Do û Îro Newroz

DÎROKA NEWROZÊ
Di efsaneya Newrozê de tîranekî bi navê Dehhak (Zehhak) hebuye. Çîroka Dehhak yan jî Zehhak weha tê neqlkirin. Masudî, niviskarê islam yê çaxa navendî û Firdews, niviskarê destana Iranê ya binavûdeng Şahname û niviskarê Kurd yê çaxa navendî Şerefxan Bitlisî di pirtûkê xwe de Dehhak weha rawe dikin:

DÎROKA NEWROZÊ

Do û îro Newroz

Newroz, ‘Nû roj’ yanê tê wateya ‘Roja nû’. Di kevneşopî de newroz cejna pîroz a sersala nû ye. Iranî jê re Nouroz, gelê Kurd jî Newroz dibêje. Bingeha vê bêje bi eslê xwe digehêje dema Zorastriyan yanê Zerdûştiyan. Newroz di nav welatê Rojhilata Navîn de di nav civaka Kurd û Iranê û welatên Asya Navîn û di Azerbeycan û Afxanîstanê de tê pîroz kirin. Hinek civakê Pakistanê yê bi eslê xwe Iranî jî Newrozê pîroz dikin.

Di mîtolojîye de Newroz

Berî ku esfaneya Newrozê sîrove bikim divê ez esfanê û dîroka efsanaya hineke vekolînim. Efsane wek cîroka rasteqîn ji nifşeke derbasî nifşeke bûne. Bûyere di efsane de tên peşandanî (neqlkirin) carcaran berzeyi rastiyê (surrealîst) ne, lê belê bi piraniya xwe bûyerên rasteqîne û xwe bi kesatiyên di jiyana rasteqînî va zexm digrin. Ev çîrokan piraniya xwe bi kesatiyên karê lehengî kiri va giredayine. Şaîrê Yewnanî kevnarê Homeros di destana xwe ya bi nave İlyada de û Odesseia de sûd ji efsaneyê derbareyê qral û lehengan de girtiye. Gelek çîroka çavkaniya xwe ji efsaneyan girtine. Efsane di çanda her neteweke de cihekî girîng digrin. Ji bo vê yekê efsaneyan bi mîtolojiye ve giredaneke xwe heye. Mirov di axa tê de dijî de kesateye ku girîng hatine dîtin, bi tiştan (objeyan) û yan bi cihgekî pîroz û yan hinek mijarê bihaya wan ne diyar in bi cûrê dirûvan (teşeya) têtin şirove kirin. Hinek bûyere borî lêzêde dikin ji nifşeke derbasî nifşeke dikin.

Mitolojî bi xwe tê çi wate: mitolojî di oleke an di çanda miletekî de Xwedê yan an lehengan, gerdunî û di derheqa zabûna mirovan de hemû efsanê devkî û nivîskî yên civinî û zabûna van efsaneyan, şîrovakirin wateya wan û lêgerina wan û senifandina navê şaxê zanistî ye. Mîtolojî di Grikî de tê wateya ‘gotine /wûtine’ û ‘bîstî’ an ‘axaftin’ e û ji gehêştina van herdu bêjayan çêbûye. De Yewnaniya kevnare de tê wateya “gotinê berê hatine kirin” e ku dubare dibin.

Di dem derbasbûne de di zimanê ewrope de wateya efsanê werdigire. Di wateya kararîna nûdem de mîtolojî ya oleke diyar e an ya hemû mîtan (efsane) rawe dike. Mînak: mîtolojiya Keltan, mîtolojiya Romeyan û mîtolojiya Grîkan. Efsane bi mijarê xwe Xwedêyan, lehengan û bûyerên ku ji tiştê afrandine der tên çêdibin. Bi piranî ji aliyê dengbêj û rahîban ve tên gotin û belavkirin. Hinek cara wateya xwe ya efsaneya wenda dikin û dibin gotine folklorî û perîye çîrokan.

