Hate ragihandin ku dubarebûna jiberçûnê egera çêbûna bestina dil û mêjî li cem jina ducanî zêde dike.
Li gor lêkolîneke Ewropî, ku di govara “Heart ” de hatiye weşandin, amaje bi wê yekê tê kirin, ku jiberçûna xwekar ji metirsiyên herî goncaw e li ba jina ducanî, û egera vê yekê 1 ji 5’an e, û dubarebûna jiberçûna xwekar gelek teşenan derdixe holê.
Lêkolîna, ku 11500 jin rapirsî kirine, aşkire dike, ku 2876 jinan herî kêm carekê jiberçûne, û 69 jinan bêtir ji 3 caran jiberçûne.
Lêkolîn digihe wê encamê, ku di nava 10 salan de, 82 jinan bestina dilî vê re çêbûye, û 112’yên din bestina mêjî vê re çêbûye, her wiha lêkolîn hişyar dike ku jina têjikê (cenîn) mirî bizê metirsî lê zêde ye, nemaze dema nexweşiya şekir pê re be û giraniya wê zêde be.
Lêkolîn diyar dike, ku egera bestina dil û mêjî 4 carî zêde dibe eger jiberçûn 2 caran qewimî be, û metirsiya bestinê 5 carî zêde dibe eger jiberçûna xwekar bêtir ji 3 caran biqewime.
Li dawiyê lêkolîn amoj dike, ku jina jiberçûyî bêtir haya xwe hebe, û pişkinîna xolî bike, çunku jiberçûna xwekar nîşandeka bestina dil yan mêjî ye di ayendeyê de.