Pêncşem , 1 Cotmeh 2020

Dûnya ya Bozo (Çîrok)

(Balkêşî: Di vê çêrokê de ezê gotinên jargon, qelew, gotinê sûkê û yên wek sixêfan, bikar bînim û herweha bi gotinan bilehîzim.
Sedema vê yekê ew e da ku ew gotin bibin wek ”xwê û buxaratên” vê çêrokê. Ji ber vê yekê di pêşiyê de efûya xwe dixwazim.)
Dr.Cuwan Heqi
 Em werin ser çêroka xwe:
Bêguman gelek ji we weku min ji gundan tên, bûye şahidê vê senaryoya ku li jêr min nivîsandiye, dîtiye.
Li şivanekî bifikirin.
Em navê wî bikin Heso.
Heso rûniştiye, xwarina xwe ya nîvro (fravînê) dixwe.
Mihên wî di bêhnvekirina xwe ya nîvê rojê de ne.
Bozo ku kûçikê Hesoye, sadiq û emînê wî ye, li pêşberî Heso ye.
Bozo serê xwe daniye ser herdu lepên xwe yên pêş.
Û temaşeyî xwarina Heso dike.
Xwarina şivanî wek hercar nan, sîrk, pîvazeke.
Lê îro em hestiyek goşt jî bi vê sofreya Heso ve bikin. (danin ser sofreyê… (Pê ve bikin).
Aha, dilê Bozo li ser vî hestiyê goşt diare!
Lê diyar e ku tu niyeta Hesoyê şivan nîne ku îro vî hestiyê goşt bavê (bide) bo Bozo.
Heya ji Heso tê vî hestiyê goşt dialêse, dikoje, dixwe.
Her ji ber vê yekê wexta Bozo har û dîn bibe.
Û bozo bo xwe weha dibêje:
-Yawo ev zilamokê he tu dibêji ”dibistana mijandina (kojandina) hestiyan” xilas kiriye (xericiye).
Çiqas bêinsaf e.
Egosîst e.
Ji xwe re ye.
Li ber ya xwe ye.
Bêwicdan!
Psikopat.
Hinekê li ser min jî bifikire kurro, malmîrato!
Ma wê çi biqewime, hey egoîst (enanî) kurê egoîstan!
Lê Bozo ne di mitaleya, fikra Hesoyê şivan de ye.
Bozo jibinî ne xema wî ye.
Û heya ji Heso tê ew wî hestiyî dokoje.
Hema bêje av jî jê xilas kiriye.
Bozo dîsa bo xwe axifî:
-Bawer bike ev kesê egoîst (enanî), çavbirçî min nabîne.
Ji bo ku xwe bi vî kesê kund (qesîs) bidim nîşandan, divê ez ji cihê xwe rabim.
Û divê mirov li ber vî bênamûsoyî bigere, jê lave bike!
Bozo ji cihê xwe rabû.
Dûvê (teriya) xwe hejand.
Deqene Heso pê bihese, wî bibîne.
Lê ev hereketa, tevdana Bozo li xweşa Heso nehat.
Li zora wî hat û di cih de got:
-Here ji vir, Bozoyê pîs û heram!
Çiye yanî?
Tu vî hestiyê goşt dixwazî?
Welleh tu patika xwe dibînî, tu wî nabînî, naxwî!
Û kevirek avêt Bozo.
Tu nemabû ew kevir li serê Bozo biketiya û bişkênanda!
Hema xwedê kir ku vê carê Bozo ji vê belayê xials bû.
Û Bozo ji xwe re got:
-Ev ne tu zilam (bi erebî mahroos?) û enaniyê Heso bes li xwe difikire.
Tu nema bû serê min bişkanda.
Înşallah ew hestî di qirrika te de bimîne.
Tu bifetisî!
Amîn!
Ker kurê keran, Heso!
Û di serê xwe de sixêfên vê dinyayê yên herî giran bo Heso rêz kir.
