E-MENÎ

Yek ji paşgirên di zimanê Kurdî de bi taybet di zarê Soranî de paşgira “e-menî”yê ye, kêzkirina wê di zimên de dikare bibe zengîne û gencîneyeke hêja û mezin. Paşgira “e-menî”yê tê wateya “hemû, her cûr, her çeşin, her şêwe, hemeng” hwd…
Bo zêdetir aşnabûn û berçavroniya wê, em ê çend mînakên hêja û şênber bibînin di warê peyvsaziyê de, weku:
TEQEMENÎ: her curên çek û rextên ku girêdayî cengê be.
‏SARDEMENÎ: “saremenî” her curên xwarin û vexwarinên ku sar in weku bestenî, qeşeberf, û avên mêweyê û noşavan.
‏HEVÎREMENÎ: her xwarinên ku ji hevîrê saz dibin.
‏ÇAPEMENÎ: her curên medyayî yên ku tên çapkirin weku: rojname, kovar, belavok, pertûk hwd…
‏ŞILEMENÎ: her curên vexwarinên ku ne tîr in.
‏ŞÎRÎNEMENÎ: her curên xwarin ên şîrînî weku: paqlawa û pasta hwd..
‏DANEMENÎ: her curên genim, ceh, garis hwd…
‏BAQLEMENÎ: her curên xorak weku: baqle, fasolî, nok, nîsk hwd..
‏ ‏NAVKEMENÎ: her curên çerez û dandikên heyî.
‏MIZREMENÎ: her cur û şêweyên mêweyên mizir wek: lîmon, narengî, lalnegî hwd..
‏ŞÎREMENÎ: her çeşinên ku ji şîrê saz dibin weku: mast, firo, lor, jajû-î, penîr hwd..
POŞEMENÎ: her kinc û cilên ku tên poşîn (li ber xwe kirin).
NOŞEMENÎ: her curên vexwarinê weku: pepsî, şerbet, avên mêwe hwd..
‏XWARDEMENÎ: her curên xwarinan ku hene.
‏SEWZEMENÎ: her curên sewzeyê (sebze)yê.
‏HIŞKEMENÎ: her çeşinên mêwe û dank u tên hişk kirin.
HWD…
Bêguman van mînakan miştek bû ji xerwarekê, ango paşgira “e-menî”yê dikare di rol û wateya xwe de şênberdar be û kêmaniyekê mezin tejî û têr bike.
Bo bernasiya zêdetir, şîraveya li ser paşgira “e-menî”yê dikare bibe derîveyekê ji bo hêjayên ku bi zimên re serêxwe diêşînin, hêvîdar im bi taybet di zarê Kurmancî de cihber û şênber bibe.
..
Qendîl Şeyxbizînî
18.1.2021

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply