Du berhem li zarava zazakî hatin zêdekirin!

Helbestên Baba Tahîrê Uryan û Îmamê Şaifî ji aliyê Bilal Durgun ve li zaravê zazakî hatin zêdekirin. Durgun ji AA’yê re di derbarê wergera van berheman de û xebatê xwe ya li ser zarava zazakî de radigihîne û dibêje: Min ji zarokatiyê dest bi xebatê kir û xebatê min hene. Lê 7 sal in ku min destpêkir û berhemên xwe wek pirtûk çap kirin. Xebata min a ewil mewlûda. Min ev mewlûd ji bo zarokan wergerand zazakî. Pişt ra me meala Qurana Pîroza bi zazakî çap kiribû. Ez 5 salan jî li ser wê xebitîbûm. Dîsa min ji bo zarokan pirtûka çîroka pêxemberan wergerandibû zazakî.” 

Bilal Durgun balê dikişîne ser jiyan û berhemên Baba Tahir Uryan û Îmamê Şaifî û wiha axaftina didomîne:  “Baba Tahir helbestên xwe bi farisî nivîsîne. Lê bi xwe ji kurdên Hemedanê ye. Di sedsala 5. a hîcrî da jiyaye. Dîwana Baba Tahir di edebiyata farisî da cihekî xwe yê pir girîng heye. Di nav gel da hema bê kesekî ku wî nas nekiriye, tunebûye. Di nav girseyên xwendî da jî herî kêm beytek û du beytên wî dizanin. Hin caran bi kurdî dinvîse. Lê wî jî wek kurdên din bi zimanê xwe nenivîsiye. Baba Tahir herî zêde di rûbaiyên xwe da li ser eşqa asîmanî û pirsgirêkên civatî disekine. Îmamê Şafiî jî wek dîwan kitêba şi’ran nenivîsiye, di hin heyaman da hin şi’r gotine û ev jî di kitêbekê da wek dîwan hatine komkirin. Me jî ev berhem wergerand. Di herdu kitêban da me farisiya Baba Tahir û erebiya Îmamê Şafiî wek metnên orjînal da. Di vir da du armancên me hene; li herêma me zazayên ku medrese xwendine hene, ji bo jê îstifade bikin û bidin ber hev me wiha kir. Wek mayîn ji bo ku were kontrolkirin ka gelo di wergerê da xeletî heye yan tuneye me di berheman da cî da metnê orijînal.”

Durgun destnîşan dike ku zaza şaxekî qabîla kurdan e û wiha pê de diçe: “Civakek yan ji hêla kesên din va yan jî ji hêla xwe ve tê pênasekirin. Yên ku terîfa me dikin yan fars û ereb in yan jî tirk in. Ev hemû kurdan wek 4 qabîle dabeş dikin: Kurmanc, zaza, soran û goran. Miletekî ku ji 4 şaxan pêk tê. Ereb û faris dema di çavkaniyên xwe da qala zazayan dikin, dibêjin ‘qebîle mînel ekrad’, yanê qebîleyeke ji kurdan. Tirk ji kurmancan ra dibêjin kurd, kurmanc jî ji xwe ra dibêjin kurd. Belê kurmanc qewmekî kurd e, lê zimanekî ku jê ra dibêjin ‘kurd’ tuneye. Kurd navê miletekî ye û ji 4 qewman pêk tê. Kurd sîwanek e.” 

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply