Dr Ehmed Nafiz Zaza rûniştî û Dr. Nureddin Zaza ji piya

Du Mirovên ku Nayên Jibîrkirin; Dr. Ehmed Nafiz û Birayê wî Dr. Nûreddîn Zaza

 

1 – Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza: (1899 – 1968):

Li ser daxwaza xanima hêja Gilberte Favre Zaza, kebaniya Dr. Nûreddîn Zaza ku ez alîkariyê wê bikim, di şopandina serboriya Dr. Ehmed Nafiz Beg û Birayê wî Dr. Nûreddîn Zaza de li Sûriyê di navbera salên 1930 – 1946an de. Ji bo pirtûka ku ew ji niha ve amade dike, li dor 30 saliya koçkirina Dr. Nûreddîn Zaza ku rastî roja 07/10/2018 dikeve.

Ji bo vê mijarê, ez çav bi gelek kesên ku nêzîkî wî û birayê wî bûn ketim ji wan: Hecî Mehdî Mela Sebrî/ 1934 Qamişlo, Hesen Zaza/ 1950 Şam, Micer Egîd Axa/ 1941 Dêrik.. Her wiha ez li tev hejmarên kovara Hawarê vegeriyam, ew nivîsên ku Dr. Nafiz û Dr. Nûreddîn têde belav bûn xwendin û ew reklamên Kilînîka (Bijîşkxaneya) Dr. Nafiz ku têde hatine weşandin dîtin.. Hina jî ji min re got; Berî ku Dr. Nafiz here Şamê, li Helebê jî bijîşkxaneyek di taxa Ermeniyan de vekiribû û ew û birayê xwe li hotêla Baron radizan.. Berê jî, min pak li dor jiyana wan nivîsandiye û her sal, ez li gor xwe wan bibîr tînim.

Ez nebawerim ku kesî ji kesayetiyên kurdên Sûriyê (Şêx, Axa û Maldaran) wek Dr. Ehmed Nafiz Beg û Birayê wî Dr. Nûreddîn Zaza kar û xebat di ber kurdên Sûriyê de kirine, çi di warê civakî û tenduristî de û çi di warê siyasî û doza mafê rewa ji gelê Kurd re li Sûriyê..

Bi hatina Dr. Ehmed Nafiz Beg re li Sûriyê di sala 1930î de dêrekt dibe endamekî çalak di komeleya (Xoybûnê) de, ewa ku di sala 1927an de, li Beyrûtê ji rex welatparêzên Kurdan ve hatibû damezirandin.. Di sala 1932an de, piştî penaberiya wî bi du salan, (Civata Arîkariyê ji Bona Belengazên Kurdan li Cizîrê) bi welatparêz, şex û axayên kurdan re li Şamê dadimezirîne û ew dibe serokê wê. Armanca wê civatê ku alîkariyê bi wan penaberên kurd yên birçî û tazî bikin, ewên ku ji encamên şoreşa Şêx Seîd û Agirî revyabûn Sûriyê. Digel ku di sala 1932an de wî bijîşkxaneyek (kilînîkek) li Şamê, taxa Arnûs vekiribû, êş û nexweşiyên kurdên Şamê belaş nîşan dida.. Di sala 1933an de bi hatina Eyndîwerê re bijîşkxaneyek (kilînîk) lê vekir.. Di sala 35an de hat Qamişlo û bi hezaran ji xelkên Cizîrê ji nexweşiyan rehet kirin.. Di sala 1960’î de ji ber nexweşiya canê xwe, mala xwe barkir Helebê û bijîşkxaneyek lê vekir..

Di wî heyamê dûr de, wî 30 salî, bi berdewamî nexweşî û êşên bedenên xelkên Cizîrê derman kirin. Ew yekemîn bijîşkê kurd bû ku di kovarê Hawarê de nivîsandiye û şîretên tenduristî li welatiyên xwe kiriye.. Ew kurdê yekemîn bû ku xanî li Qamişlo ava kirine û niha ew xanî di destê zarokên Silêmanê Haco de ye.. Ew yekemîn kurd bû ku rez û bexçe li başûrî Qamişlo, kêleka çemê Ceqceq bi Ezîz Qewmê re çandine û ta niha bi navê Rezê Nafiz naskiriye.. Ew yekemîn kurd bû ku gund li Cizîrê kirîne, wek gundê Xana Serê, Celo û Girkê Selma.. Ew yekemîn kurd bû ku pêwendiyên wî bi Ermen, Siryan, Ereb û Êzidî re pir xweş bû û jinek Xiristyan bi navê Medem Îvon zewicand dibû.. Ew yekemîn bijîşkê kurd bû ku cudahiya mirovan li cem nebû; Kurd, Ereb, Ermen û Siryan, Misilman, Xiristyan û Êzidî li cem wek hev bûn.. Ew yekemîn mirovê Cizîrê ye ku tev xelkên Cizîrê jê razî bûn û bi dehan ji xelkên Cizîrê navê wî li zarokên xwe kirine..

Wek ku min aniye ziman, Dr. Nafiz yekemîn bijîşkê kurd e ku di Hawarê de nivîsandiye û hatiye naskirin wek bijîşkê Hawarê, hem jî bijîşkê Mîran.. Sebaretî nivîsandina wî di kovara Hawarê de, ev kovara ku Mîr Celadet Bedirxan di 15ê gulana 1932an de li Şamê çap û belav dikir, hingî Dr. Nafiz di (Quncika bijîşkî) de du caran nivîsandiye, bersivên xwendevanên Hawarê yên tenduristî vedigerand.. Cara pêşî di hejmara dudyan de, 1ê hizêrana 1932an, di stûna feqehan, di bin navê (Ta, Tawî û Tabir) de û cara din di hejmaran sisyan, 15ê hizêrana 1932an di Quncikî Bijîşkî de, bi navê (Nexweşî û Dermankirin). Evin çend gotin ji wê nivîsê:

(Di bakurî suriyê de ji Cizîra Mîr Şeref heta rojavayî Cerablisê bi sedan gundên Kurdmancan û eşîrên kurdmanc hene ku bê diktorin, hêj tu diktor pê li wan nekirye. Hecî nexweş dikevin bi destên tebîbê kurdmancî têne derman kirin, carna lê kêm diçin bajaran û xwe nîşanî diktoran dikin.. Tebîbên kurdmancî, ev diktorên ha tiştan dizanin ko carinan bi kêrî nexwşan tên. Lê ne her gavê..).

Tevî ku kesî wî û birayê wî Dr. Nûreddîn li Sûriyê nebû; ne eşîr, ne malbat, ne ap, ne pismam, ne xal, ne met.. karîbûn bi qencî, çakî û welatperweriya xwe, wek du stêrên geş di asmanê kurdên Sûriyê de biçirisînin.. Belê sed mixabin ku ta roja îro, min nedîtiye û nebihîstiye ku kesekî kurd; Bijîşkekî Kurd an rêxistinek Kurdî çûye serdana gora wî û gulek an kulîlkek li ser daniye..! Tevî ku gora wî li gundê Dugirê ye, 25 km li bareşî Qamişlo dikeve..!! Jixwe ji bijîşk û rêxistinên Kurdî li Qamişlo pirtir nînin..!

 

Konê Reş

Qamişlo, 14/11/2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply