Ev jî naveroka nivîsa mamoste Biradost Mîtanî ye;
Ev zanyarê kurd ,gerdûnî , xaknîgarî , dîroknas û nojdar bû
Navê wî : SIMAYILÊ ELIYÊ MEHMÛDÊ MEHEMEDÊ EMERÊ ŞAHÎNŞAHÊ EYÛBÊ ŞADÎ YE , ew padîşahê HEMAYÊ bû, di dema MEMLÛKIYAN de , dema desthilata EYÛBIYAN li wê heremê vegerand 1310 z û ma ta 1331 z
Ew evîndarê avedaniyê bû , wî mizgefta dehêşa (EBÛ ELFÎDA ) , gora xwe û quba wê û menare û na’ûre avakirin, û bi ser mizgefta NÛRÎ de zêde kir ji perwerdê re, û navê wê kire REWŞEN ( Bi vî navê KURDÎ)
12 pertûk nivîsandin , yên navdar ji wan : kurtahiya dîroka miletan ,roznama beledan , gunaş , dîroka navdarên zanyariyê, pertûkek di nojdariyê de , dewleta XWARIZMÎ û pertûka elkamil e IBIN ELESÎR bire serî .
Wî li ser banê mizgefta dehêşa rewangiheke gerdûnî û feleknasî danî bû , pê Ezman lêkolîn dikir , lewra wî çiyayek ser heyvê dît , niha Ewrupiyan navê wî çiyayî li ser heyvê kirine ÇIYAYÊ EBÛ ELFÎDA
wî rêjeya avê û bejê li ser goka cîhanê gotibû.
wî li ser nojdariyê , geyê,helbest , pend ,siyaset,leşkerî ,pêtûliya felsefê , mozîk û olê dixwend û dinivîsand.
Lêkolînên wî li ekadimiyên ROSIYA , FERENSA , INCELTIRA, BELCÎKA, ÎTALIYA û gelek deverên din têne dayin di perwerdê de û navê wî yê sêyemîn e di nav navên zaniyariyan de li ser dîwarê hola simîneran di komela xaknîgariya FERENSÎ de ye.
BIRADOSTÊ MÎTANÎ
PUKmedia