Dubendiya Zarokên Kurdan!

Zarokên Kurd yan wê “dînê xwe hilbijêrin” yan jî wê “zimanê xwe”! Ev nakokiya 100 salî ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê û hikûmetên wê ve her tim tên pêşiya me û me mecbûr dikin ku em yekî ji wan hilbijêrin; careke din, îja bi minasebeta maweya hilbijartina “dersên bijarte” yên dibistanên MEB’ê ev demekî ye di rojevê de ye.

Omer Bextiyar / Rojnameger

Dewlet tevî saziya xwe ya Diyanetê ku her kar û barî li gorî berjewendiyên “dewleta xwe ya alî” birêve dibe û wek amûra Îslamîzekirin û rewakirina kiryariyên dewlet û hikûmetê kar dike, li her cih û platformê bang dike ku “tebaya” wê “dînê xwe hilbijêrin”, yanê li dibistanên navîn û lîseyan ji xeynî “dersên mecbûrî yên dînî” dersên bijarte yên dînî jî yên wek Qur’ana Pîroz û Siyerê hilbijêrin da ku pê bikaribin “nifşeke dîndar û îtaetkar” bên perwerde kirin.

Li gorî min mixatabê vê banga pîroz (!) rasterast Kurd û zarokên Kurdan e. Yanê dewlet li gel Diyaneta xwe dibêje; tu yê yan “dînê xwe hilbijêrî” (Helbet ew dîn jî bes li gorî mezheba fermî ya dewletê Henîfîtî ye) û hîn bibî (yanê tu yê misilman bimînî û dev ji zimanê xwe / Kurdbûna xwe berdî), yan jî tu yê zimanê xwe / Kurdbûna xwe hilbijêrî ku wê demê tu yê dev ji dînê xwe berdî. De wer û safî ke!

Li aliyeke dewlet, diyanet û MEB, li aliyê din jî çend kom û kesayet!

Dewlet dîsa Îslamê wek amûreke kêrhatî li hemberî Kurdan û destkeftiyên Kurdan bikar tîne. Ez hinekî meseleyê rave bikim. Belkî haya hin kesan jê tunebe. Balkêş e ku ev dêmekî ye ku li ser medyaya civakî (Facebook, Twitter, Instgram û Whatsappê) du tiştên jihev cuda wek rikberê hev tên parve kirin. Yek ji wan belavok û danezana Diyanet, cemaet û terîqetên dînî ye, ku tê gotin; “Ez dînê xwe dibijêrim û Dînê xwe hîn dibim”, ya din jî parvekirinên kom û kesayetiyên Kurdistaniyan ya bi vî şiklî ye; “Dersa Kurdî dibijêrim, Zimanê xwe hîn dibim” e. Dewlet û “fehma dînê ku di bin kontrola wê de ye” carek din me mecbûr dikin û dibêjin ya “dîn” ya “ziman”! Mesela tu her du yan bi hev re nikarî hîn bibî. Tu nikarî bêjî, ez dixwazim dînê xwe bi zimanê xwe hîn bibim!

“Platforma Zimanê Kurdî” bo dersa bijarte ya Kurdî çima daxuyaniyeke belav nekir?

Mixabin gelek Kurdên me yên dîndar û Îslamîst belavoka Diyanetê wek wezîfeyeke dînî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve dikin! Lê belê tu kesekî ji wan bijartina dersa Kurdî parve nakin! Mesela tu partî, komele û medyaya Kurdî jî hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî nexiste rojeva xwe û zarokên Kurdan teşwîqî hilbijartina dersa Kurmancî û Zazakî nekirin. Dîsa “Platforma Zimanê Kurdî” ku ji 9 partiyên siyasî û hereketan pêk tê jî behsa nekir. Gelo çima? Belkî ji ber li dij derketina HDP û siyaseta PKKê be! Em vê yekê tam nizanin. Lê divê derbarê “dersa bijarte ya Kurdî” de me agahdar bikin.

Yanê bi kurt û Kurmancî;

Divê em li ser perwerdeya bi zimanê zikmakî israr û dilxwaz bin, lê divê em xwedî li dersa bijarte ya Kurdî û beşên Kurdolojiyê jî derkevin da ku em bikaribin li ser dewlet û hikûmetê perwerdeya zimanê Kurdî ferz bikin û tim bixin rojeva wan.  Wek encama vê nivîsê ez dikarim bibêjim ku siyasetmedarên Tirk li bakur Qur’ana Pîroz radikin, lê belê dema mesele dibe Kurd û Kurdistan, hikmê kitêba pîroz ya “edalet û ayetbûna zimanan” xweşê wan naçe û radibin dibêjin “perwerdeya zimanê zikmakî Tirkiyeyê perçe dike”, û “Kurdî ne zimanê medeniyetê ye”. Lê belê Zimanê Kurdî wek hemû zimanên cîhanê ayeta Xweda ye, medenî ye û hêjayî perwerde û teknolojiye ye. Divê em wek nezîre bo gotina rehmetiyê Elî Şerîetî bibêjin, ew dînê ku nehêle ez fêrî zimanê xwe bibim ez ê wê dînê hilnebijêrim!

TÊBINÎ: Gelî dê, bav û zarokên mê yên ku pêşeroja me ne, 19ê Sibatê (roja sêşemê) roja dawî ya bijartina dersa Kurdî ye, ji kerema xwe “Dersa Kurdî” bibijêrin. Da ku zarokên me hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin, mamosteyên Kurdî zêdetir bên tayînkirin û materyalên bo zimên jî bene çapkirin û peydakirin.

Li aliyê din ji bo li bakur rewşa zimên û rexneyeke ji nav mal û ji nav kitêbê vê nivîsa Prof. Dr. Abdullah Kiran bixwînin.

1-http://www.rudaw.net/kurmanci/opinion/07022019

2-Ji bo proseya bijartina dersa Kurdî lê binêrin:

http://gul.fm/ku/perwerdehiya-bi-zimane-kurdi-u-pirsgireken-we/

3-Di xutbeya Diyanetê ya 2yê Sibata 2019an de banga bijartina dersên dînî tê kirin:

  • https://www.diyanet.gov.tr/tr-TR/Kurumsal/Detay/11273/cuma-hutbesi-islamin-iki-ana-kaynagi-kuran-ve-sunnet

4- Parvekirina ÖNDERa Komeleya Îmam Xetîbiyan:

  • https://twitter.com/onderihl

5-Çend parvekirinên li ser Twitterê bo bijartina dersa Kurdî:

  • https://twitter.com/zimanekurdi4
  • https://twitter.com/zimanekurdi4
  • https://twitter.com/search?f=tweets&vertical=default&q=dersa%20kurd%C3%AE&src=typd
  • https://twitter.com/pirtukakurdi/status/1094646729721434115

Derbar Rêvebir

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Şiroveyek

  1. Pirsgireka me ê herî mezin ev tişte ku em dibêjin em zimanê xwe dixwazin lê mixabin gelemperî kes bi xwedî vê daxwaza xwe dernakeve. Em îro bi kurdên bakur bipirsin sedî heştî daxwaza zimanê xwe dike, lê ka wan heştî kesan yek kesê wî diçe wî daxwaza xwe tîne cih? Mesele sîstema dewletê û diyanetê nîne. Mesele em bi xwe ne. Em ne ji dilin.

Leave a Reply to HûseyinCancel reply