Zimanekî ku neyê bikaranîn, an ew ê bê talankirin an jî ew ê bê jibîrkirin
Li gorî krîterên xebatên lînguîstik dema zimanek derbasî nifşên nû nebe, ev tê vê wateyê ku ev ziman di xetere de ye.
Li gor Dr. Wurm, ji bo ku zimanek hebûna xwe bidomîne, divê herî kêm ji sedî 30ên zarokan vî zimanî hîn bibin.
Fishman dibêje ku heger ziman bi awayekî devkî derbasî nifşên nû nebe, hewldanên din tenê mirina zimên bi derengiyê bixin.
Agahiyeke balkêş: Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi zimanê serdestan ji zimanê xwe yê zikmakî çêtir dizanin.
Sedsala 20em bûye goristana zimanan!
Tê payîn ku bi hezaran ziman dê di sedsala 21em de bimirin an jî winda bibin #Fishman
Li gor hîn lêkolîneran; bêyî ku perwerdeya bi zimanê zikmakî hebe, zimanekî kêmaran (zimanê hindikahiyan) nikare hebûna xwe biparêze.
Strubell: bikaranîna zimên a di dan û stendina mal û xizmetan de motîvasyona hînbûn û bikaranîna zimên xurtir dike.
Wurm: dagirkirina mêjiyan jî sedemeke girîng e ku zimanan dixe xetereyê. Mêjiyê însanan jî wekî welatan tê dagirkirin.
Di navbera du zimanan de hevkêşeyek (denge) ne mimkûn e, lazim e zimanê bindest di nav demê de cihê zimanê serdest bigire Strubel
Li gorî Pratsî, duzimaniya nestabîl(ne sekinî) ji bo zimanê bindest bi felaketê diqede.
Grosjean dibêje dema bikaranîna zimanê serdestan di dibistanên dewletê de mecbûrî be, temenê duzimaniyê dê dirêj nebe.
Mackey îdia dike ku eger polîtîkayên dewletê nerm bin û federalîzmeke polîtîk hebe, dibe ku duzimaniyeke stabîl peyda bê bikirin. Di dewletên wek SSCB, Malezya û Yugoslavyayê de duzimanî ji aliyê dewleta navendî ve dihat peydakirin.
Bi tenê bi xebatên dilxwazî ne mimkun e ku kurdî bê parastin.
Hebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî bi tena serê xwe têrê nake ku zimanek hebûna xwe biparêze. Ji xeynî perwerdeya bi zimanê zikmakî; xwedîsazîbûn, fermîbûn, plansaziya lîteratûra zimên, jinûveafirandina zimên li malbatê, nirxdayîna aborî û enstrûmentalî, bikaranînana zimên di qadên çandî, olî, civakî, demên kêfî-vala û hwd. de jî divên.
Têbinî : Jêgirtin e !