Di mîtolojiya Kurd de Newroz

Di efsaneya Newrozê de tîranekî bi navê Dehhak (Zehhak) hebuye. Çîroka Dehhak yan jî Zehhak weha tê neqlkirin. Masudî, niviskarê islam yê çaxa navendî û Firdews, niviskarê destana Iranê ya binavûdeng Şahname û niviskarê Kurd yê çaxa navendî Şerefxan Bitlisî di pirtûkê xwe de Dehhak weha rawe dikin: ‘Dehhak qralekî nebaş hebûye; li ser herdu milê wî kulê mîna maran derdikevin. Dehhak bi salanê ku van kulê di maran çûyi derman bike mejûye du gencan wek melhem tê dide ku êşa wî kêm bibe. Ew fikr û raman dibêjin doxterekî fîtne daye wî ku mejûye insana di kulê xwe bide. Du re merivên zîrek nexwazin ewqas genç telef bibin li cihê mejuye gencekî yê miheyeke wek derman di kulê Dehhak didin û ji wan gencan her yekî azad dikin ew jî diçe çiyan. Belê herroj gencek tê azad kirin. Li dijî zordariya Dehhak nerazîbûna xwe gel bilind dibe, asilzade plana serhildanek dikin di bin serokatiya Kawa (Kaveh) hesinker de şoreş bi ser dikeve û Kawa şeş lawê xwe ji ber lepên Dehhak (Zehhak) rizgar dike. Beriya şoreşê Kawa çawa ku di efsane de tê qalkirin ev genç azad kirine. Li gor efsaneya ku Kurd neql dikin Kawayê Hesinker ew kesê çûne çiya wan hînî leşkerî dike û ji wan arteşeke amadedike bo qasra Dehhak dagirbike; qasrê Dehhak bi vê arteşê dagir dike û serê Dehhak bi çakûç dipelçiqîne; di encame de Kawa, Ferudun wek qral nîşan dide’.

Di bingeha vê çîrokê de efsaneyê Iranê kevin jî cih girtine. Ewliya Çelebî di berhema xwe ya binavûdeng ‘Seyahatname’de ji Sancaqa ‘Şehruzor’ ya bi navê ‘Merkawe’ behsdike ku ev nav ji navê Kawayê hesinker hatiye standin.

Li gor erdnîgarê sedsala 12’an Yaqut Hamawî bibêje ‘Zor lawê Dehhak e û bajarê bi nav û deng Şehruzor ava kiriye’. Li gor mîtolojiya Kurdan, Kawa bi xwe di bin sitemkariya Dehhak de 2621 sala berî jiyaye. Ev kathejmar sala ku Kurdan qralê Asuriyan Dehhakê despot ji tac û text dûr xistine. Xirawiye Dehhak tu car rê nedaye ku bihar li Kurdistanê dirêj dom bikin. Ew roja ku Kawa, Dehhak kuştiye 20-21 ê Adarê wek rojeke pîroz her wexte hatiye pîroz kirin.

Duwayi Kawa Dehhak dikuşe dibêje ezê agirekî dadim ku ciwanê li çiyan serkeftina me bibînin ew jî li wir agirê xwe dadin tevî şenaya rizgarbûna ji Dehhak bibin. Di encame de bihar dizivire Kurdistanê. Hinek cûre çîrokê Dehhak yê din jî hene, belê di toreya Ahl-e Haqq (Yarsan) Kawayê hesinker dijî Dehhak (Zehhak) ê zordar serîhildide û arikariya Ferudun dike ku Dehhak ji Demawendê dûrxîne.

Newroz îro bûye sembol û nîşana serhildan û azadiya gelê Kurd. Em dikarin bibêjin di dîroka Newrozê de cûdayetî ye nezikî hevdu û dûrî hev jî hene. Hinek dibêjin Newroz 21ê Adarê ye, hinek jî dibêjin Newroz roja 31 tîrmexê an jî dibêjin 21 îlonê ye. Ev cure rojê cûda yê dîroka Newrozê ji salnameya kevn ya Zerduştiyan û ya hicrî ya Ereban tên. Dem kathejmara roja Newrozê diçe digehêje dema Ahamediyan, ew jî kevnare miletekî Iranî ye.

