EDEBÎYATA BERAWIRDÎ

Edebîyata berawirdî, berawirdîyê di navbera du dîsîplînan de dike anku qadeke multîdîsîplîner e. Emel Kefeli ji bo edebîyata berawirdî dibêje, edebîyata berawirdî, hunereke wisa ye ku lêgerînê li ser meseleyên nêzîkbûn, bandor û manendîyan dike.[1]  Em dikarin bibêjin ku herçiqas bingeha vê rêbazê kevntir be jî, ev rêbaz di sedsala 19an de di nav lîteratûra cîhanê de belav bûye û wek zanist hatiye qebûlkirin. Me di çarçoveya vê zanistê de dît ku mirov dikare du berhemên ji edebîyata du miletan berawird bike û bi vî awayî manendî û cudatîyên wan edebîyatan li cîhanê bide nasîn.

Di lîteratûran de sê ekolên edebîyata berawirdîyê hene: ekola marksîst, ekola fransî, ekola emerîkî. Li gora ku Önder Beyter vediguhezîne li gor nûnerên ekola emerîkî, muqayesekirin; tenê di navbera du edebîyatan de nayê kirin, divê di navbera mijar, berhem, helbestvan û nivîskarên heman edebîyatê de jî bê kirin.[2] Li Emerîkayê sê rapor ji bo pêkanîn û rêbazên vê dîsîplînê hatine nivîsîn: Rapora Levin, rapora Greene û rapora Bernheimer. Ji van raporan a Greene dibêje edebîyata berawirdî têkilîya edebîyatê bi hunerên din ên wek felsefe, dîrok, dîroka ramanê, zimanzanî, muzîk, şêwekarî (hunerên plastîk), folklor hwd. re datîne.[3] Li gor Fernand Baldensperger ku bi pêşengîya wî cara pêşî li Sorbonneê edebîyata berawirdî hatiye sepandin, ji bo ku di navbera du berheman de edebîyata berawirdî pêk bê, divê teqez bandorek di navbera wan berheman de çêbûbe.[4] Agâh Sırrı Levend dibêje mirov dikare berawirdîya xwe li gor kesayet, berhem û edebîyatan bike. Gava ku du berheman berawird bike dikare van li gor motîf, tîp, mijar, cure û ramanê ve berawird bike.[5] Herçiqas li gor ekola fransî şert be ku ev berawirdî di navbera du çand an miletan de were kirin jî R. Wellek jî ne li ser vî fikrî ye. Li gor wî ne di nava edebîyata neteweyekê de be, edebîyata berawirdî çêtir dikare were sepandin.[6] Ji bo çarçoveya berawirdîyê biryareke teqez nehatiye danîn û divê neyê danîn. Lewre ev qad qadeke berfireh e û mirov dikare di her dem û zemînê de vî tiştî bike.[7]

Gürsel Aytaç dibêje yekî ku du berheman berawird bike divê li gor hin qayîdeyan tevbigere. Li gor wî, qayîdeya yekê ew e ku divê lêkolîner bibêje ku mijara xwe ya berawirdîyê çawa keşif kiriye û hevparîya di navbera van berheman de çi ye. Li gor qayîdeya duyem divê di destpêka xebata xwe de di heqê danerên berhemên berawirdîyê de agahîyan bide û wan bide nasîn. Li gor qayîdeya sêyem divê hêmanên hevpar ên berheman werin lêkolînkirin û cudatîyên wan werin çespandin. Li gor qayîdeya çarem heke ew du berhem aîdê demên ji hev cuda bin, divê cudatîyên wan ên ramanî û edebî werin dîyarkirin. Li gor qayîdeya pêncem divê were dîyarkirin ku kê ji kê çi standiye. Lê li gor vê qayîdeyê ya girîng ne ew e ku tiştê ku hatiye wergirtin çi ye, esas ew e ku yê/ya ku ji berhema din wergirtiye li gor afirînerîya xwe çi li wê berhemê zêde kiriye.[8]

 

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Emel Kefeli, Karşılaştırmalı Edebiyat İncelemeleri, Kitabevi Yayınları, İstanbul 2000, r. 9.

[2] Önder Beyter, “Zanista Edebiyata Rûberhevî/Muqayesekirin û Rûberhevkirina Çîrokên ‘Ewilîn ên Kurdî(Mem û Zîn) û Tirkî(Ta’aşşuk-i Talat û Fîtnat)”, Kovara Nûpelda, Hejmar 5, Wan, Zivistan 2011, r. 27.

[3] http://karsilastirmaliedebiyat.blogspot.com/2008/04/kurulusundan-bugune-karslastrmal_03.html(02.01.2019)

[4] h.ç.

[5] Agâh Sırrı Levend, Türk Edebiyatı Tarihi, Cild 1, TTK Yayınları, Ankara 1988, r. 44.

[6] M. Andrews Rousseau-Claude Pichois, Karşılaştımalı Edebiyat (Çev: Mehmet Yazgan),  MEB Yayınları, İstanbul 1994, rr. 182-183.

[7] h.b., r. 49.

[8] Gürsel Aytaç, Karşılaştırmalı Edebiyat, Gündoğan Yayınları, Ankara 1997, rr. 75-78

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply