Dr. Qasimlo

Dr. Ebdurrahman Qasimlo di 22’ê Qanûna 1930’î li bajarê Kurdistana rojhilatê li Urmiyeyê tê dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Tehranê diqedîne.

Di 15 saliya xwe de di bin banê rêxistina Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistanê de dest bi tevgerên siyasî dike. Di 18 saliya xwe de ji bo hîndekariya bilind berê diçe Frensayê dawiyê jî diçe Çekoslovakyayê. Li Zanîngeha Pragê ya navneteweyî Zankoya Zanistên Siyasî diqedîne û pişt re li heman zanîngehê li ser civaknasiyê lisansa bilind dike.

Di Kurdistana rojhilatê de hîmê rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê a Îranê dîtine. Pişt re ji bo doza xwe li çar perçeyên Kurdistanê dest bi xebatan dike. Qasımlo li Îranê di xwest pirsgirêka Kurdan muzakere bike û bi awayekî demokratîk çareser bike ji bo wê yekê jî bi rêvebirên Îranê re civin li dar dixistin. Piştî çend civînan Îranê sozê xwe ne dianîn cî û berovaciyê vê yekê li dijî Kurdan şer dest pê dikir.

DI PÊVEJOYÂ MUZAKEREYAN DE PÊŞENGÊ KURD HAT QETILKIRIN

Sala 1989’an de Dr. Qasimlo ji bo hin hevdîtinan çû Ewropayê û wê demê dîsa ji aliyê Îranê pêşniyaza muzakereyan hat. 13 Tîrmehê di roja duduyan a muzakereyan de li ser maseya müzakereyê bi gulan wî qetil dikin. Li ser wê bûyerê hikûmeta Awusturyayê heman rojê Îranê bi awayekî fermî sûcdar îlan dike lê hêj jî doz bi dawî nebû ye.

Derbar Rêvebir

Check Also

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê ji aliyê Koma Şanoya Çiya ve hat amadekirin û pêşkeşkirin. Nivîskarê şanoyê …

Leave a Reply