Di pir olan de mîtolojî cihekî girîng standiye. Her çar olên mezin Hiristiyanî, Islamî, Musewî û Budizmê di bin bandora mitolojî dane; Minak: mitolojiyeke islam, mitilojiyeke hiristiyana, mitilojiyeke musewiyan û mitolojiyeke Budistan heye. Efsane van olan hemu di bin bandora mitolojiya Zorastriyan (Zerduştiyan), Manizm û Ahamediyan û bandora efsanê Irana kevin in: Persan, Medan, Sohdan, Ahamediyan û Sasaniyan heye û her manidar in. Minak: ola Zerduştî ya ramana dualizmê ya dualî pir aşîkar e. Çawa têt neqlkirin ku bapîre Kurdan Med in, bapîre Iraniyan jî Pers in. Di mitolojiya Med û Persan de Hurmuz gelek canawaran diafirîne, Ehrîman jî hinekan ji van ji xwe re dixwaze. Ev herdu Xwedê yeke rindiye û qenciye yek jî yê xirawiye û tariye. Newrozê ji van mîtan jî gelek bandûrî û bizavî standiye û bi sedsalan heta îro domkiriye.

Di nûdemê de Newroz

İro Newroz ne tenê di nav gele Kurd û Iranê de tê pîroz kirin. Newroz ji rojhilata Navîn heta Asya Navîn tê pîroz kirin; Minak: li welatên weku Ozbekistan, Kirgistan, Turkmenistan, Kazakistan, Tacikistan, Afxanistan û Azerbeycan jî Newrozê weku rojeke cejna netewî tê pîroz kirin, Sofî yê islam û Bahaî vê roja pîroz bi adet û toreyê xwe dixemilîlin. Hineke miletê Asya Navîn, Newrozê weki cejneke olî pîroz dikin; cilûbergê xwe yê nû li xwe dikin, xwarina çêdikin, çoşeke nîv olperestî û netewî li dar têxînin û diçin ziyaretgehan û mezelên mîrovên miqqedes ziyaret dikin. Çawa me berî jî got: Newroz ji dema agirperestiyê gehêştiye dema ola islamî, loma gelek elementê nu û motifê nû ketine nav û hêj jî dikevine nav.

Çawa me li jor behskir Newroz beriya islamî de heye. Lê li İrana nû ya islam Newrozê çawa pîroz dike, dibê em bi kurtasî jê behsbikin; li İranê jî Newroz roja nû ye yanê sersala nû ye; di Iran nû de hefteyek tatîla Newrozê heye; bi gelek cûda cûda cûreyan Newroz li İranê pîroz dibe; Mînak: berî Newrozê hefteyekî di ser agiran re tê bazdan û Sêzdeh Bedar (Sêzdehmîn roj) hinek beşê ji çalakiyê Newrozê ne. Li İranê di dema Newrozê de di her maleke de ‘Haft Sin’, zadê bi herfa ‘S’ dest pêdikin, dîtin girîng e. Di eyni demê de hejmara heft di nav hinek miletan û çandan de hejmareke pîroz e. Di ola Zerduştî de hejmara heft ya melekeyan diyar e. Dû re di adet û toreyan de heft nebat (giya) û tov (toxim) mînake sembola destpêka jiyaneke nû pel vedide. Ew heft zadê (tuşt) bi herfa Farsî ‘S’ destpêdikin ev in:.

Sebze- ce û genim, nokê di vazo de mezin dibin; sembola ji nûva ji dayikbûne ye;
Sananu- şîrîniya muhalebiye ji ard çêdibe; semboliya piraniye (xenitiye);
Senyed- mêwe (fêkî) ziwa (hişk) kirî; sembola hezkirine ye;
Sîr- sembola derman û derman kirine ye;
Sîb- Sêv; sembola sîpehî û sihetî ye;
Somaq- sumaq; semboleke rengê zeraqê rojê (berbang) ye;
Serkeh- Sirke; sembola temen (umr) û aramê (sebir) ye.
Li İranê di roja Newrozê de li ser masa xwarine cûda cûda sembolik tişt hene. Carcaran pere didine ser masa jibo nişana dewlemndiye; sebeteke bi hekan va hatiye resim kirin bo berekete; masiyekî zêrînî di tasikeke de nişana jiyane; neynik semboleke pîrozbahiye û mûm tê wateya dilgeşî û kamiraniye hwd…. Carcaran jî li İranê yekî bi nave Hacî Firuz wek nûçegihan suretê xwe reşdike xebera demsala Newrozê dide. Bi heftan cilê xwe yê sor li xwe dike û digere xeber dide ku dawiya salê hatiye. Haci Firuz xwe reş û sor dixemilîne û bi tanbûrê digere, klam û strana dibêje û dans dike li kolan û qûncikan ku mîzgîniya sala nû belav bike.

Sêzdeh Bedarê yanê sêzdeh rojê sala nû de mirov tev malbatê xwe derî seyrengaha dikevin bo piknikê. Li İranê baweri ewe ku vê rojê li mal mayin sedema afet û bela ye. Ji bo vê yê herkes tev dost û hevalan xwe dicive.

Newroz sembola berxwedanê

Newroz îro li ba Kurdan semboleke giranbihaye bo şerê azadiyê û wekheviye û serbilindiye.

Kurd îro li başurî Kurdistanê bê tirs û xof roja Newrozê di azadiye de pîroz dikin; cilûbergê Kurdî li xwe dikin û li seyrangah kom dibin bi çoşeke gelemperî bi mîlyona dicivin bi hemd

ê xwe pîroz dikin; kes wan nerehet nake, ew edî serfiraz û bextiyar dijîn. Li İranê ji Kurd ji İraniyan cûda Newrozê pîroz dikin; li İranê Kurd ne azad in, belê bo pîrozkirina Newrozê tu astengî li İranê tune ne. Li bakurî Kurdistanê Newroz bi xwîna gencê Kurd hatiye sor kirin.

Di 30 salê dawi de Kurdê bakur zor zehmetî ditîn û êşiyan û hepisbûn lê ji çoşa Newrozê hiç wexteke bi şunde neman. Li bakur tevgera Kurd a azadixwaz Newroz kir festivaleke cihanî û îro hemû Kurd û cihan pê serbilinde. Xortê Kurd di 1980’î de bi xwîna xwe cejna Newrozê xemilandin û avdan. Dîroka Newrozê gencên Kurdan bi herfê zêrinî nivisandin û bi dinyaye dan naskirin. İro li her çar parçê Kurdistanê bi mîlyonan Kurd Newrozê pîroz dikin; bo azadî û serxwebûne Newroz kirine sembola serhildanê. Li hemû cihanê Kurd dîroka Newrozê didin nivisandin. Dinya pê şîyarbûye ku Newroz bingeha xwe ji kijan çand û mîtolojiye girtiye…..

Têbinî: Di van rojên dawî de malpereke Kurd de nivîsareke bêbext hatiye nivîsîn, dibêje em dev ji efsaneya Kawa hesinker berdin vegerin rastiya. Bi aqilê wî mîrovî mîtolojî dûrî rastiye. Ew kes dibêje qadr û qiymeta efsaneya di nav çandê de ewqas ne girîng e. Eger ev kesa baş bifikire îro ne tenê dijminê mîletê Kurd, lê belku hemû cihan bi çavnebariyê û bi hesûdiyê li Newrozê li çoşa Newrozê temaşe dikin ka çawa festîvalê gelêrî dibin. Dibê em Kurd hinekê bixwînin û dû re biaxifin û binivîsin. Dîroka newrozê gemarî û şêlo nekin. Dijmine gelê Kurd çav berdane berhemên me ye dîrokî. Divê em şîyar bisekinin.

Drs Yusuf Kaynak
Nîşe: Ev Nivîs di candname.comê de cara pêşî di 21ê Adara 2016an de hatiye weşandin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Pira Gindêhere (Cendere)

Li Kurdistanê hejmarek pireyan hene ku ji layanê hendesî ve wek yêkin. Hema hema kopiyên …

Leave a Reply