Piştre çû li hinekê dûr rûnişt.
Serê xwe dîsa danî ser herdu lepên xwe yên pêşiyê.
Û bi awayekî feqîr-feqîr (masum) li benda qedera xwe ma.
Li aliyê dî, Hesoyê çavbirçî goştê ku bi hestî ve bû xilas kiribû.
Careke dî li hestî mêze kir.
Rih (can) di nava hestî de nema bû.
Lê dîsa lê mêze kir.
Dîsa mirov nizane, ji xwe re got.
Li Bozo nêrî.
Wek ku jê re bêje:
Te ev hestiyê goşt divê?
Bozo di cih de b vê merema, fikra wî têgiha.
Û hinekê dûvê xwe hejand.
Weke ku bêje:
Deka bavêje.
Em binêrin gelo di wî hestiyî de asarên goşt maye, yan na…
Heso hestiyê goşt bo Bozo avêt.
Bozo, bê ku ew bikeve erdê, ew li hewa girt.
Hinekê wê ve çû.
Li hestî nêrî, ew kontrol kir.
Çi bibîne: Di ser hestiyî tu asarên goşt nemabûn.
Lê Bozo ji xwe re got:
Xem nîne, bila wisa be.
Em çawan bikin ev qedera me ye.
Girêdan û sedeqeta me ji bo xwediyê me heye.
Ev karê koletiyê ne weqas asan e.
Di vir de dixwazim hinekê xeddarbûna Heso daxim jêr.
Em hinek wicdanê li wî monte (bi wî ve bikin).
Her ji ber vê pêka me, Heso hinekê ji xwe fikirî (hizirî):
Yawo çiqas ez insanekî nankor im.
Tu nemaye ez vî Bozoyê guneh ji birça bikujim.
Û ji bo Bozo qetek nanê mezin avêt.
Bozo nezanî ku çi qewimiye.
Ji çavên xwe bawer nedikir.
Ji xwe re got:
-Yawo bawer bike vî Hesoyê he îro serê xwe xwariye.
Aqilê xwe winda kiriye.
Çima ji bo min qetek nanê xwe yê zêde avêt?
Subhanellah!
Û nauzubillah jî di ser de.
Tê nagihim.
Ev tiştek ecêb e.
Tişta ku ez dizanim Heso kesekî herî kund (qesîs) û ne tu zilamê vê dinê ye.
Insanekî malxirab û kambax e.
Înşallah di vir de xêrek heye.
Û Bozo nanê xwe bi afiyet xwar.
Bi vî awayî salek derbas bû.
Heso di nava vê salê de carna Bozo birçî, carnan jî têr dihêlişt.
Pistî salekê, di heman zeman û mekanê de Bozo dîsa serê xwe danî bû ser herdu lepên xwe yên pêş.
Şivanî dîsa firavîna xwe dixwar (xwarina nîvro).
Mih jî wek herdem di istiraheta xwe ya nîvro de bûn.
Hertişt di cihê xwe de bû.
Bes guhertinek tenê hebû.
Ew jî li şûna Hesoyê şivan, şivanek dî hatibû.
Navê wî Hirço Qaso bû.
Bozo bi dîqet li wî mêze kir.
Di vir de bi yekcarê du noqteyan bala Bozo kişand.
Guhertina yekem ew bû guhê vî şivanê nû gelek mezin bûn.
Pora wî hemu eniya wî dinixumand.
Hema bêje tu enî jê re nemabû.
Ya duwem mezinbûna devê wî bû.
Ew wek kesên ku jê tê gotin devçelte bû.
Bozo ji xwe re got:
Deka binêre vî devê mezin yê vî şivanê me yê nû!
Nauzubillah!
Hey hawar yawoo!
Bi dîn û îman ew wek kepçeya boldozerêke ye.
Welleh em şewitîn.
Bi xwedê ev devê he wê êdî hestiyan jî daqurîne.
