Dr. Silêman Lehengek ji lehengên Welatê Min e

Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifşî derbas neke, ew nifiş stewir bimîne; û dibe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin.

Gel jî mirovên ne leheng nake leheng. Heger teraziya dîrokê gel be, teraziya gel jî ji zêr e; gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jê re dibe dîrok.

Ne gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim, ewên ku navên wan di hişê her Kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin; ewên ku di zindanan de, di bin şert û mercên dijwar de li ber xwe dane..

Lê wek nimûne, ez Dr. Silêman Çurukaya wek lehengekî gelê kurd dibînim û van gotinan wek wefadarî ji giyanê wî re pêşkêş dikim.

Dr. Silêman Çurukaya, yê ku di roja 30-10-2016an de nûçeya şehîdbûna wî li Kurdistanê belav bû, Kurdistaniyan jî, bi kul û xem ev nûçe pejirandin.. Vî lehengî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kir. Ji destpêka xortaniya xwe û ta bi rojên xwe yên dawî, anku tev buharên temenê xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin di ber Kurdistanek axad û serbixwe de derbas kir.. Û ji bo vê rêbazê, gelek caran ji rex dagirkerên kurdistanê ve dihat girtin û jiyana wî di mişextî û zîvariyan de derbas dibû.

Erê, Dr. Silêman Lehengek ji lehengên Welatê Min e.

Qamişlo, 07.11.2016

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply