Ciyê kêfxweşiyê ye, du berhemên nû yê helbestvanekî Kurd Yucel Aslan bi navê “Hawar” û “Qemerê”yê li “Weşanxaneya Na”yê (Na yayınları) hatine çap kirin.
Ev Yucel Aslan bi hestê xwe, êş, evîna welêt, hêvî, derd, kul, xweşî û nexweşiya gelê xwe tîne der. Ew bi hest û xeyalên xwe evîna bêsînor, dilxweşiyê, hogirtiya herî dilsoz vedibêje û diherikîne û dema bêgumaniyê, hêviyê û gumanê dide mirovan.
Lewre jî dibêjim dê dîsa gelek berhemên te yên nû bêne çapkirin. Helbestvanê delal, em bi dil û can te pîroz dikin, ji te re serkeftinên mezin dixwezin, bi hêviya ku di paşerojê de dîsa gelek berhemên hêja raberî xwendevanan bikî.
Bi hêviya pêşketina zimanê Kurdî, ji pirtûkên Yucel Aslan çend helbest
Erdnîgarîyek axîn jê tê birîndare
Diqîre dikale xwedîyê xwe digere
Rojavayê wê xwîn dibare
Rojhilatê wê bê deng dizare
Bakurê wê ber bayê sar e
Başûrê wê hewar, hewar e
Erdnîgarîyek sêwîye stûxwar e
Par, par, kerî, kerî kirine ev çend car e
Cambaz bi cawbirê dibirin
Û difroşin ev çend bazar e
Roj lê diçe ava, ev çend êvar e
Ev çend car e hewar, hewar e…
Cih û warê kurda çiya banî û kevir e
Dil û hinavê wan hevirmûş û hevîr e
Haveynê wan av, tav, roj û agir e
Çend qurneye hasil dibe,qama xwe nagire
Dibe çira naşixule, dibe dergûş nastire
Lewma kes nikare welatê wan bijî
Û Kurdistanê ber pêsîra wan bigire..
—
Zimanê Kurdî
Tu çiqas şirînî,çiqas xweş î
Mîna xalîçeke nexş bi nexş î
Mîna cihêz ê qîzeke çevreş î
Mîna dayka min gul û geş î
Tu hem beybunî,hem binevş î
Tu mîna siwarekî kubarî keleş î
Tu mîna hespekî kihelî reş î
Te ewqas tîr û kevan xwar in
Tu hîn dibezî hîn dimeş î
Tu avêtin ji çapxana
Tu buyî benîştê devê nezana
Lê te xwe parast bi awakî zana
Xanî bi Mem û Zinê tu anî pirtukxana
Herîrî tu kirî devê helbestvana
Feqîyê Teyran bi Hespê Reş
Dayî rihwan li meydana
Erebê Şemo bi Şivanê Kurmanca
Dayî nasin bi nîşana
Qanadê Kurdo pesnê te da
Ba kurdîzana
Tu Gumrîye hatî xewna Hecîyê Cindî
Li sêwixana
Ber sura Amedê gel kalemêra
Li çayxana
Tu mîna şekirekî Şamê helîyayî
Li ser zimana
Bî pênusa Osman Sebrî,
Nuredîn Zaza ,Qedrîcan
Zarînî û qêrînî ya te ket nav
Hewara Bedirxana
Bi hestên Cegerxwîn tu ketî
Devê ciwana
Ketî şevbêrkên dengbejan li diwana
Tu ketî devê Evdal nava miqam û strana
Tu bûyî kilam di nav têlên tembûrê hozana…
—-
Qemera min
Ger tu bibî roj
Ez sîberê nadim ser xwe
Bila tîna te min bişewitîne
Ger tu bibî baran
Ez sîdangê venakim bila dilopên te
Ser min de bibarin bêhna min biçikîne
Ger tu bibî berf
Qerpal û kumikê tiftik hilnadim ser xwe
Bila serma te min bicemidîne
Ger tu bibî bager
Ez tiştekî nadim navbera xwe û te
Bila bayê te min newal newal bigerîne
Ger tu bibî av
Ez bendavê nadim pêşîya te bila şîpîka te
Min noqî gerinekê xwe bike bixeniqîne
Ger tu bibî agir
Ez te venamirînim bila alaf û pêt a te
Hestûyê min tevî bedenê bihelîne
Ger tu bibî hewa
Ez qêmîş nakim te bêhn bikim bila tunebûna te
Neksa min biçikîne ,min bifetisîne
Ger tu bibî ax
Ez xwe ber te venaşêrim heya bêdawîyê hembêza xwe de
Biperçiqîne şîrê zikmakîyê difinê min re bîne.
—
Hostayê mezin
Pîştî çûyîna te
Cegera me jî
Xwîn bû wek ya te
Êdî kes ranazê
Tev şîyar bûn bi dengê te
Îro li çîyayê jorîn
Şer dikin pismamên te
Şûna têlên tembûrê
Em îro ber dengên tivingan
Dixwînin helbestên te
Û dilorînin hestên te
—
Payîzê xwe nîşan bide
Bi şîrê nivcî elbê bêrîvana de
Payîz ê xwe nîşan bide
Bi dûyê zirav kuçikê zozana de
Payîz ê xwe nîşan bide
Hasil hildana kawaniya de
Payîz ê xwe nîşan bide
Barana berfa bilindciya de
Payîz ê xwe nişan bide
Dilopê werên ser mertegê xaniya de
Payîz ê xwe nişan bide
Xanimê runên ser desdar û coniya
Tu baş bizanibe payîza vê demsalê
Payîza evîna min û te ye hevalê
Naxwazim payîz werê vî warî vê salê
Naxwazim heq biqede ez herim malê
Erê keçika axê, xatunê, kubarê, delalê…