Vêca bila em mista destê xwe balêsin!
Hirç kurê hircan!
Ji nişkê ve Bozo bala Hirco Qaso kişand.
Temaşekirina Bozo bi awayekî feqîr û rebentî (masum) li xweşa Hirço Qaso nehat.
Di cih de qêrek da Bozo:
-Kurro qeşmer Bozo tu çima wisa pîs-pîs temaşeyî min dikî!?
Ji vir biqeşite!
Bila çavên min te nebîne!
Jixwe keyfa min te re nehat!
Bozo bi acizbûna wî hesiya.
Bi wir de çû.
Di serê xwe de bersiva gotinên Hirço Qaso da:
-Kurro pîs-kurê pîsan tu û 777 sulaleya te ne.
Qeşmer tu û bavê xwe ne.
Xwediyê xwîna xirabe!
Tîpê te ji xwe kambax e!
Ehmeq-kurê ehmeqan jî bi ser de.
Kurro Hirço, malmîrat min çi be te kiriye!
Piştre di serê xwe berdewamiya hizra xwe kir:
Yawo çi bi vî miletê şivanan hatiye!
Tişta ku heya niha pê dizanim ev miletê şivanan kesên aram, xwedî wijdan in.
Alîkar û xêrxwaz in.
Yên min tam tersê van xasyetan in.
Allah, Allah!
Fesubhanellah!
Bila Amentubillah jî pê re be!
Ev şivanê he psîkopat, ehmeq kurê ehmeqan in!
Û bênbamûs in, yawo!
Misqalek wijdan bi wan re nîne.
Enanî (jixwe re) kurê aniyan in.
Yawo van serê xwe xwarine (serê xwe windakirine)!
Xwedê bela xwe bide hemuyan!
Û tevekan!
Amîn.
Kurro Bozo sed caran bêje Amîn.
Deqene duaya te biqebile, were pêkanîn!
Hırço Qaso xwarina xwe tewa kiribû.
Heya hûrik-mûrikên nanî jî nehêliştibû erdê.
Qirrên (qijakên) li ser darê li benda ku hinek hûrikên nanî bikevin erdê bûn.
Bozo li wan temaşe kir û got:
-Welleh heger qedera me bi bimîne destê vî bêwijdanî û malwêranî de,
Em hemû dê ji birçan bimirin!
Ev ker kurê keran, psîkopatê Hirço ne ji bo we hûrikên nanî, ne jî ji bo min tiştekê dihêle.
Em dê kefa destê xwe balîsin!
Ew resmen çavbirçî, kulibiye!
Malmîrat kurê malmîratan.
Kambaxtî jî pê re!
Deka binêrin devê wî!
Devê wî wek devê hespên avîyan e.
Nauzubillah!
Heywan kurê heywanan!
Xwedê vî devê mîna çelteyan kilît bike!
Û heta hetayê veneke!
Inşallah!
Wê demê emê jê xilas bibin!
Kurro qijaknno hun hemu bêjin amîn!
De zû bêjin, Yalla!
Hirço Qaso li Bozo nêrî.
Dîsa qêrr dayê:
-Li nêzîkî min ne rûne, qeşmer kurê qeşmeran Bozo!
Gava çav bi rûyê (qudûmê) te dikevim aciz dibim!
Tansiyona min bilind dibe!
Here dûr rûne!
Pîsê heram!
Bozo di serê xwe de bersiva wî da:
-Pîsê heram tû û bavê xwe ne!
Ker kurê keran!
Û malmnîrat kurê malmirato.
Devkepçeyo!
Guhmezino!
Bêwijdano!
Bênamûso jî herdem pê re!
Hirço Qaso piştî demkê gazî Bozo kir:
-Bozo, ecele were vir!

Berdewam dike.

Dr.Cuwan Heqi- Rûpela Nû

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.