Yekşem , Tebax 18 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane / Edebiyat û Dîrok

Edebiyat û Dîrok

Gelek çîrokên antîk, folklorîk yên gelêrî hene ku dikare bibe roman. Edebiyata kurdî di hêla romanên ku ji ber bûyerên dîrokî hatine afirandin qels e. Di dîroka kurdan de wisa bûyerên girîng pêk hatine ku, her bûyerek bi serê xwe dikare bibe roman.

Serkêş û damezrevanê romana kurdî a yekem romannivîserê kurd ê Kafkasya’yê Ereb Şemo ye. Romana modern –nûjen- ya kurdî bi berhemên wî dest pê kiriye û bi Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Lokman Polat, Firat Cewerî, Bubê Eser, Laleş Qaso, Silêman Demir, Mistefa Aydogan, Şoreş Reşî, Enwer Karahan, Mihemed Dehsiwar, Aram Gernas, Xurşîd Mîrzengî, Aynur Aras û hwd, li Swêdê hatiye domandin. (Van navên ku min li peyhev rêz kir hemûyan jî li Swêdê romanên kurdî nivîsîne.) Û paşê li welat geş bûye gelek romannivîsern nû dest bi nivîsîna romanên kurdî kirine. Di hêla nivîsîna romanên dîrokî de jî Ereb Şemo serî kişandiye. Romana wî ya bi navê ”Dimdim” li ser bûyereke dîrokî, anku li ser berxwedana serdarê kurd, Xanê Çengzêrîn ê qumandarê kela Dimdimê ku li hemberê farisan pêk hatibû hatiye nivîsîn. Romana Ereb Şemo ”Dimdim” romaneke gelek baş e, hêja ye. Ev roman li Tirkî jî hatiye wergerandin. Romana Arab Şemo ”Şivanê Kurd” cara pêşî li bakurê Kurdistanê ji alî weşanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” ve hatiye weşandin û belavkirin. Ew jî behsa dema şoreşa Oktobrê a Sowyetê dike.

Çend romanên rahmetî Mehmet Uzun jî ji ber bûyerên dîrokî hatine nivîsîn. Romanên wî yên biyografîk û bûyerên ku di wan romanan de hatine qalkirin, dîmeneke ji dîroka kurdan ya nêzîk radixe ber çavên xwendevanên kurd. Romana min a navê ”Fîlozof – Katibê Şêx Saîd” jî ji ber bûyera serîhildana Şêx Saîdê nemir hatiye nivîsîn. Kurteromana min a bi navê ”Nûrheyata Licî” bi tevahî kurteromaneke dîrokî û mîtolojîk e û fîkşîyone ku bi xeyalî lêbelê bi hunera romanê hatiye afirandin.

Hinek xwendevanên ku ji edebiyatê fêm nakin, berhemên edebî û pirtûkên dîrokî têkilhev dikin. Divê ew bizanibin ku; edebiyat dîrok nîn e û berhemên edebî pirtûkên dîrokê nîn in. Malzemeyê dîrokzan (yan jî dîroknas – zimanzanên kurd(!) hêj biryar nedane ku ew ji ”tarîhçî”yan re bibêjin dîrokzan yan dîroknas.) belgeyên rastîn û şîroveyên îlmî, zanîstî ne.

Yê romannivîser fiction, xeyal, îmge, kurgu, tevn û taswîr in. Herçiqas romannivîser carna belgeyên dîrokî bi kar bînin, yan jî ji wan feyde, siûd bigre jî, ew dikare li gor keyfa dilê xwe, li gor mentalîteya xwe wan bi kar bîne û bi şêweyeke din taswîr bike û şikleke xeyalî bi cureyeke din bide pê.

Binêrin, li gorê dîrokzanan Kleopatra jineka reş, nerind herweha xirab, poza wê xwar e. Bejna wê kin e, zikmeşk e, anku qet rind nîn e. Lêbelê romannivîser dikare Kleopatra’yê pir bedew û xweşik bide nîşandan, bi taswîra edebî û xeyalî wê rind û spehî bike û weke jineka bedew bide rave kirin. Romannivîser li gor zewqa xwe dikare her tişt bi xeyalî biafrîne, lê dîrokzan nikare weha bikê. Divê dîrokzan bi rastiyên dîrokî û belgeyan ve girêdayî be, jê dûr nekeve.

Lokman Polat 

Derbar Lokman Polat

Lokman Polat

Dikarê vê jî bixwênê

Bi Mîrza Metînî Re Li Ser Şanoyê Çend Gotin

Gotinek wiha hebû: “Huner karê Arîstokrat û elîta ye.” Bi rastî jî wexta meriv li …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *