Du Efsaneyên Gundêreşo

Hemze û Nebî li gund hebûn

Hertim azad û serbixwebûn

 

Ew bûn nerihet, mizawir û cêrkesan

Sed fend û hîle hebû li bal wan

 

Çi baxçe û çi parêz, çi zêvî û çi jî rez

Dirûçikandin wekî ku lê kelibîbe pez

 

Nîvtazî bûn ew hem jî çîmçekel

Aşaşoka dileyîstin li nav mexel

 

Herdem li gaz û satar û deşt û çiya

Carna jî ji birçîna dixwarin giya

 

Ew bûn serwerê deşt û çiya û kaniya

Heçî ti kes wekî wan herdûya nedigeriya

 

Hemû ajalê Çemê Zivingê ê Jêrîn û Jorîn

Ji destê wan herdûya dinaliyan û digazinîn

 

 

Çi fatmok û kirang, çi çivîk û şalûr[1]

Ku xwendina wan dişibiya dengê bilûr

 

Qijik, zirzûl,reşçêlek û başok

Quling, eylo, kero û kevok

 

Rûvî, kîvroşk, qirûbeşik, jûjî, mar û masî

Çi ajalê avê, ê jor û jêr hemûya wan dinasî

 

Goleke, marmasî, şipşûl û beneke

Penoke, zereke, beqmasî û kereke

 

Hemû celebê masiya ji ber van herdûya

Ji wan bihate wê’j avê bireviyana çiya

 

Bi kevir û kevz û qûrtûma digirtin xetek

Ji destê wan nedifilitî ji derman re masiyek

 

Dema avê digirtin li ser Gola Kûrika

Hemû masiya digirtin bi gir û hûrika

 

Gava ku dihat gund refa çivîka

Herdûya guh mûç dikir wek pisîka

 

Berê xwe didan refê bi çetelastîk

Dibarandin li ser wan kevir û xîçik

 

Heçî ku bi wan dihsiyan beq û req û kûsî

Wisa dibeziyan ku nedigihişt wan ti kesî

 

Ji satar bigire Newala Kuştiya û Mêrga Şebo

Ta hetanî Newala Kîrdeva û Gohara Gago

 

Çi newal û kanî, dehl û parêz û zêvî hebû

Herdûya wan wekî kefa destê xwe dizanibû

 

Pirpizêrk, tirşo, kereng, newîşk û ganglok

Guvîj, dendûreşik, belot, baqil û petîşok

 

Sîrim, pîjik, gelberû û karok

Kelbeş, xerdel, belot û pîvok

 

 Çi nebat û ajal hebûn li çol û çiya

Dinasîn û dizanibûn sûda wan, herdûya

 

Çi baxçe hebû, çi ê sebze û ê fêkiya

Dirûçikandin j’destê wan nedifiltîn qethiya

 

Darên Baxçê Hewra ê Qûmê û ê Hewşê

Rojê xwe dibarandin bi kul û nalîn û eşê

 

Aşê Jorîn û Aşê Jêrîn û Xirbik û Çatî

Digon: “Xwedayo! Çi xezebê b’me de hatî?”

 

Moskow ku ji bo Stalîn çi bû

Navenda gund jî j’bo wan ew bû

 

Çi qul û neqeb, çi biroj û çi bişev

Her pêwendî û têkiliya wan hebû bihev

 

Herdû dişibiyan Xwedayê Xwezayê ê Yewnan

Ew desthilatê çol û xwezayê bû, navê wî bû Pan

 

Emre MÛHARGÎNÎ

 

[1]  Rastê vê peyvê Şalûl e. Lê li gund me hemûya ji wan re digot Şalûr

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply