Edalet a Nûşîrewan û Hz. Umer

Hz. Umer û Sa’d îbnî weqas derin Îranê ku hespê xwe bifroşin. Çaxa hîna li dervayê bajêrbûn, bala xwe danê ku hinek xort/ciwan  cirîta bi hespan dilîzin.

Ew jî ji xwe re lîstika cirîtê temaşe dikin.  Xort bala xwe didinê ku hinek suwarên bedewî û xerîb li wan temaşe dikin. Ev xortanan, tên hinda wan û bi darê zorê hespê wan lê digrin.

Hz. Umer û Sa’d Îbnî Weqas, Bê pere, bi xemgîni derin bajêr û, duvrajî derin cem xanevanekî/xanciyekî. Xanevan bala xwe dide ku ew mîvanê  xerîb pir xemgîn in.  Xancî dibêje; “we xêr e? Çima hûn xemgîn in?” Sa’d îbnî Weqas meseleye ji serî da ji xanevan ra dibêje.  Xancî dibêje “li gor salixdana we ew lawê hûkumdarê me ye . hûn sibehê herin bazarê, Hukumdar tê bazarê pirsgirêk û derdê millet çareser dike, û  pir adîl e, wê mesela we jî çareser bike.”   

Sibehê, zûtir Hz. Umer û hevalê xwe çûn cihê bazarê. Çaxa Hukûmdar hat,  millet pirsgirêkên xwe jê re digot û wî jî, ya çareser dikir, alîkarî dikir, an jî, ji bo çareserkirinê emir dida wezîrê xwe.

Hz. Umer û Sa’d Îbnî Weqas jî bûyera xwe jê re anîn ziman, ban tercûmanê xwe kir, tercûman pê da femkirin lê belê ji bo ku lawê wî bû ew tercûme nekir.

Padîşah/Hukûmdar pir qeherî, got: “Kûzek pere bidin van biyaniyan û jê re bêjin em ê hespê wan jî bibînin.”  Hz. Umer û hevalê xwe car din çûn xanê. Xanevan got: “Ka we çawa kir?”  Gotin: “Kûzek pere da me û, yê hespê me jî, bibîne. ” Îcar xanci qeherî, got: “Zarokê hukumdar diziyê bikin qey qanûn tête guherandin ? Ezê jî herim huzura hukûmdar.”  Xancî çû huzura Hukûmdar û jê re got: “Çaxa lawê te diziyê bike qanûn tête guhartin ma?”

Hukumdar pir qeherî, got : “Hinek pere yên din  jî bidin wan biyaniyan û bira sibehê bajarê me terk bikin. Lê belê, ê yek ji deriyê başûr, ê dina jî, ê deryê bakur re derkeve.”

Çaxa Hz. Omer û Sa’d wusa di bajêr de derketin, yekî dît ku lawê hukumdar li ber derî hatî dardakirin. Ê din jî dît ku tercûmanê Hukûmdar li ber derî hatiye dardakirin.

Zeman bihirî Hz. Umer bu Xelîfe, Sa’d Îbnî Weqas jî, kir walîyê Misrê.  Çaxa Sa’d çu Misrê, bala xwe daye ku Camî/mizgeft tuneye. Wî jî civat kom kir û qerarek danîn ku, di navenda bajêr de mizgefte kê çê kin, ew jî kete nav erdê Yahudiyekî.  Van dest bi çê kirna camîyê kirin, lê belê Yahudî mexdur bû. Dibêje: “Ezê çawa bikim, erdê min çû, ez bê erd û xanî mam, ez perişan bûm.”

Yekî jê re dibêje:  “Here Medînê, derdê xwe ji Hz. Umer re bêje, ê pirsgirêka te, çareser bike.”

Ew cihû ya  dere medînê û Hz.Umer dipirse.

 Dibêjin li dera han nava baxçe da ye.

 Yahudî bala xwe didê, Ku yek, weka karkeran dixebite.

 Jê dipirse;:”Ka Umer ? “

Dibêjê: “Te xê re?” Umer ezîm.

Cihû matmayî dimîne. ji xwe re “Ka ev çawa xelîfe ye!”

Pirsgirêka xwe jê re dibêje:

Hz. Umer parçek hestî dibîne  û li ser wî hestiyî, du bêjeyan/kelîman, dinivîsîne. Dibêje: “SA’D  EZ  Jİ NÛŞÎREWAN  ADÎLTİR İM”.

 Dibêje: “Vê bibe bide Walîyê Misrê?”

 Cihû matmayî dimîne. Dibêje: “Ez ji bo vî hestiyê û, du kelîme nivîsan, hatim vira!” 

 Her çi be xemgîn dibe lê dîsa jî, wî  hestiyê xwe, çê nake.

Tîne dide Sa’d  îbnî Weqas.

 Çaxa Sa’d vê nivîsê dixwîne. Rengê wî, tê guhertin. Destê wî dicirifin. Û bi lez dibêje: “Çêkirna camiyê biseknînin, mexdurîyeta cihu telafi bikin û pê re, mala wî hîn xweştir çê kin.”

Walî, Se’d Îbnî Weqas,   Wî kesê yahudî, bi piranî û zêdetirîn,  memnûn dike.

 

Adem Ogan

www.candname.com

Derbar Adem Murteza

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply