dev ji ya klasîk bernedaye. Em dikarin bibêjin ku edebîyata kurdî ya modern li ser rêça Ewrûpayê û bêtir ji alîyê kurdên dîasporayê ve li ser xeta xwe dimeşe. Ji milekî jî edebîyata kurdî ya gelêrî dimeşe ku ew jî di nav mecraya xwe de, li gund û çolterên Kurdistanê bi awayekî xwezayî diherike. Lê îro em dikarin ji bo edebîyata kurdî ya klasîk jî bibêjin ku ji milekî ve hê jî hebûna xwe li medreseyên Kurdistanê didomîne. Berdewamkirina edebîyata kurdî ya klasîk a îro tiştekî balkêş e. Ji ber ku îro ev teşeya edebîyatê li Rojhilat îcar qels bûye. Em dêhna xwe bidin edebîyata tirkî ya klasîk em dibînin ku ev teşe di edebîyata tirkî de bi tevahî ji holê rabûye. Em dikarin hebûna vê teşeya edebîyatê hinekî bi sosyolojîya kurdan ve girêbidin, lê mesele hinek jî bi meseleyên sîyasî ve girêdayî ye. Alîyê meseleyê yê sosyolojîk ew e ku kurd bi giştî bi bawerîya xwe civakeke misilman in (bi piranî) û heta îro têkilîya wan a bi îslamê re gelek caran bi rêya medreseyan çêbûye, ne bi rêya mekanîzmayên dînî yên fermî. Vê yekê jî wisa kiriye ku kurd di medreseyan de dînamîk bin û çandeke wan a serbixwe ya medreseyê hebe. Îro jî mirov dêhna xwe bide hejmarên medreseyên li Tirkîyeyê tê dîtin ku medrese bêhtir li herêma Kurdistanê xuya ne. Ji hêla sîyasî ve mirov li meseleyê binêre tê zanîn ku piştî avakirina komara Tirkîyeyê zimanê kurdî hatiye qedexekirin; kurdî, medreseyên li herêmên kurdan, ji xwe re wek mecrayeke nû dîtiye. Ji ber ku medrese ne mekanîzmayên fermî yên dewletê bûn, kurdî di van sazîyên serbixwe de azadtir bû û li van deran edebîyata kurdî ya klasîk bê navber hatiye îcrakirin. Em dibînin ku di vê sedsala dawî de hê jî di medreseyên Kurdistanê de helbestkar hene ku bi kurdî helbestan dinivîsin. Dîsa tê dîtin ku kevneşopîya nivîsandina mewlûdên kurdî hê jî di nav melayên kurd de populer e û ev çanda mewlûdnivîsandinê zindî ye. Helbet ev ekol di vê sedsala dawî de hinekî di bin sîya edebîyata modern de dimîne û wekî ya modern nayê xuyan û nîqaşkirin, lê wek me got hê jî li ser pêyan e û berdewam e.

Edebîyata klasîk a Rojhilatî ji serdemên îslamî heta modernîzma miletên Rojhilatî bi awayekî xurt dimeşe. Lê bi modernîzma Rojava re, bi giştî di sedsala nozdehan de, îcar populerîteya xwe winda dike û cihê xwe ji cureyên nezmê yên nû, yên aîdê Rojava re dihêle. Wek mînak, di debîyata soranî de Hecî Qadirê Koyî, di edebîyata kurmancî de Cegerxwîn ji kesên pêşî ne ku li gor usûla edebîyata klasîk rabûne, lê di heman demê de ji hêla naverokê ve ji vê edebîyatê dûr ketine.

Paşê hêdî hêdî teşeyên helbestan jî guherîne û zêdetir formên helbestên modern derketine pêş. Edebîyata kurdî ya klasîk çavkanîya xwe ji tesewifê digirt û helbestkarên vê ekolê bêhtir behsa hestên takekesî û manewî dikirin, lê kesên wek Koyî û Cegerxwîn di helbestên xwe de behsa meseleyên civakî – sîyasî dikirin û alîyê van şairan a hevbeş dîdaktîzma civakî bû.[8] Ji ber ku ev her du şair bi romantîzmeke neteweyî tevdigerîyan helbestên xwe ne ji bo fantazîyeke helbestkarane, ji bo hişyarkirina civaka kurd dahûnandin û ji fikarên edebî û zêdetir bi fikarên civakî tevdigerîyan.[9] Piştî van agahîyan em dikarin bibêjin ku ji sedsala 19an û pê ve edebîyata klasîk a îslamî ji bo rewşenbîrên Rojhilatî yên ku dixwazin neteweperwerîya miletê xwe saz bikin, yek ji çavkanîyên herî girîng e. Lewre bi vê yekê dîroka miletê xwe vedigerînin dîrokên berîya sedan salan û bi vê qedîmbûnê şanazîya xwe dikin.

Nexasim miletên ku wek kurdan bêdewlet bin edebîyata wan a klasîk ji bo avakirina hişmendîyeke dîrokî-neteweyî çavkanîyeke gelek girîng e. Samî Tan dibêje di vî warî de qedîmtirîn belge pêşeka Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye.[10] Kurdan piştî ku bi rojnameya Kurdistanê pêyên xwe avêtine qada çapemenîyê, tafilê di vê rojnameyê de dest bi weşandina beşên Mem û Zîna Xanî kirine. Sedema vê jî bi taybetî beşa “Sebebê Nivîsîna Pirtûkê bi Zarê Kurdî” ye ku Xanî di vê beşê de behsa bêtifaqî, bêkesî û wêrekîya kurdan dike. Neteweperwerên wê demê ev beşa mesnewîya Xanî wek hîmekî dîtiye û xwestiye hişmendîya neteweperwerîyê li ser vî hîmî saz bikin.

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Weşanxaneya Nûbihar, Stenbol 2013, r.26.

[2] Mine Mengi, Eski Türk Edebiyatı Tarihi Edebiyat Tarihi-Metinler, Akçağ Yayınları, Ankara 2005, r. 17.

[3] H.r.

[4]Adak, 2013,  r. 31.

[5] H.b., r. 35.

[6] Roger Lescot, “Edebiyata Kurdî”, Kovara Wêje û Rexne, Hejmar 1, Dîyarbekir, Rêbendan-Sibat-Adar-Avrêl 2014, r. 216.

[7] Adak, 2013, r. 27.

[8] Zülküf Ergün, Nerît û Helbest – Nerîta Neteweyî di Helbesta Nû ya Kurdî de, Weşanxaneya Nûbihar, Stenbol 2017, r. 15.

[9] H.b., r. 16.

[10] Samî Tan, “Di têkoşîna Neteweyî de Cihê Wêjeya Klasîk a Kurdî”, Kovara Zend, Rêzepirtûk 10, Stenbol, payîz 2008, r. 41.

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply