Helwesta edeba meclîsê dı Qur’ana Kerîm û hedîsen de hatiye diyarkirin.
- Ku herin civînê divê bêhna xwe di xwe bidin û çeken li dijî urf û edetên li xwe nekin,
- Di civînan de bi rûken be, mirazê xwe tirş neke û divê gezevetî neye kirin,
- Yê ji te bi salin ji wan re rêz bigre,
- Kesî eciz neke,
- Ji dê, bav û mamosteyên xwe re herî zede rêz bigre,
- Ku di nav du kesan de rûnî ji wan destur bixwaze,
- Kesî ku nû tê cih nişan bide,
- Kesî ku ji te meztir hebe li cem wî nigê xwe nede ser hev,
- Mazuvanê civînê divê mîvanan bihewîne û bi xweşî rê bike,
- Di qelebalix de bi yekî re qiseyên dizî neke,
- Bavîşkan nekşîne ku mecbur be deste xwe bide ber deve xwe,
- Bi kuxikê û kirpikê kesî dora xwe eciz neke,
- Di civînê de bi edebî tevbigere.
Berhevkar û wergêr: Paşa Amedî