Dostaniya Xoceyê Xizir û Mûsa Pêxember

Li ba Kurdên “Elewî” yên Dêrsimê, giringiyeke taybet a Xoceyê Xizir û Mûsa Pêxemberî heye ku her kes pê agahdar e û rêz lê digire.

Tê gotin ku Mûsa û Xizir hevdemên hev bûne. Lê dûredûr hev nasiyane û hiskirina wan ji hev re çêbûye.

Di wê navê re Xwedayê mezin jî ferman daye Mûsa Pêxemberî û gotiye: ”Here Xizir bibîne û pê re dostanî deyne.”
Piştre Mûsa derketiye û çûye li Xizirî geriyaye.

Mûsa Pêxember çûye Bakûrê Kurdistanê û li herêma Dêrsimê pirgê Xizir bûye. Piştî pirsîna hal û rewşa hevûdu, Mûsa Pêxember pêşniyara dostanî û hevaltiyê li Xoceyê Xizir kiriye.

Xizir jî gotiye Mûsa:
– Ji bo dostaniya min û te, şertên min hene, eger tu qebûl bikî, ez jî dibêjim erê. Yanena, ez pêşniyara te qebûl nakim.

Mûsa Pêxember gotiye Xizir:
– Ka şertên xwe bêje.

Xizir gotiye:
– Ez çi bêjim û çi bikim, divê tu ji min nepirsî û nebêjî çima te wisa kir?

Mûsa Pêxember gotiye:
– Eger şertên te ev bin, ser seran û ser çavan. Min ji niha ve qebûl e.

Mûsa Pêxember û Xocê Xizir li keviya Gola Çetoyê destên biratiyê dane hev û bûne dost û heval. Her ku çûye, dostaniyeke germ di navbera wan de domandiye.

Rojekê Xizir xwestiye ku ew û Mûsa Pêxemberî ji xwe re bigerin. Mûsa jî daxwaza gerê pejirandiye. Piştre herdu derketine rê û çûne…

Xoceyê Xizir û Mûsa di rê de li gelek kesan rast hatine û bi wan re peyivîne.

Di wê rêwîtiyê de pêrgê lawikekî piçûk bûne û Xizir lê daye ew kuştiye. Mûsa Pêxember pir jê aciz bûye û bi xeyd gotiye Xizirî:
– Bira, çima te vî lawikî kuşt? Ne hêj zarûk e!

Xizir gotiye Mûsa Pêxemberî:
– Mûso, ma min negotibû te, heke min çi kir jî, divê tu li dij dernekevî û ne jî bipirsî?

Mûsa Pêxember gotiye:
– Bibore, min jibîr kiribû. Yanena min nedipirsî.

Piştre Xoceyê Xizir û Mûsa Pêxember çend roj li riya xwe çûne, gehane keviya deryayekê û xwestine ku derbasê aliyê dî bibin. Herdu çûne ba kelekvekî, li keleka wî siwar bûne da herin aliyê dî.
Xizir dema siwar bûye, bi gopalê xwe lê daye û kelekê qul kiriye, av ketiye nava kelekê û heta bersingê di nava avê de mane. Kelekvan jî giriyaye û gotiye Xizirî:
– Çi heqê te hebû ku te keleka min qul kir û te nanê zarûkên min birrî?

Xizir gotiye Kelekvanî:
– Bajo, bajo, tu karê xwe bike…

Mûsa Pêxember bi qulkirina kelekê pir aciz bûye û xwe ranegirtiye, bi xeyd gotiye Xizirî:
– Bira, çima te keleka vî feqîrê Xwedê qul kir? Va ye em ê jî bixeniqin.

Xizir dîsa gotiye:
– Mûsa, ma bazara min û te ev bû ku tu pirsan ji min dikî?

Mûsa Pêxember li xwe varqiliye, dîsa lêborîn ji Xizirî xwestiye û gotiye:
– Bibore, min dîsa jibîr kir. Yanena min nedipirsî.

Kelek hêj di nava avê de bû, keştiyeke rêbiran hatiye ketiye pêşiya kelekê û peyayên wê dest danîne ser kelekê, Xoceyê Xizir û Mûsa Pêxemberî dîl kirine. Lê dema dîtine ku kelek tije av e, dest ji wan berdane û çûne.

Piştî ku Xoceyê Xizir û Mûsa Pêxember ji kelekê derketine bejê û li rê çûne, pir birçî bûne, ew li gundekî rast hatine û çûne ber deriyê malekê nan xwestine, lê nan nedane wan. Çûne ber deriyê maleke din û nan xwestine, ew mal jî nan nedaye wan. Li wî gundî malo malo geriyane û nan xwestine, kesî nan nedaye wan. Ha wisa herdu birçî ji nava gund derdetine ku herin, li keviya gund kavilekî dîtine, ku dîwar û ban tev hilweşiyane lê tenê dîwarek maye, ew jî xwar bûye û li ser ketinê ye.
Xoceyê Xizir destê xwe li aliyê xwar ê dîwêr hesikandiye û dîwar mîna berê rast bûye.

Mûsa Pêxemberê ku hewqas birçî bûye û ku li wî gundî kesî nan nedaye wan, di ser de jî ku hevalê wî Xizir dîwarê xwar ê wî gundî rast dike, pir aciz bûye û bi xeyd gotiye Xizirî:
– Bira, niha tu zanî ku tu çi dikî?

Xizir gotiye Mûsa:
– Erê ez dizanim ku ez çi dikim. Çima?

Mûsa gotiye:
– Na, tu nizani ku tu çi dikî. Vî gundî qenim nanekî nedane me, em ji nêza dikin ku bikevin, hêj tu dîwarê wan jî rast dikî.

Xoceyê Xizir gotiye Mûsa Pêxemberî:
– Bira, hevaltî û dostaniya min û te li virê bi cara sisiyan bqediya. Ji niha û şûnde êdî em ne heval in û ne jî bira ne. Tu bi riya xwe ve here û ez ê jî vegerim Dêrsima xwe…

Mûsa gotiye:
– Çima, ka bêje? Ji bo çi?

Xizir gotiye:

– Pa lê, ya pêşî, eger min wî zarûkî nekuştiba, dema ku ew mezin bibûna, dê wehşeteke pir mezin bi xelkê kiribûna û xwezayê jî rûxandiba.

Ya diduyan, eger min kelekê qul nekiriba, wê rêbiran kelekê ji kelekvanî stendibûna û wê me jî wek kole pê re biribûna. Lê wan bawer kir û em ê di ava di nava kelekê de bixeniqin, des tji me berad û çûn…

Ew dîwarê ku min ew rast kir jî, kavilê xaniyê çend sêwiyan bû. Bavê wan zarûkan zêr xistibûne binê dîwêr û ji zarûkên xwe re veşartibû. Eger min dîwêr rast nekiriba, dê hilweşiya û dê zêrên wan xelkê ji xwe re biribûna. Dema zarûk mezin bibin, wê kavilê xwe ava bikin û wê zêrên xwe di binî de bibînin.

– Li ser vê meselê ye Kurd dibêjin: QEWLÊ NEBÊ SÊ CAR IN.

x x x

– Niha jî kal û pîrên Dêrsimê, dema radibin û rûdinin, dibêjin YA XIZIRÊ KAL!
– Dema yekî Dêrsimê dikeve xeterekê, dibêje: YA XIZIRÊ SER KELEKÊ!
– Bi vîna daxwaz û alîkariyê jî bo Xizir dibêjin: YA BAVÊ BÊKES Û BÊXWEDIYAN!
– Tiştê balkêş ev e ku dê demê li nava Kurdan ne navê ELÎ HEBÛ Û NE JÎ ELEWÎTÎ…

ROJIYA XIZIR
Li Dêrsimê Rojiya Xizir di meha sibatê de sê roj in, roja 12, 13 û 14ê mehê tê girtin.
Ev roja 14 jî balkêş e ku ROJA HESKIRINê lê rast anîne

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser meseleyên wisan…

Stockholm 

Zeynelabidîn Zinar

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply