Çarşem , 28 Cotmeh 2020

e-Kovara Çandnameyê Jimar 3

eKovara Çanda Kurdî ya malpera http://www.candname.comê bi jimara xwe ya 3yem derket.

Kovar di ebatên kaxiza A4ê de bi rûpelsaziyeke delal li ser malpera http://www.candname.com ê bi awayekî pdf tê belav kirin.

Di kunyeya kovarê de hatiye nivîsîn ku Firat Bawerî xwedî û berpirsê e-kovarê ye. Paşa Amedî û Ridwan Xelîl jî edîtoryaya kovarê kirine. Di vê jimarê de bo wêneyê bergê wêneyekî wênekêş û akademîsyen Murad Adiyaman hatiye weşandin.
Di nivîsa edîtoryaya e-kovarê de edîtoryayê bahsa xebat û sedemên xebatên xwe kiriye, piştre sedemê ekovarbûnê hatine îzah kirin.
Kovar bi naverokek dewlemend xuya ye:

  • Lokman Polat bi nivîsa “Di Edebiyatê de Kanon û Fonksîyona Edebîyatê”,
  • Faîk Ocal bi nivîsa “Veqetandina Pêşîn”,
  • Paşa Amedî bi çîroka “Qalaqûçik û Legleg”,
  • Serhat Aydin bi nivîsa “Tomografiya Berhevkarî ya Mîkroyê”,
  • Mustafa Rêzan bi nivîsa “Li Cîhanê Perwerdeya Taybet”,
  • Dr. Rodî Zanyar bi nivîsa “Alarjî”,
  • Dilazad ART bi nivîsa “Kilamek ji Bo Beko”,
  • Recep Çîçek bi nivîsa “Jiyana Gundan”,
  • Xerzî Xerzan bi nivîsa “Pira Malabadê û Dewleta Kurd a Merwanî”,
  • Emre Mûhargînî bi wergera “Ji bo zarokan Lîstik”,
  • Bawer Agirî bi nivîsa “Ziman û Jiyan”,
  • Mustafa Acar bi helbesta “Zimanê Kurdî”,

bo xwendevanên xwe re gotine merheba.

Di dawiya kovarê de 2 heb wêneyên e-pirtûkên nû yê ku ji e-Weşanên Çandnameyê derketine, rûpelê xemilandiye

Di rûpela herî dawî de jî endambûna “Koma Kovargerên Kurd” hatiye eşkerekirin û bi kurtasî qala komê hatiye kirin û bergên kovarên endamên komê li vir hatine rêz kirin.




Derbar Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Dikarê vê jî bixwênê

e-Pirtûka Lîza DERKET!

Weşanxaneya Çandnameyê yek bi yek her roj pirtûkên xwe yên kurdî zêde dike. Niha jî …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.